Xweda, Rastî û Nemirî

Xweda, Rastî û Nemirî

Xweda, Rastî û Nemirî – Murad Silêman Elo

Wergêran ji Erebî: Jaff

Xweda

Her wê dema min hest bi tarîtiya di malzaroya diya xwe de kirî, Milyaketekî dest da min û ji min re got: “nameya Xwedayê te ji te re weha ye: min xwe bixwe afirand û tu ji xwe re”. Min guhê xwe neda wî û min xwe bi coşa germahiya diya xwe ve mijûl kir. Sed hezar sal derbas bû, ez li xewnekê de bûm li hembêza diya xwe de dema ew milyaket hat û gote min: ” Xwedayê te ji te re dibêje: min her tişt ji te re anî heyînê û tu bo xwe”. Min dîsa axaftina wî piştguh kir û min germahiya hembêza diya xwe xwest.

Piştî derbasbûna sed hezar salî dî, ez bi zarokên gund re li qada lîstikan bûn, ew milyaket bi dêmekî mişt ken ve hat û ji min re got: “Xweda ferman de min ku ji te re bêj im: her tişt li dora te re digere, ez dixwazim tu li dora min re bigerî” Min giring î neda peyva wî û min bi destê hevalên xwe girt û em li dora lîstikên xwe yên ji heriyê re geriyan. Sed hezar sal borî, ez bixwe çûme cem Xweda û min rasterast jê re got: ” Eger tu Xwe-da bî, ma ez jî ne Ez-da me?! Wê kêlîkê wî ez xistim mista xwe de, min hest bi germahiyekê kir ku ji xeynî hembêza diya min tiştekî wisa nebû. min bi xurtî divya ez li dora her tiştî re bigerim, lê her tişt li dora min re digeriya.

———————–

Rastî

Eger te ji geya pirsî ka tu çima li bin keviran de şîn dibî wê bêje: ” ji ber bizin min dixun”. Eger te ji bizinan pirsî ka çima hûn vî geyayê wisa nazik dixun wê bêjin: “bi hiceta ku mişk nanê malê dixum kebanî me têr xwarin nakin” eger te ji mişkan pirsî çima hûn wisa dikin wê bersiva te bi pirseke dî bibersivînin: “çima pisîk me dixun? ” bi tenê pisîk wê bersiva rast bide: “em mişkan ji keyf û levzeta xwe re dixun”. Dibe ev sedem be ku rastiyê neh giyan (ruh) dane pisîkê.

———————————–

Nemirî

Belatînkek ciwan û xweşik hebû, bi geryana li nav gul û çîçekan dilê wê mişt kêf û xweşî bû. Beqeke pîr û kore hate cem belatînkê û jê pirsî ka ew hez dike here buhiştê û li wir nemiriyê bi dest bixe. Belatînk bi aqilê wî keniya û got: ” temenê min tenê heftiyeke paşê ez ê bixwe herim buhiştê, ez pêşniyar dikim ku tu ji xwe re li buhiştê bipirsî ey beqa kore”, beqê lê vegerand: “çima tu li min na gehî, ez dixwazim vê temenê te yê dirêj biqedînim”. Paşê beqê belatînk xwar. 

18.02.2017

Bersivekê binivîsin