Xwedawenda Dadê: Themis

Xwedawenda Dadê: Themis

Xwedawenda Dadê: Themis (Temîs)

Themis, li gor mîtolojiya Yewnan keça Uranus û Gaia ye û  xwedawenda dad û pergalê ye. Xuyabûna dada Xudayî ye. Piştî Metîs jina duyem a Zeus e. Du zarokên wê û Zeus hene: Horae û Moirae.

Ew bixwe ne hêrsoyî û sizader(yê ku siza/ceza dide) e. Gava li hemberî wê bêrêzî û bêdadî û neheqî pêk hatî, ew bêdeng maye û şûna wê Nemesis bersiv daye, siza daye. Her wiha Themis kahîn e, cewhera wê ya kehanetê heye, cihê kehanetê Perestgeha Delphi’yê wê ava kiriye.  

Carên pêşîn bi Eris’ê ku taybetiyên Eris û Themis ber hev re jî naçin, re hatiye nîgartin/resmandin. Piştî wan deman û van serdemên dawî, di destê wê de mêzîn û çavê wê girêdayî hatiye resmandin. Mirov dikare bêje ku Iustitia di mîtolojiya Romayê de Themis’a di mîtolojiya Romayê ye.

Themis bi hersê xwedawendan re pergala demsalan, salan û hunerê pêk tînin. Themis, xwedawendeke di navbera hebûnên/heyînên zindî de ahenga di navbera jiyîn û mirinê saz dike, bi vî awayî heyîneke xwedawendî ye.Themis qanûn e, rêzik e. Lê ne qanûneke yek rojî an jî du rojî ye, di cîhana xwedawendan de di cîhana mirovan de jî qanûna xwezayî ya ku nayê guhertin, gerdûnî û nemir e.

Themis, li Olympos’ê dijî, di civînên Xwedawendan de serokatiyê dike, pergala li Olymposê ew diparêze. Homeros jî wê nas dike, dizane; di Îlyada’yê de axaftina xwe ya bi Hera û Zeus re nîşan dide, lê zêde qala Themis nake, efsaneya wê, çîroka wê nîn e.Themis li her cihî û li her derî ye. Heyînên xwedawendî hilberîne/diafirîne û bi van bandora xwe didomîne û bi van heyînan ji xwedawendan bihêztir e, ji ber vê wek ku li serê girê Ehram’ê rûniştiye Themis. Navê wê jî ji rayekeke ku tê wateya danîn, bicihkirin, rûniştandin, çêbûye.

Bi kurtasî; ‘Şûr’ hêz û pêximkeriya sizayên dadê dayîn, ‘Mêzîn’ dadê û bi ahengeke xurt belavkirina dadê nîşane dike/sembolîze dike. ‘Jin’bûn û ‘Xama/Bakîre’bûna wê serbixwetiyê îfade dike. Her wiha çavên wê girêdayî ne, ev jî bêalîbûnê nîşane dike. Ji ber ku rêgezên hiqûqê yên gerdûnî li ser xwe nîşane dike/sembolîze dike peykerê Themis’ê bi awayê herî baş dadê îfade dike. 

Rênas Xendekî 

26.10.2014

Bersivekê binivîsin