Xiyanet?

Xiyanet?

Xiyanet?  

Dibe ku carine peyvên xwerû ne besî şirovekirina tiştekî wisa bin, ji ber wê dixwazim bi serpêhatiyekê xeyalî dest pê bikim. Dem bihar bû, erdê kirasê xwe yê rengîn li xwe kiribûn, kêf û şahî dixiste nava ajal û rihekan.

Sê kûsiyên kurd; Serkeviro, Zikreşo û Têrpîvazo hevalên hev bûn. Biryara xwe dabûn ku derkevin seyranê. Kar û barê xwe kiribûn û firaxên xwe tev dagirtibûn da herin. Ketin kezeba rê û bejna xwe li ba kirin.

Piştî pêncî salî giheştin qada seyranê ‘’ya ku şaredariya Amûdê taybet kiribû ji seyranê re’’. Çandira xwe vegirtin û pertalên xwe raxistin. Goştê xwe derxistin jibo kebab û sîxikan ji xwe re çêkin, û sindoqa bîraya cemdî danîn ber. Lê sed mixabin mifteya vekirina bîrayê neanîbûn. Çi heyf her yekî dest pê kir lomê li yê dî bike, yanî wek ku dibêjin her kesî tira xwe dixist qûna yê din.

Rebenê Zikreş hêrs bû û dîsa ket kezeba Riya vegerê, lê berîya here, soz ji wan stend ku destê xwe nedin xwarinê heta ew vegere!! wan jî ev qebûl kir!!. Dem zû derbasbû, 100 sal çêbûbû û divabû hevalê wan bigheşta cem wan, lê hîn nehatibû. Çend salên din jî derbas bûn û bûbû 130 sal û hîn hevalê wan venegeriyabû. Birçîbûnê êdî zor dabû wan. Her du hevalan biryara xwe dan ku dest bi xwarina xwe bikin.

Rahiştin sîxikên xwe û danîn ser êgir xweş biraştin ew goşt û danîn ber xwe destên xwe avêtinê da bixwin , wek tebakî, tiştekî lingê xwe li goştê wan xist . dîna wan dît hevalê wan Zikroşo ye!! hêrs bûye û bi şer û qerebalix, ji pişt darê derdikeve ku ‘ev 130 sale xwe veşartiye’ û dibêje weke sed heb ji min re bibêjin ku hûn ê xayintîyê bikin , erê min dizanîbû hûnê xayntîyê bi min re bikin !!! Ne xêr, hîn gelek ji civaka me bi vê şêweyê ‘’xiyanetê’’ dinasin û li gorî vê mentiqê tev digerin. Ji xwe ne veşartî ye ku serok û rêberên me û li ser televizyonên dagirkerên xwe yan li pêşiya gelê xwe hev wek ‘’xayin’’ binav dikin. Heger em vegerin li sedemên wê bigerin, mirov nikare sedemek wek ya ‘’zikreşo’’ jî bibîne.

Tiştekî ne rewa û normal e heger rexnegir, hunermend, nivîskar û xelka xwe ya normal, we wek xayin bi nav bike?? Çendîn zana û rewşenbîrên me hatine kuştin bi fermanên axa, şêx û serokên me?

Kî çi dibêje bila bibêje, ez hevoka rahmetiyê Mele Mistefa (heger dewlet û dijmin kurdên bi partiyê re dikuje, û em jî rabin kurdên ne bi partiyê re bikujin, naxwe kurd namînin) ji bîr nakim.

Bi van kiryaran, tenê em dikarin tovên tirsê biçînin , û bawerî û hezkirin li gel tirsê nacivin!! Heger ji min bê pirsîn ka ‘’xiyanet’’ çi ye? Ez ê bibêjim, xiyanet tine ye, gotineke çêkirî ye, wek formeke tund ji derewê re ye. Hatiye çêkirin ji bo meşrûkirin û rewakirina gihiştina zirarê li yê himberî xwe ye…

Mihemed xêr ŞÊXO

mohammadcheikho@gmail.com

19.11. 2013

Bersivekê binivîsin