10 nivîsên / alfabeyên herî kevn

10 nivîsên / alfabeyên herî kevn

10 nivîsên / alfabeyên herî kevn

Serdema nûjen û xwendin-nivîsandin

    Di vê serdemê de xwendin û nivîsandin di salên piçûktiyê de dest pê dike û kesek jî ji ber xwendin û nivîsandina zarokan ecêbmayî namîne lewre xwendin û nivîsandina zarokan weke meyleke xwezayî tê dîtin. Helbet em (mirovên serdema nûjen) li ser rûyê erdê ne tenê ne ku ji vê rêbazê haydar in û dîsa em dikarin bibêjin ku hay jê hebûna mirovahî ya ji xwendin û nivîsandinê ne ewqas dûr û dirêj e. Pirraniya awayên nivîsînê-alfabeyê û nivîsarên kevn ji holê rabûne, hinek ji awayên nivîsînê û nivîsarên kevn nehatina deşîfrekirin, lê dîsa jî bondara nivîs-nivîsarên kevn li ser zimanên vê serdemê heye û bi hûrgilî dikare were dîtin.

Beriya em dest pê nivîsên-alfabeyên herî kevn bikin, dê em ê bala xwe bidin awayên nivîsînê.

Kategorîzekirina awayên nivîsînê

1. Logografîk: awayeke nivîsînê ya bi îşaret û sembolan e ku her îşaret û sembol xwedan wateyeke din e. Car caran sembolek di wateya tevahiya hevokekê, û car caran jî kelîmeyek ji hevokek dirêj e. Ya herî girîng, her îşaret bi serê xwe beranberî kelîmeyekê ye û jê re ‘morfeem-morfêm’ jî tê gotin.
2. Logofonetîk: varyanteke nivîsa logografîkî lê ya hêsantir e. Logofonetîk qismek ji îşaretên logografîk û qismek jî ji sembolên ku tîpên dengdêr diyar dikin, pêk tê.
3. Nivîsa kîteyî: di vê varyantê de îşaretên ku tenê kîteyekê diyar dikin, tê dîtin. Bi gotineke din, her îşaret beranberî kîteyekê ye.
4. Alfabeya dengdar (ebced jî tê gotin): alternatîf versiyoneke alfabeyê ku dengdêr bê îşaret in. Pirraniya awayên ebcedê jî wisa ne.
5. Alfabeya segmentî: ne bi temamî jî be, nêzîkî alfabeya ‘abc’ ya ku em li dibistanê fêr dibin e, ‘abc’ya em li dibistanê fêr dibin nimûneyeke pirr baş e bo vê alfebeyê. Di vê alfabeyê de her îşaret beranberî dengekê, çi dengdêr, çi dengnedar tê. ‘Abc’ ya me yek ji alfabeyên di vê kategoriyê de ye. Alfebeya Kirilî ya li Rûsyayê hê jî tê axavtin û nivîsandin, nimûneyek ji vê kategoriyê ye.

Em niha dikarin dest bi nivîsên herî kevn bikin:

10. Nivîsa Çînî (1500B.Z. heta vê serdemê)

Nivîsa Çînî, nivîseke logografîk e, û her kelîme xwedan îşaretekê ye. Hejmara îşaretan ji 10.000an zêdetir e û ne hewceye ku mirov tevahiya îşaretan bizane lewre pirraniya îşaretan di jiyana rojane de nayê bikar anîn. Jêderka vê nivîsê di sembolan de veşartî ye. Tîpên pêşîn ji sembol, xêzkirinên şeklî-şêweyî yên ji tiştên heyî pêk dihat. Hêdî hêdî bi pêşketinê re gihîştin awaya nivîsê ya vê serdemê ku niha ne ji sembolan pêk tê. Nivîsa çînî ji jor-ber bi jêr(jorejêr) ve tê xwendin, û di nava koma 10 nivîsên herî kevn de ya di vê serdemê de hê jî tê bikar anîn û tenê mayî ye.

