Zaningeh û Azadiya Ramanî

Heke Tirkiye welatek demokratîk bûya, dê azadiya ramanî ya akademîsyenên zaningehan jî hebûya. Mixabin li Tirkiyeyê zaningeh jî ne azad in û di bin zilm û zordestiya YOK’ê (Saziya Perwerdehiya Bilind) de ne.
Ji xwe çi dema ku mijar dibe kurd û Kurdistan, hemû saziyên Tirkiyeyê çavê xwe digrin û bi zanetî, rastiyên civakî, dîrokî û zanistî înkar dikin. Ma mamoste Beşikçî bo çi ji 20 salan zêdetir di hepsê de ma?
Raman û zanist, li welatên ku azadî lê heye dikarin geş bibin, ku ew jî li Tirkiyeyê ji xwe tune. Heke hebûya, dê rayedarên dewletê guh bidana gotin û ramanên wan. Lê ka ew aqil?
Ali Gurdilî
17.01.2016
Latest posts by Felsefevan (see all)
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021