Zayîna Ramana Aqlî

Zayîna Ramana Aqlî

Zayîna Ramana Aqlî  

Fîlozofên rojavayî yên beriya Sokratesî, derheqê dinyayê de dozîneyên/teoriyên gelek mezin afirandin. Herçuqasî gelek çewtî di wan dozîneyan de hebin jî, hinekên wan gelekî kûr in û bandûra wan heta roja me ya îroyîn jî berdewam kiriye. 

Fîlozofên pêşîn di heman demê de, bi du awayan xwe ji awira rabirdûyê cihê kirin.

Di desta yekem de beyî ku serî li ol, wehî, desthilatî yan kevneşopê bidin, bi riya aqilê xwe xwestin ku dinyayê fam bikin. Ev yek, bi serê xwe tenê rûdaneke nû bû û ji bo pêşveçûna mirovî jî, gaveka gelekî girîng bû. Fîlozofên pêşîn bi vê yekê, rê û rêbazên fikirîna aqlî jî fêrî mirovan kirin. Herweha, ew ne li bendê bûn ku şagirdên wan jî herdem fikrên wan biperjirînin û wekê wan bifikirin. Rêzê, ji fikrên cihêreng/cuda re girtin û vê yekê fêrî şagirdên xwe jî kirin. Çimku, ew mamosteyên pêşîn bûn û nedixwestin ku ramanan wisa hazir û di nava qalibên naguhêr de, vebiguhezînin şagirdên xwe. Mamosteyên pêşîn, dixwestin ku şagirdên wan jî fikrên xwe bi serbestî bînin zimên, li dijî fikrên ku napejirînin rabin û bikevin guftegoyan. 

Herdu pêşveçûnên ku di jiyana zêhna mirovî de hatin dîtin, bêguman girêdayî hev in û xwediyê wesfên şoreşgerî ne. Sebebê rûdana wan ya di heman demê de, ev yek e. Herdu pêşveçûnên ku wê demê hatine dîtin, bingeha tiştê ku em îro jêre dibêjin <fikirîna zêhnî> pêk tînin. Dema ku derketine holê, di zêhn û zanyariya mirovî de bûne sebebê berfirehbûneke gelekî mezin û nedîtî. 

Fîlozofên ku xwediyê taybetmedî û terzê navborî bûn, B.Z. di sedsala 6. an de li Yewnana Kevnare hatine dîtin. Di nav wan fîlzofan de, Thales wekî fîlozofê pêşîn tê dîtin. Thales, li bajarê Mîletosê hatiye dinyayê, ku Mîletos dikeve aliyê keviyên rojavayê ya Asyaya Biçûk û di nav sînorên Tirkiyeya îroyîn de ye. Thales û şopgerên wî, ji ber navê bajêr bi navê <Xwendegeha Mîletê> hatine zanîn û nasîn.  

Roja zayîn û mirina Thalesî bi awayekî misoger neyê zanîn jî, em dizanin ku ji ber pêşbîniya xwe ya girtina rojê, di navbera salên B.Z.585 û B.Z.580 de, gelekî navdar bû û baş hatiye nasîn. Hêla herikana çemê <Kizilirmakê> guherandiye û wiha kiriye ku Kroîsosê qralê Lydîayê, bikaribe ji çem derbas bibe. Ango, yek ji wan endezyarên pêşîn bû jî.    

Tişt, ji çî çêbûne?

Thalesî, herî zêde li ser pirsa <Dinya, ji çî çêbûye?> rawestiyaye. Li gor baweriya wî, divabû ku hemû tişt ji yek tiştekê der biçûna. Ev nêrîn, nêrîneke gelek nefambar û metelhişt/şaşker e. Çimku, em îro bi rastiya wê dizanin. Hemû nesneyên madî, dikarin weke vejenê werin dîtin/sepandin. Thalesî nikaribû bi vê yekê bizanibe, çimku wê demê zanista fizîkê ku riya vê yekê vekiriye, tunebû. 

Dost û nasên Thalesî, ji ber xizaniya wî pirî caran tinazên xwe pê kirine. Ew jî radibe ji bo saleka din hemû presên zeytûnan kirê dike û di wextê zeytûna de jî, wan bi bihayekî baş dide bi kirê. Nexwe fîlozof neku nikarin pereyan qezenc bikin, ji ber ku bala wan li ser tiştên cihê ye; ew bala xwe nadin tiştên wiha.     