9. Nivîsa Hîtîtî (1700B.Z. heta 1100B.Z.)

Hîtîtî li anatolyayê, bi gotineke din li Tirkiyeya niha dihate axaftin. Nivîsa Hîtîtî, nivîseke logofonetîk e, ji îşaretên bo kelîme û kîteyan pêk tê. Îşaretên bo kîteyan weke fonogram û yên bo kelîmeyan jî weke logogram tê binav kirin û herwiha ji xwe re rêbazeke polî-valant peyda kiribûn ku ev jî tê wateya, logogramek dikaribû bi pirr wateyî be, û dîsa sembolek dikaribû di wateya logogram û herwiha fonogramê de, be. Ji zimanê milletên(Sumerî-Akadî) li hawirdora xwe jî gellek kelîme wergirtine.

8. Nivîsa proto-Samî/Semîtî (1900 B.Z. heta 1100 B.Z.) alfabeya pêşîn

Nivîsa proto-semîtî, nivîseke dengdar e. Li bakurê Misir, Îsraîl û Libnana niha hebûye. Bi pêşketinê re veguheriye alfebeya fonetîk. Nivîs weke lêanîn ji rêbaza hiyeroglîfên Misiriyan ve pêk hatiye, bi gotineke din ji rêbaza hiyeroglîfan hatiye wergirtin. Wergirtinên ku ji sembolan pêk dihat, bi dengdaran hatine zêde kirin, ango her sembol bi dengdarekê hatiye zêdekirin. Alfabeya yewnanan jî vê proto-zimanê pêk hatiye. Hin tîpên alfabeya yewnanî, hê jî ji îşaretên wê alfebeyê ne, yên weke t û o.

7. Nivîsa hiyeroglîfên Kreta-Krît (1900B.Z heta 1600B.Z. û ‘lineair A’ ji 1800B.Z.)

Helbet nivîsa Kretayî-Krîtî li Kretayê pêk hatiye, lewre navê vê nivîsê dê ne nivîsa Kretayî bûya. Mînosî, deryagerî de milleteke pêşketî bû û li ewropayê bi fermî weke milleteke ku bi vedîtina nivîsekê di rêza sisêyan de cihê xwe girtiye. Û ne bi rêbazekê lê bi du rêbazan Mînosî binavûdeng bûne. Rêbaza pêşîn ku jê re Lineair A-xêza rast tê gotin, ji ber ku sembolên vê nivîsê dişibin lakêşeyî(çar xêzên rast yên di serî û di dawiyê de digihêjin hev ku ji vê lakêşeyî pêk tê). Rêbaza din pirr tevlîhev e, û ji hiyeroglîfên li ser xwezayê pêk tê.

6. Nivîsa Akadî (2500B.Z. heta 100P.Z.)

Nivîsa Akadî, nivîseke logofonetîk e. Nivîsa Akadî ji aliyê Akadiyan ve hatibû vedîtin(lewre navê vê nivîsê dê ne nivîsa Akadî bûya), û li ser bîngeha Sumerî ve pêk hatiye, ku li başûrê axa Akadiyan dihate axaftin. Axa Akadiyan li bakur û navenda Iraqê, û keriyek ji rojhilata Sûriyeya niha, bû. Awaya vê nivîsê ji 700 heta 800 sembolan pêk tê, ku 200 heta 400 sembolan di nivîsarên kevn de pirr caran hatine dîtin. Hin sembol bo kîteyan, hin sembol bo hevokan û çend sembol jî bo qertafan hatine bikar anîn.

5. Quipu (2600B.Z. heta 1550P.Z.)

Nivîsa Quipu ya li parzemîna Amerîkayê jî cihê xwe di nava 10 nivîsên herî kevn de girtiye. Jêderka nivîsa Quipuyê ji başûrê Amerîkayê ye(Şîlî, Bolivya, Perû). Nimûneyeke pirr baş bo zimanek çawa dikare awayên cur bi cur bihewîne ye. Lewre nivîsa Quipu ne li ser kîlê, kaxiz yan kevirê hatiye nivîsandin lê bi girêkên li ser bendikan dihate nivîsandin.

4. Nivîsa Îndûsî (2600B.Z. heta 1900B.Z.)

Nivîsa Îndûsî, nivîseke logofonetîk e, pirr li ber xwe nedaye û li Pakîstan û Afxanîstana niha dihate nivîsandin. Nivîsarên li ser vê nivîsa Îndûsî ne pirr in û bo pisporan mijareke pirr dijwar e. Her çiqas pispor nivîsarên vedîtî hê jî bitemamî nikaribin deşîfre bikin jî, teoriyên cur bi cur li ser nivîsa Îndûsî tê kirin. Li gorî hin kesan zimaneke serbixwe ye û ti têkiliya xwe bi zimanên din tune ye. Ji ‘ti tiştekî din-zimaneke din’ pêk hatiye û lewre jî ne berdewamiya zimaneke din e. Û ti bandora wê li ser zimaneke din nebûye lewre jî berdewamiya wê nebûye. Li gorî hin kesan jî şaxeke ji zimanê Aryanî bûye, ku li bakurê Hindîstanê û Pakistanê zimaneke axaftinê bûye. Lê di nivîsarên Îndûsî de hesp nayê dîtin! Hesp di çanda hind-ewropî de ciheke pirr girîng digire, û bi îşaret û sembolan hatiye destnîşankirin, lê di nivîsarên Îndûsî de ti caran îşaretek yan sembolek ya li ser hespan nehatiye dîtin. Hin kes bi zimanê dravidî ve girê didin ku li başûrê Hindîstanê tê axaftin. Lê pispor di vê meseleyê de ne serwext in.

3. Nivîsa hiyeroglîfên Misrî (3100B.Z. heta 400P.Z.)

Dema em dibêjin Misir yan nivîsên kevn, tişta de serî de tê bîra me hiyeroglîfên Misirî ne. Yek ji rêbazên nivîsê ya herî kevn e. Li devê çemê Nîlê bigire heta qeraxa Ebû Simbelê hatiye axaftin. Ne ji logogramên Misira kevn lê ji fonogram û îşaretên xalbendiyê pêk dihat. Tîpên dengdar nedihatin nivîsandin lê tevahiya tîpên dengnedar dihate nivîsandin. Bi qasî ku tê zanîn, hiyeroglîfên Misirî berdewamiya zimaneke din nîne, lewre li ser rûyê erdê weke yek ji zimanên pêşrev tê qebûl kirin.

2. Nivîsa Elamî (3300 B.Z. heta 500 B.Z.)

Nivîsa Elamî, nivîseke logofonetîk e û li Îrana niha dihate axaftin. Jêderka vê nivîsê ne diyar e, ziyana milletên din li ser nivîsa Elamî pirr bûye. Bi xêra nivîsareke du-zimanî(Elamî û Akadî), ji aliyê pisporan ve keriyeke vê zimanê di sala 1905an de hatiye deşîfrekirin. Ji ber kêmbûna nivîsarên li ser nivîsa Elamî, pispor nikarin pirr li ser vê meseleyê baldar bin û lewre jî dê Elamî nepentiya xwe bidomîne.

1. Nivîsa Sumerî-mixî (3300 B.Z. heta 100 P.Z.)

Nivîsa Sumerî, nivîseke logofonetîk e û li ser rûyê erdê nivîsa herî kevn e. Li Mezopotamyayê ku niha başûrê Iraqê ye, dihate axaftin. Rêbaza ku Sumeriyan pêk anîne, nivîsên-alfabeyên din bi qasî 3 milenyûman îlhama xwe ji nivîsa Sumerî wergirtine. Nivîsa Sumerî ji îşaretên logofonetîk, alfabeya dengdar û alfabeya kîteyî pêk dihat ku jê re ‘cuneiform’ jî tê gotin. Li ser tabletên ji kîlê dihate nivîsandin.

Divê em dû re gotarekê li ser nivîsa Sumerî ya dûr û dirêj binivîsînin.

Werger: Metîn Eser 

Çavkanî: Sûd ji malpereke zanistî ya bi zimanê Hollandî weşanê dike, hatiye girtin.

Bersivekê binivîsin