Xweseriya Dînê Êzdayetiyê
Xweseriya Dînê Êzdayetiyê
Dînê/ola êzdayetiyê, dînekî eklektik/bijarteker nîne û dînekî xweser e. Mixabin, têgihiştineke çewt a bi vî rengî berbelav e û wiha tê fikirîn ku êzdayetî baweriyek bijarteker e. Lê ev nêrîn/dilêrîn ne rast e, bawerî û dînê êzdayetiyê jî dike mîna dînekî/oleka pînekirî.
Di dînê êzdayetiyê de xweşdîtin, hezkirina ji xwezayê û mirovan, hesta tolerans û empatiye heye. Herweha hêvî û duayan bawermendên êzdî, ji bo 72 miletên cîhanê û temamiya mirovahiyê ne. Lê ev rûmet û hezkirina ku ji bo bawerî û kulturên cihêreng tê girtin, mixabin rê li têgihiştineke çewt a bi vî rengî vedike.
Ali Gurdilî
17.12.2014