Thalesî wiha fikiriye ku hemû tişt, bi awayên cihêreng ji avê çêbûne. Wî dîtibû ku av di pergaleka gelek sar de, dibû kevir/cemed û di pergaleka pirr germ de jî, dibû hewa/dûkel. Her wextê ku baran dibariya, ji axê giya/dirext hêşîn dibûn. Nexwe dirext jî, lewnekê cihêreng ê avê bûn. Pêdiviya her cure zindiyan, bi berdewamî û bi awayekî jêneger, bi avê hebû. (Em îro dizanin ku pirraniya laşê me, ji avê pêk hatiye.)  

Ji ber vê yekê jî Thales wiha fikiriye ku ser rûyê erdê, di nava avê de dilive. Nexwe, ser rûyê erdê ji avê der çûye û ji avê pêk hatiye.  

Fîlozofê Anaksîmandros (B.Z.610-546), li Mîletosê hatiye dinyayê û şagirdekî Thales e. Anaksîmandros jî, hinek zanayiyên din li ser toriya Thales zêde kiriye. Li gor baweriya Anaksîmandros jî, heke ser rûyê erdê bi saya avê hebe, nexwe divê av jî bi saya tiştekê din hebe û ev rewş, heta hetayê wiha berdewam dike. Di vê rewşê de, bi awayekî mantiqî mirov dikare heta hetayê jî here rabirdûyê. 

Kesê ku cara yekemîn nexşeya dinyaya me çêkiriye û gotiye ku dinya, xwe naspêre ti tiştan û wiha xwe bi xwe li hewayê ye, Anaksîmandros e. Ligel vê vedîtina girîng jî, mirovan demekê dirêj wisa bawer kirine ku dinya ripîrast e.   

Anaksîmandros vê pirsgirêkê, bi ramaneka metelhişt çareser kir. Dinyaya me, bi tiştekê ve ne girêdayî bû. Ser rûyê erdê, nesneyeka hişk e û di valahiyê de daliqandiye. Anaksîmanros wiha fikiriye ku em li ser zemîneke rast in û ji ber vê yekê jî, gotiye ku dinya/ser rûyê erdê mîna diskeke pehn e. Û wiha pêde çûye: <Dinya, li hewayê bi tiştekê ve ne girêdayî ye û ji hemû tiştan, bi dûrahiyên wekhev dûr e û ji ber vê yekê jî, di ciyê xwe de wiha rawestî/sekinî dimîne. Lewnê dinyayê, dişibe bîdonekê û dema ku em li ser rûyê aliyêkê bi rê ve diçin, rûyê din li aliyê din dimîne.> 

Ligel vê yekê, Anaksîmenesê şagirdê Anaksîmandros, baweriya xwe zêde bi teoriya mamosteyê xwe neaniye. Li gor bîr û baweriya Anaksîmenes jî: Beroşeka devgirtî piştî ku ava wê baş dikele, devgirtek bi hêza dûkelê radibe hewayê. Ser rûyê erdê jî, mîna wê devgirtekê bi saya hêza rakirina hewayê, li hewayê dimîne. Di vê xalê de divê mirov bibêje ku bandûra felsefeya Anaksîmenes, ji ya Anaksîmandros zêdetir bûye û di nav gel û fîlozofan de jî, cihekî wî ê taybet hebûye. Lewma jî, ji layê nifşên nû ve wekî fîlozofekî serdestpêk hatiye dîtin û pejirandin. 

Bûyerên bi vî rengî, di dîroka felsefeyê de herdem hatine dîtin. Çimku berê felsefeyê, wekî xeteka rast herdem ne li pêş e. Gavên xwe, carinan berepaş avêtiye û carinan jî berepêş avêtiye û bi vî awayî bi pêş ketiye. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com   

12.10.2014 

jêder

1- Destpêka Felsefeyê. Ali Gurdilî.

2- Profesor Bryan Magee. Kurteçîroka Felsefeyê. Weş. Dost.

Bersivekê binivîsin