Wilhelm von Ockham û Nomînalîzm

Wilhelm von Ockham û Nomînalîzm

Wilhelm von Ockham û Nomînalîzm (1285-1347)

        Williamê Okhamî, wekî Wilhelm von Ockham û wekî William of Ockham jî tê nasîn. Fîlozofekî navdar yê dewra felsefeya skolastîk e û wekî damezranerê Nomînalîzmê hatiye dîtin. Li gor baweriya Ockhamî, yên tevayî/tumel ne xwediyê çêbûneke/hebûneke rasteqîn in û tiştên çêkirî ne. Yên tevayî/tumelî, encax weke hilbera ramana razber û di nav xebateka zanistî de, dikarin derkevine holê. Ew ne hêla hevpar ya pirraniyê ne, ew bi tenê navên ku li wan hatine/têne barkirin, in. Ji ber vê yekê jî zanist divê ne li tevahiyê, divê li yên taybet û tekane bikole. Çimku, bi tenê rasteqîniya heyînên tekane/yekhejmar heye. Tişt, ji destpêka xwe ve wek tekane/wek şexs/yekhejmar hene. Mirov dikare bibêje ku Ockhamî, xwediyê dilêrîneka amprîk bû û wiha bawer kiriye ku  ezmûn/deney, bingeha hemû texlîd zanayiyan e.

Yên taybet, heyînên tekane ne û çêbûna bûyeran, bi tenê bi rêya ezmûn û zanayiya ku xwe dispêre sehekan, dikarin werin zanîn. Ji bo vê yekê jî, hebûna teolîjîyeka rasyonel/aqilane ku pêşniyarên wê bi ezmûnê nikarin werin qontrol kirin, yan jî hebûna psîkolojîyeka ku dixwaze hebûna rih bipeyîtine, nikare were qebûlkirin.

Herweha yekîtiya Xwedê, bêdawîtiya/bênatiya wî û heta hebûna wî jî, bi awayekî misoger nikare were peyîtandin/îsbatkirin. Çimku zanayiyên bi vî rengî, encax dikarin bibin babeta/mijara baweriyê û encax, bi baweriyê ew dikarin werin pejirandin. Ev zanayî, ne dikarin werin peyîtandin û ne jî di pêvajoyeke peyîtandinê de, nikarin weke hêmanekî werin dîtin. Bi vê helwesta xwe re Wiiliam bi awayekî misoger, zanayî û baweriyê, ji hevdu cuda kiriye. Bi ramanên bi vî rengî yên Williamî re, felsefe êdî wekî berê ne; di xizmeta bawerî û teolojiyê de nema ye û bêtir hatiye ser xeta xwe ya resenî. Piştî vê pêşveçûnê; li hemberî zanayiyên ku hene, serxwebûna zanayiyê dest pê kiriye û zanayiyê, xwestiye ku xwe bibîne. Ramanên Wilhelm von Ockham, beriya 300 salan mizgîniya Ronesansê daye me.

Ramana Wiiliamî ya ku hebûna bingeheka maddî ya têgehan diparast, bi ramana îdealîzmê re dikete nakokiyê, ku li gor vê baweriyê jî, di bingeha rasteqîniyên madî de têgehên tevayî hebûn. Bi rêya nesneyên tekane û bûyerên girgîn, li vekolandina xwezayê û li ser vê mijarê hilberandina zanayiyan, ramanên fîlozofên berê dianî aqilê mirovan. Hemû aligirên/piştgirên skolastîkê, li hemberî William rawestiyan û ramanên wî qebûl nekirin. Piştra, dêrê wî aforoz kiriye. Lê dazanînên wî, di sedsala 14 û 15 an de zaningehan kiriye hola şer. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

16.03.2014

Jêder

1- http://www.felsefevan.org/williame-okhami-1285-1347.html

2- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Berhemeke neçapbûyî.

3- Antolojiya Fîlozofan. Ali Gurdilî. Berhemeke neçapbûyî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin