Taybetmendiyên Zanayiya Rojane

Taybetmendiyên Zanayiya Rojane
Mirov, yek fizikî û ya din jî civakî, di pergalekê dualî de dijî. Li ser herdu cîhana jî, têgihiştinên wî/wê hene. Heçî pergala civakî ye, jiber ku ji zarokatiyê heta kalitiyê bandora wê li ser mirov zêdetir e, mirov dikare bibêje ya ku têgihiştina mirovî destnîşan dike ew e. Lê ev yek, wê rastiya ku em derheqê pergala civakî û pergala fizikî de zanayiyan bi dest dixin, ji holê ranake.
Di zanayiya rojane de, rêbazên ku xwe disperin têkiliya sedem-encamê, tune nin û çavkaniya vê cure zanayiyê, jiyana me ya der e, ya ku em têde dijîn e. Ev cîhana der, bi pênc lebatên me yên sehekî tê têgihîştin. Rola ferasetê/sezgiyê jî, di bidestxistina zanayiya rojane de mezin e. Ji ber vê yekê jî zanayiya rojane, zanayiyeke kirdewar/subjektîv e.
Rastî û derbasdariya vê zanayiyê, girêdayê tecrûbeyên/ceribandinên şexsî ye.
Tiştê ku qîmeta vê zanayiyê zêdetir dike ew e ku ev zanayî, bi kêrî jiyana me ya rojane tê û di vê yekê de, dibe alîkarê me. Herçiqas bi kêrî jiyana me ya rojane were jî, em nikarin bibêjin ku ev zanayî xwedîyê bingeheke zanistî ye.
Mesela di rojeka biewr/ewrdar de, em wiha difikirin ku wê baran bibare û em, ji bo ku şil nebin; em sîwanê bi xwe re digerînin. Ev biryara me, xwe disperê zanayiya rojane û bi kêrî me tê. Ango, hege baran bibare, wê em ê şil nebin.
Dîsa zanayiya ku em jê bawer dikin ku hingiv ji qirka mirovî re baş e, dibe ku di rojên zivistanê yen serma de bi kêrî me were. Ligel vê yekê, em dîsa jî tu car nikarin bibêjin ku ev zanayî, zanayîyek teqez/rast e û encamên wê, dîsa heman encam in…
Ali Gurdilî
23.03.2013
Jêder
1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.
2- https://www.felsefevan.org/zanayiya-rojane.html
Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.
- Şikparêziya Xezalî - 30/03/2019
- Bi Rêya Delîlê Ehlaqî Ravekirina Hebûna Xwedê - 16/01/2017
- Di Serdema Navîn de Rewşa Felsefeyê - 12/01/2017