Xellac û Misilmaniya Ortodoks

Xellac û Misilmaniya Ortodoks

Xellac û Misilmaniya Ortodoks     

Misilmaniya Hallac, ne misilmaniyeka Ortodoks bû. Lewra, em tu carî nikarin bibêjin ku ew bi temamî li avahiya (bastûra) lewnî ya îslamê û li ravekirina ol ya wê demê re, lihev hatiye.

Girîngiya nimêj, zekat, rojî û hicê nîşan daye. Lê, li hember çûna hicê rawestiya ye û vê yekê bênev (mecbûr) ne dîtiye. Lewra wisa bawer kiriye ku, mirov dikare li mala xwe jî di quncikekê de vê seramoniya hiccê pêk bîne. Di “ Ehlî Sinetê ” de hêmana ol ya bingehîn, exlaq (sinc, rewişt) û edeb e.

Lewn, bi tenê di riya gihêjtina exlaqê de rêyek e. Mixabin ev dilêrîn, bi dem re xira bûye û lewn derketiye pêş.

Li gorî Hallac: Delkên olî rêyên heqîqetê ne. Armanca ol yên sereke dîtina heqîqet, rastî, başî û exlaq e ye. Mirovekî bênamus, bêedeb û bêsinc; çiqasê îbadetê bike bila bike, ew gunehkar e. Lê mirovên xwedîexlaq û xwedînamus, çiqas li zagonên olî neyêtin jî, ew dîsa mirovên qenc in. Niyet ji kiryarê girîngtir e. Herwiha lihevhatina zagona ya manewî; ji îbadetê çêtir e.

Zanist, ji aqilê şexsî bihêztir e. Hêvî, ji xem çêtir e. Têgihêjtin, ji zanînê delaltir e. Nîşandana hogiriyê, ji tenêtiyê û ji dudiliyê baştir e. Hezkirin, ji baweriyê baştir e.

Ev dîtinên ku me li jor qal kir,ji aliyê aligirên Hallac ve mîna wek îbadetê hatine dîtin. Bêguman, Hallac  kevneşopa sûfiyan didomîne…

Hallac wiha dibêje: “Ji bona mirovên ku di nav baweriya Xwedê de ne, rozeta wan Quran e. Çolçira wan ramana kûr e, tirsa wan jî, îman e. Destnimêja wan poşmanî ye û tenduristiya laşê wan, keda (an karê) helal e. 

Ew ji bilî Xwedê, ji tu tiştî natirsin û di her demî de, li hember Xwedê amade ne. Heta roja mirinê, rojiyê digrin, xwedî erdem in û rast tevdigerin. Bêgotiniya wan, temaşekirina wan ya li gerdûnê ye.”   

 Xwiya dike ku ji bona Hallac îbadeta bingehîn, rastî û bexttemamî ye. Sûfî jî, di eynî felsefeyê de ne. Îbadeta sûfiyan jî; daxwaza gihêjtina rastî, delalî, başî û exlaqê ye.

Li gorî Hallac: “Avkişandina poz, (bêvil) nepejirandina pozbilindî û mezinahiyê ye. Niyetkirin, dîtina Xwedê ye. Liserlinganmayîn, ketina nav yekkeriya Xwedê ye.

“Rûkû” (secde) xwe avêtina bextê Xwedê ye. Carekê din rabûna liserlingan, mê nêzîkê bênatiyê dike.”

Xwiya dike ku ev tevgerên destnimêj û nimêjê, di riya daxwaza gihêjtina Xwedê de tevgerên sembolîk in.    

Sûfî, herdem nîmêj û îbadetê dikin. Bi vê yekê re daxwaz dikin ku, di yekkeriya Xwedê de bin.

Li gorî baweriyên Karmatiyan jî: Pênc (5) wext nimêj, ne ferz û vale ye. Lewra, îbadet divê ku ne ji bona bihûştê, belam divê ku ji bona gihêjtina Xwedê be. Bi Xwedê re yekbûn, bi naskirina rûçikan dest pê dike.

Bi gotinekê din: Rûçikên Xwedê eqil, rastî, heqîqet û exlaq e û bi gihêjtina van rûçikan, mirov nêzîkê Xwedê dibe.

Belam, li gorî Hallac: îbadet û nimêj ne vale ne, beravajî bênev in. (Bivênevê ne)

Lê tiştê girîng, gihêjtina Xwedê û azadkirina giyan e.

Hasilê: Hallac  ji bona pênc (5) şertên îslamê wiha dibêje: “Bismila berî her tiştî ye. Bi vê yekê re heyîna yek Xwedayî û pêxemberiya Muhammed, tê pejirandin.

Ancax di her demî de, an hercar, di dubarekirinê de tu feyde tune. Lewra, divê ku mirov bi tenê di gotinê de nemîne û divê ku mirov nêrîna dilê xwe veke. Ji bilî van, pêwîste ku mirov fêm bike, bixwîne û têbigihêjê. Ji sibê heta êvarê di dewsa bismilakişandinê de, xebata dil û eqil, êdî bi wate ye. ”    

Ji bona wan çar (4) şertên din yên îslamê jî Hallac  dibêje ku, ew bênev in. Ancax dibêje ku, ew ji bona gihêjtina armancê, bi tenê rê ne.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

ÇAVKANÎ: Louis Massignon. Yên vediguhêzîne: Prof. Dr. Niyazi Ökten. Dar-ı Mansûr. Weşanên Ant. Rûpel: 92- 93- 94- 95

Ev nîvîsar, beşa 18 an, ya kitêba mamoste Ali Gurdilî ye…

Hege çavkaniya nivîsaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Ferhengoka Tevlîhev (Bi Kurdî- Tirkî)

Zagon: Kanun, yasa.

Edeb: Terbiye, adab.

Lewnî: Şekli, şekilsel.

Delk: Kural.

Hêvî: Umut.

Gerdûn: Evren.

Tenduristî: Sağlık.

Çolçira: Meşale. Ucunda yanıcı bir madde bulunan, aydınlatmaya yarayan değnek.

Bextemamî: Dürüstlük.

Bênatî: Sonsuzluk.

Yekkerî: Bütünlük.

Pozbilindî: Kibir, gurur.

Bismila: Besmele.

Heyîn: Varlık.

Bêgotinî: Sessizlik. Sessiz olma hali.

Dudilî: İkircikli. Karasız, duruksun.

 

Bersivekê binivîsin