Xoşewîst (St) Augustînus

Xoşewîst (St) Augustînus

Xoşewîst (St) Augustînus Dewletê Çawa Dinirxîne?

Bingeha ramana filehtiyê, yekemîn car ji aliyê St. Augustînus (P. Z . 354- 430) ve hatiye avêtin û felsefeya skolastîkê ji aliyê wî ve, li ser hîmê felsefeyekê hatiye rûniştandin. Di bin bandûra Stoa û Platon de maye û hemû imrê xwe, ji bona ola filehtiyê derbas kiriye. Berhema wî ya sereke, bi navê “Dewleta Xwedê” (civitas Dei) berhemek e. Di vê berhema xwe de dibêje ku “Xwedê di şeş rojan de dinyayê afirandiye.” Hejmara şeşê, (6) mîna wek hejmarek pîroz dibîne.

Herwekî: 1+2+3+=6 û 1 X 2 X 3= 6

Li gorî dîtina wî, du texlîd dewlet hene: 

1- Dewleta erdê.

2- Dewleta ezmanan.

Nêrînên Wî Yên Civakî Û Felsefî

1- Dijberê milkiyet, newekhevî û koletiyê ye. Nemaze, li ser koletiya hûndirîn radiweste. Lewra dibêje ku koletiya ji derve çarenûsek e û mirov, nikare li hember wê rabe. Û dibêje ku, divê mirov, li hemberê fermanên karbidestan jî qet ranebin. Bêguman, di vê xetê de bi xwe re dikeve nakokiyê. Lê divê ev ramanwer jî, li gorî dem û şertên ku jiyaye bêtî nirxandin û şertên civakî û dîrokî, yên wê demê jî, divê bêtin hesibandin. Lewra, di wê dewra ku ew lê dijiya, li aliyekî împaratoriya Romayê (ku heta demekî, ji aliyê vê dewletê ve tehde û sitembariyekê mezin li filehan hatiye kirin) û li aliyê din jî, dêr hebû.

2- Beş û tebeqebûna civakî dipejirîne. Xwedê, rol û şûnwara mirov kifş kiriye û divê ku, tevgerên mirovan di vê çerçoweyê de bin. St. (Ezîz) Augustînus; van dîtinên xwe, bi dîtinên ola filehtiyê re bi awayekî hişk girê daye û wiha, pêşkêşê civakê kiriye.

3- Civakê, mîna orgenîzmeyekî dibîne. Û li gorî wî: “civak, yekîtiya bikêrhatinan e.” Di vê niqteyê de, em dibînin ku ew fonksîyonel e. Lê mixabin, bi nêrîneka olî.

4- Li gorî baweriya wî; “Xwedê, hemû tiştî dihewisîne û mirov, ne xwediyê tu serpereştiyê ye.”

5- Di navbera rêvebirinê (administer) û yên têne rêvebirin de, cudatiyekê ava kiriye.

Berhemên Wî

1- “Contra Academicos.” – (Li hemberê aqademiyan.)

2- “De beata vita.” – (Li ser jiyaneka berxwîdar.)

3- “De ordine.” – (Di bandêra xwedayî de başî û xirabî.)

4- “Soliloqua.” – (Guftegoy.)

5– “De libero arbitro.” – (Li ser hilbijartina serbest.)

6- “De civitate dei.” – (Li ser dewleta Xwedê.)

7- “De trinitate.” – (Li ser yekîtiya sêmend.)

8- “Confessiones.” – (Mukurhatin, çîroka jiyanê.)

9- “Retractiones.” – (Nêrînek li ser rabirdûyê.)

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin