Zanayiya Felsefî

Zanayiya Felsefî

Zanayîya felsefî, di encama têkiliya fîlozof û nesneya wî/wê de dertê holê. Fîlozof berê her tiştî dixwaze ku pê (bi wanekê, bi nesneyê) bizanibe û bi vê helwestê xwe nêzîkê babeta xwe dike. Zanayî jî, wê di dawîya vê têkilîyê de wek hilberekê derkeve holê. 

Taybetmendiyên Zanayîya Felsefî 

1- Zanayîya felsefî rasyonel (mantiqî ye) e: Zanayîya felsefî, mantiqî ye. Nivîsareka felsefî, berîya her tiştî divê li gor mantiqê be û mantiqî be. Di naveroka xwe de, divê tu nakokîyan nehewîne. 

2- Zanayîya felsefî bi rêkûpêk (bisîstem) e: Zanayîya felsefî, ji hêla mantiqê ve dişibe karê honandinê. Fîlozof, ramanên xwe bi awayekî hûr û kûr; ji tevayîyê (deduksiyonê) dest pê dike û bi awayê pêşnîyaran pêşkêş dike. Ji van pêşnîyaran jî, xwe digihîne encaman. Encama ku ji layê fîlozof ve hatiye bidestxistin, ji bo têgînîkirinê an jî ji bo fikrekî din; vediguhere pêşnîyareka serdestpêk û heta ku digihêje pêşnîyara dawî, bi vî awayî berdewam dike. 

3- Zanayîya felsefî zanayîyek hevgirtî ye: Zanayîya felsefî, ji ber avahîya xwe ya mantiqî û rêkûpêk, divê hevgirtî be jî. Ramanên ku tênê pêşkêş kirin, divê hevdu çewt dernexin û bikaribin hevdu temam jî bikin. 

Ramanên bi hevdu re ne girêdayî, ên derheqê heyînê de; ji bilî felsefeyê, mirov dikare bibêje ku wê ew ancax di asta ceribandinê de bimînin. 

4- Zanayîya felsefî, zanayîyek tevdeyî ye: Zanayîya felsefî, derheqê tekaneyan (yekhejmar-tekîl) de fikrên xwe nabêje. Ango, ji bo felsefeyê yeko yeko wesfên daran, di rêza duyemîn de ye. Ji bo felsefeyê ew wesfên ku hemû daran dikin dar, girîng in. Lewma jî felsefe, ji me re yeko yeko behsa taybetmendiyên her darekî nake. Lê, di derheqê hemû daran de bi nêzîkayîtêdanek tevdeyî, dikare hindek zanayîyan bide me. 

5- Zanayîya felsefî zanayîyek razber e: Zanayîya felsefî, di nav hewl dana bi awayekî gelemper (tevdeyî) de, bi awayê razberkirinê (soyutlamayê) dertê holê. Pirsa felsefeyê “Çî?” ye. Ango ji bo felsefeyê ne dar, lê daristan girîng e. Felsefe dibêje; “Çawa dibe ku em ji vê nesneyê re dibêjin dar?” Ji bo felsefeyê, ya girîng ev e. Piştî vê yekê, ew taybetmendiyên ku daran dikin dar, ew êdî ne taybetmendiyên yek darekî ne; ew vediguherine taybetmendiyên hemû daran. Ev yek jî, taybetmendiya zanayîya felsefî ya “razberbûnê” ye. 

6- Zanayîya felsefî ji bo fikrên din jî dibin bingeh: Di dema hilberandina zanayîya felsefî de, fîlozof bala xwe didinê ku fikrên wan, ji bo fikrên din jî, bikaribin bibin bingeh. 

7- Zanayîya felsefî zanayîyek kirdewar e û ne misoger e. Zanayîya felsefî, wek misogeriya zanistan; ne xwediyê misogerîyekî ye. Felsefe, tu carê nakeve lêkolîna misogerîyê û helwesteka wê ya wiha jî tune. Felsefe, di tu mijaran de, gotina xwe ya dawî nabêje û derdeka wê ya bi vî rengî jî tune. Zanayîya felsefî ji ber ku ji layê fîlozofan ve tê hilberandin û ramanên her fîlozofekî ji yê din cihêwaz e, ji misogeriyê dûr e û zanayîyek kirdewar e. 

8- Zanayîya felsefî tiştên ku divê pêk werin dibêje: Ev yek, taybetmendiyeka girîng ya zanayîya felsefî ye. Zanayîya felsefî, her dem ne tiştên ku hene, lê tiştên ku divê hebin dibêje. 

9- Zanayîya felsefî têgînî (kavramsal e) ye: Fîlozof, têgînan (têgehan) hildiberîne û li hawirdora wî, têgîn her dem ne amade ne. Fîlozof bi awayekî cihêreng xwe nêzîkê têgehekî dike ku, ev helwesta wî wiha dike ku ew têgeh, ji nav loda têgehên ji rêzê derdikeve. Mesela têgeha “hilik- oz” ya Arîstoteles, “îdeaya” Platon, “cogitoya” Descartes û “geîsta- rih, giyana” Hegel, bi vî awayî ne. 

10- Zanayîya felsefî şopên dema xwe dihewîne: Di ramanên her fîlozofekî de, şopên dema wî hene. Lewra fîlozof jî di civakekî de dijî, bandorê li civaka xwe dike û dikare di bin bandora civaka xwe de jî bimîne. 

11- Zanayîya felsefî li ser hev dicive: Zanayîya felsefî, wek zanayîya zanistî bi pêş ve naçe, ancax dikare li ser hevdu bicive. Wek mînak: Zanyarek, dema ku li ser kêşanê ezmûnekî pêk tîne; ranabe hemû zagonên kêşanê ji nû ve îcad nake /naceribîne; ew wek zagon ji xwe hene û zanyar, bi tenê wan bikar tîne. Lê fîlozof, ji bo ku bikaribe berhemek xweser biafirîne û awira xwe nîşan bide; divê ew serî li hemû zanayîyên ku bi mijara wî re têkildar in bide û bi vî awayî, dîtina xwe pêşkêş bike. Dubarekirina hindek zanayîyan jî, tu kesî nake fîlozof. 

12- Zanayîya felsefî bi pirsên xwe gerdûnî ye: Zanayîya felsefî bi pirsên xwe yên ku li benda bersivdanê ne re, dibe zanayîyek gerdûnî. Her fîlozofek li gor awira xwe pirsekî peyda kiriye û li bersiva wê pirsê gerîyaye. Helbet, bersiv jî girîng in. Lê pirsên fîlozofan, ji dema xwe derbas bûne û bûne wek pirsên ji bo hemû dewr û dewranan. Mesela di felsefeya Kant de, pirsa “zêhna mirov, gelo dikare bi çî bizanibe?” giirîng e û mirov dikare bibêje ku girîngiya vê pirsê hê jî didome.  

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin