Wesfên Dewleta Laîq
Wesfên Dewleta Laîq
Di vê cure dewletê de, kar û barên dewletê (zagonçêkirin, birêvebirin û darazdanîn) ji ol cuda ne û jê hatine veqetandin.
Taybetmendîyên Dewleta Laîq
1- Oleka fermî ya vê dewletê tune.
2- Dewlet ewlekarîya serbestîyên mirovan yên wek bawerî, îbadet, hilbijatina ol û hwd. dike.
3- Hiqûq, ne li ser unsûrên olî; li ser zagonên aqlî û şert û mercên hemdem yên jiyanê hatiye damezrandin.
4- Di dewleta laîq de, di pêşîya her tiştî de perwerdehî, piştra jî malbat, huner, zanist, ekonomî û jiyana rojane; ne li ser esasên olî, li gor pêdivîyên hemdem û şaristanîyê, têne sererastkirin û birêvebirin.
Ali Gurdilî
info@felsefevan.orgÇavkanî: Malpera Felsefevan