Wêjeya Kurdî, Beyî Felsefeyê Kêm e

Wêjeya Kurdî, Beyî Felsefeyê Kêm e

Wêjeya Kurdî, Beyî Felsefeyê Kêm e

Beriya 15-20 salan dema ku nû nû berhemên wêjeya kurdî li Bakûrê Kurdistanê dihatin çapkirin û belavkirin, gelek xwendevanên kurdî baweriya xwe bi wan berheman nedianîn û qerf û henekên xwe bi hin mijar, peyv û hevokan dikirin. Lêbelê piştî ku kar û xebatên wêjeyî zêdetir bûn, pêre pêre hejmara xwendevanan jî zêde bû û xwe gihande ast û radeya roja me.

Bêguman, ev prose bi zor zehmetiyên gelek mezin pêkhatiye û hêjî, di çend xalan de aloziya xwe diparêze. Meriv ji aliyê çend wesfan ve rewşa xebatên felsefeya bi kurdî û xebatên li ser mijarên zanistî yên bi kurdî, dikare bişibîne wan rojên beriya 15-20 salên dawî.

Hem wêje û hem jî felsefe, xebatên kirdewar in û ji aliyê mirovan ve, li gor hêza xeyalan û têgihiştina aqlî, têne hilberandin. Herdu jî, di nav çanda civakekê de têne hilberandin û di wê civakê de dijîn. Ji ber van sebeban jî, asta civaka meriv çi be, ya xebatên navborî jî ew e.

Niha ez carinan çav pê dikevim ku hinek wêjekarên me, bi dilgiranî û bi quretî xwe nêzîkî xebatên me yên felsefî û zanistî dikin û bi tenê bi çavê wêjekariyê xebatên me dinirxînin. Ev yek, têgihiştineke kêm û çewt e.

Heke niha em jî bi tenê bi çavê filosofiyê li hinek xebatên kurdî mêze bikin, bêguman dê ew jî li gor asta cîhanê ne berhemên serkeftî bin.

Lê em ê wuha nekin, çimku em dizanin ku ji bo pêkhatin, berfirehbûn û pêşketina xebatên bi vî rengî dem, xebat û piştgirî lazim in. Wekî din, zikê me ji gotin û awirên pûç û banegehî re jî têr e û bi sebebê vê yekê jî, em baş dizanin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

06.01.2016

Bersivekê binivîsin