Tirsa Hînbûna Felsefeyê

Tirsa Hînbûna Felsefeyê

Tirsa Hînbûna Felsefeyê

Ji bo Tirsa Arzaleyê ( W.D.)

ez jî di wê tirsê re derbas bûm. 

        Destpêka Felsefê her çiqas li gor çavkaniya Thales nişan bide jî, destpêka felsefesyê di mirov de dest/pêkiriye/ dike. Çima? Dema em zarok bûn, pirsa me ya ewil ‘’ Gelo em çawa çêbûn’’ bûn. Helbet me li gor xwe jî bersiv didan. Mêjî û baweriya me ya zarokatiyê bi xwe dişibin serdema beriya Thales. Li gor min, destpêka felsefeyê zarokatiya mirov e. Çima? Jixwe her kes pêdizane ku Felsefe pirs e, ne bersiv e? Pirsa zarokatiya mirov (li gor piranî dibêjim) a ewil ev bûn ‘’ Ez çawa çêbûm’’ pişte şirovekirinê, pirseke din dihat ‘’ Ez kî me’’ û her wiha şirovekirin û pirs li dû hev dihatin. Paşê dema em mezin bûn û me bersivê pirsên xwe dîtin- li vir qesta min şirovekirina pirsa ye- pirsên me jî guherin. Gelo mirin çawa ye? Gelo rihê kesê ku dimire çi dibe? Gelo ew çi dike niha? Hebûn heye an Tune ye? Hêmana hebûnê çi ye? Me ev pirs ji xwe dikirin lê me carna bersiv didan û carna jî ji bo nebe guneh! me bersiv nedida.

        Guneh? Li gor çi guneh bûn? Guneh, zagoneke olî ye.  Ol, tixûbê başî û nebaşiyê, guneh û xêrê diyar dike. Qesta ‘’guneh’’ çi ye?  ‘’ Kuştina însan’’, ‘’zîna’’ ‘’dizî’’ ev her sê  di hemû olan de weke guneh tê qebûl kirin? Gelo ol tunebûya ev her sê dê guneh bûya? Gelo mirov li gor wijdan bigeriya( bêyî ol) ev her sê dîsa jî weke tiştekî guneh bihata qebûl kirin? Bersiva van pirsa exlaq dide. Gelo kîjan exlaq, exlaqa civakî, exlaqa xwedayî an jî exlaqa kesayetî. Li biya min exlaqa kesayetî. Lê em tiştekî ji bîr nekin, exlaqa xwedayî bandorê li exlaqa civakî û exlaqa kesayetiyê dike. Gotinekê heye ‘’ Exlaqê te çiqas xweş e.’’ Li gor çi exlaq, xweş tê hesibandin; Nakuje, hurmetê dide, zînayê nake, diziyê nake, hez dike û kesekê aciz nake, li gor civakê ev hemî tişt bingeha xwediyê exlaqê xweş e.

        Civak, dema gotinekê  exlaqê xwe bibihîze, wê rûreş dike. Ji ber ku, sînorê exlaqê wê tê hezandin. Ji ber wê jî Felsefe, sînorê exlaqê dihejîne. Helbet Galileo, ev pirs ji xwe kiriye’’ Gelo dinya digere an jî roj li dora dinyayê digere’’ Pirs, sedema venasîna jiyaneke nû ye. Dema Galileo, ev pirs ( tenê gumanekî) ji xwe kiriye, hem ew derbasî jiyaneke nû bûye hem jî mirovatî. Lê ramanê  Dêra Vatîqanê hilweşand. Û Dêra Vatîqanê, ji ber nêrînên Galileo, wî heps kir. Ne ol ne jî naxwaze, nêrîneke berewajiyê derkeve holê lewre civak dixwaze, her kes li gor wê tevbigere û bifikire. Û ev jî di civaka me Kurdan de herî li ber çave. Felsefe, tiştekî beredaye. Kesê ku bi felsefeye re eleqar dibe, dibe xwedênenas. Civaka me Kurda tu wext xwe nêzî felsefeye neda. Ji ber wê jî hînbûna Felsefeyê bû tirs, bi me ket. Lê tiştekî tê ji bîr kirin- raste Felsefe pirse- ku felsefe rêya hilweşandina ramanê pûç e.

        Dema yek felsefeyê dixwîne ‘’Ma qey niyeta te heye tu bibê xwedênenas’’ ev gotin, tirseke herî mezin e. Însan tiştekî ji bîr dike; amanca felsefe ne ku gumanê têxe raman, amanca felsefeye ew ku gumanê rake ji ramanê mirov. Dema me digot ‘’Cinnet heye’’ Kalê me her tim gotinê Mela û Şêxa dubare dikirin lê ew bi xwe jî ditirsiyan ku ji bilî gotinên mela û şêxa gotineke din bejin, ew ê têkevin guneh.

Ditirsiyan ji ber ku ew wiha hîn bûne lewre dixwestin zaroyê wan jî gunehan nekin/ nekevin gunehan û ew gunehkar nebin, wan jî ew gotinên hezar sal berî ji wan re digotin.  ‘’Ez ditirsim ku ez felsefeyê bixwînim. Heşê min belawela dike’’ ev gotina ‘’Heşê min belawela dike’’ tirsa nezanbûnê û nebaweriyê ye. Xwezî ew bawerî a olê be an jî an şexsî be. Qelsî ye. Qelsî ye ji ber ku mirov bawer ji xwe nake. Ol ne xeme, raman jî ne xeme, lê mirov dema ji tiştekî bandorê li ramanê mirov bike, bitirse, ew tê wê wateyê ku ew ji ramanê xwe jî û zanebûna jî nebawer e. Heşê min belawela dike tê wê mehnayê jî wê hin jî bingeha ramanê xwe zexm nekiriye.

B. Jiya

17.02.14 – Mêrdîn

Nîşe: Tenê dîtinên min in…

Ger çavkaniya malperê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin