Williamê Okhamî – 1285-1347

Williamê Okhamî – 1285-1347

Williamê Okhamî, wek Wilhelm von Ockham û wek William of Ockham jî tê nasîn. Fîlozofekî navdar yê dewra felsefeya Skolastîk e. Williamê Ockhamî wek damezranerê Nomînalîzmê tê dîtin. Li gor bawerîya wî yên tevayî (tumel) ne xwedîyê çêbûneke rasteqîn in û ew tiştên çêkirî ne.

Yên tevayî encax wek hilbera ramana razber û di nav xebateka zanistî de dikarin derkevine holê. Ew ne hêla hevpar ya pirranîyê ne, ew bi tenê navên ku li wan têne barkirin in. Ji ber vê yekê jî zanist divê ne li tevahîyê, divê li yên taybet û tekane vekole.

Çimku bi tenê rasteqînîya heyînên tekane (yekhejmar) heye. Tişt, ji destpêka xwe ve wek tekane (wek şexs) hene. Williamê Ockhamî, xwedîyê dilêrîneka amprîk bû. Li gor nêrîna wî ezmûn (ceribandin), bingeha hemû texlîd zanayîyan bû.

Yên taybet, heyînên tekane û çêbûna bûyeran, bi tenê bi rêya ezmûn û zanayîya ku xwe dispêre sehekan, dikarin werin zanîn. Ji bo vê yekê jî, hebûna teolîjîyeka rasyonel ku pêşnîyarên wê bi ezmûnê nikare were qontrol kirin an jî hebûna psîkolojîyeka ku dixwaze hebûna rih bipeyîtine, nikare were qebûl kirin.

Herweha yekîtîya xwedê, bêdawîtîya wî û heta hebûna wî jî, bi awayekî misoger nikare were peyîtandin. Zanayîyên bi vî rengî, encax dikarin bibin babeta bawerîyê û encax bi bawerîyê dikarin werin pejirandin. Ev zanayî ne dikarin werin peyîtandin û ne jî dikarin di peyîtandinê de wek hêmanekî werin dîtin. Bi vê helwesta xwe re Wiiliam bi awayekî misoger, zanayî û bawerîyê ji hevdu vediqetîne.

Bi van ramanên William re felsefe, êdî wek berê ne di xizmeta bawerî û teolojîyê de ye. Li hember zanayîyê, serxwebûna zanayîyê dest pê dike û zanayî dixwaze ku xwe bibîne. Ramanên wî berîya 300 salan, mizgînîya Ronesansê dida me…

Ramana Wiiliam ya ku hebûna bingeheka maddî ya têgehan diparast, bi ramana îdealîzmê re dikete nakokîyê, ku li gor vê bawerîyê jî di bingeha rasteqînîyên maddî de têgehên tevayî hebûn. Bi rêya nesneyên tekane û bûyerên girgîn, li vekolandina xwezayê û di vir de hilberandina zanayîyê, ramanên fîlozofên berê dianî aqilê mirovan. Hemû aligirên skolastîkê, li hember William rawestîyan. Dêrê, wî aforoz kir. Lê dazanînên wî, di sedsala 14 û 15 an de zaningehan kir hola şer.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin