Tommaso Campanella

Tommaso Campanella

Derheqê Xwedê de rêya bidestxistina zanayiyan heke yek pirtûka pîroz be, ya din jî vekolandina xwezayê ye. Çimku xweza peyker, sî û dengvedana Xwedê ye. Di babeta hilberandina zanayiyê de jî, rêya tekane ezmûn/deney e.   

Tommaso Campanella | 1568-1639 

Têbinî: Filozofekî îtalî ye. Bi vekolanên xwe yên xwezayê navdar e û baweriya xwe bi lêkolîna ceribandinê tîne. Di utopyaya xwe ya bi navê <Welatê Rojê> de dewleteke îdeal pêşnûma dike. Campanella di vê berhema xwe de dewletek îdeal pêşnûma kiriye. Rêveberên dewletê fîlozofên olî ne, ku ji gelek aliyan ve baş hatine perwerdekirin. Hemû mirov, bi hevdu re xwediyê hemû tiştî ne. Mulkiyeta/malhebûna hevpar serwer e. Mirov di rojê de 4 seetan dixebitin. Dema mayî jî, ji bo huner, xwendin, nivîsandin û bêhnvedana ruhên xwe vediqetînin.

Bersivekê binivîsin