Wiha Axifî Nietzsche

Wiha Axifî Nietzsche

Wiha Axifî Nietzsche 

      Nietzsche kesayeta bijare û bilindciyan axînek kûr kişand li ser banê perestgeha bajêr, piştî nihêrîna li hal û tevgerne Yên li jêr!  Hêsirên neçarî, miçizî û hor-dîtinek mezin dabû rijandin vê nihêrîna li van kiryar û rewşên lotî, pespaye û erzan… 

Ber xwe de got: bê guman ev hor-dîtina mezin bû sedemê daketina min. Li jor, li bal bilindahîyan min axa walatê xwe niximandî dît bi wan reşqewaran ve, yên ku hemû ronahîyan dadiqurtînin û hewirdor noqmî nav reştariyan dikin. Ey welatê min, ey cîhê tarîyên ebedî! Hate bîra min ku heta niha tu tavekê bi tîrêjên xwe yên herî şemaldar ve jî nikarbûye ronahîyê bîne cîhana te! Ka li ku ye ew tava ku tîrêjên wê ji bin ve warin cîhana te ya sar, qerisî û tarî? Da ku tu veciniqî û bitirtilî gava  qeretû/sîlûwetên te yên rewirîn  xwûyabûn li ser perdeyên asîmanê te! Çi ye ronahî bêyî tîrêjdan? Çelek sor di çalek reş de. Divyabû ez daketama… 

Dû re li bal dilê xwe zivirî, loda têde qûçbûyî mezintir dît ji girseya kundebiran, bi xwestek û xwazîyên ji bo wan derfet û firsendên ji alîyê zanaperweran ve hatine deherandin. 

Gotinek wî ya berê hate bîra wî: Namûskar bibûn! namûskar bibûn ew e ku mirov li bê namûsîya xwe mikur were, qed nebe ji xwe tenê re. Çi  ye namûs? Ax gelê min heke te wê nas kiribya, te ‘ê wêya hinkûfê  mehkûm kirina nav du şeq-îb an, ji welat û wateya wê ebedîyen dûr nedîta. Di navbera kirin û zanînê de nehîştina rûdana dijberîyek anotî û bêbext e namûs, di dema serdagirtinên herî dijwar û bê eman de be jî. 

Nietzsche peyabû hat ber derê perestgehê, dengê weezek ket guhê wî:

Daxwaza di kesera valahîyê de tîngirtî 

berê xwe ji xwe guhast

qewimîn bergeh, war û ast

ji nav, ”bijare”yek hebandî xwast

got ev e rêrev êdî naxwazim tu gengeşî

ne jî dilmayîn, poşmanî û canêşî

kêr nayê êdî tu gotinek ku bibêjî

bivênevê ferman carek kelijî

û dû re wiha hate domandin weez: bi peyamên pîroz ve hatiye ragihandin ku ev gişk ji bo  we hatine kirin û nonkor nebin, bişêkirînin van qencîyan. Ji lêvên Nitzsche  bi bişêrînek nîv êş ve rijîyan ev peyv:  «Pêjin belkû jî ponija ”her tişt ji bo bikaribim hebûna xwe bidomînim hatiye afirandin” ji her zindîyî re bûye spartgehek ontolojîk û pexilîyek reben, zindî têde aş dibin û dirizin» 

Gelê ji çi re bigota rast û qenc? Heke ji desta were hildan ew gotin û kirinên ku di wî cîh û dema pêwîst de bi tevlêbûna xwe ve  ewletî, raserî,şanazî, serwerî û dewlemendî peyda dikin ji desthilatdaran re?

Ey koma peyrewan keresîyên perestgehan, yên ku bi evîxanî, komkujî, talan û tajanan ve lewitîne, ji xwe re wek warên pîroz, dibistana jîyanê dîtin û di bin sîyên wan de li starbûnê gerîn jîyan nîne rizyan e qesem bi nav û namûsa we ‘kim. Çi dibû ku te qasî kêlîyekî mêze bikira li vê helebel, xelxeleya xwe ya ji bo kundebirin, nêr û têr kirina gewdeyan bê sekin didome? 

Çi dibû ev hêza hêwirze, şayîş û xelxeleya te ya sirf ji bo nêr û têr kirinê, qasî domekî bi serdanpê bibûya ramanek îja xwe daweşanda carek? Gelo dê çi bima jê li para? Ji pêştirî têrtiyek birçî, nêrbûnek nemêr? 

Gelê mino!Ey dil û dîl ketiyê vê çeqûbera bêyom û jênefilitbar! Mirovan di baxçeyê venasîn û zanayîyê de bi hezaran tov û şitlên ramanan çandin. Iro li ser şaxên van şitlên ramanan ber bi bilind fezahîyan hildikişin, û zereqa şaristaniyê şemal daye bircên gerdûnê! Demekê bihê dê bÏzat bibin şûnên avadan ev warên fezahî. Yan na di dewsa xwe de mayîna di nav bin-heyîyan de rîskek mezin û nêzîk e li pêşîya te!

Ma tu qed şerm nakî ji van baxçeyên xwe yên rût û reqyayî yên tu di nav de diqilqilî? 

Ev roj li cem te ey gelê min, zanatiya herî bilind hêj jî tarîstanek erjeng e, têde bi tenê enîya kundebiran dibiriqe bi tenîya nezanperestiyê ve. Wêrekiya te serî nederxistina ji nîrên li ser stûyê te hatine danînê zêdetir çi ye? Zîrekiya te cûtina qûtne ramanên ji ber mirovan hatine hildanê zêdetir çi ye?  Kerixîme û bêzar im ez ji van raman, gotin, tevger û perestetiyên te yên dubare, kartû, parav, qerisî û kevin. 

Orhan Agirî 

13.02.2014 

Ger çavkaniya malperê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin