Berhemên Wêjeyî û Felsefe

Berhemên Wêjeyî û Felsefe

Berhemên Wêjeyî û Felsefe

Berhemên wêjeyî yên baş, ji bo felsefeye derfet (îmkanên) baş diafirînin. Zarokên ku berhemên edebî dixwînin, xweş têdigihêjine tehma xwendin û fikirînê. Aso û hizra wan, berfireh dibe û dest bi pirsen xwe yên xwezayî dikin. Guman tê de nîne ku destpêka (daketina) pirsîna pirsan, wan ber bi aliyê felsefeye ve dahf dide. Lew re, xwendin pêdiviyek sereke û jêneger e. Lewma jî, zarokên ku ji berhemên edebî baş ditehmijin; pirraniya wan bere xwe didin wêje, huner, zanist, û felsefeyê. Di encamê de wê behredariya ku bi rêya xwendine zeft dikin, ew di seranserê jiyana wan de rênîşandêriya wan dike û ew bi xwe jî dibin kesayetiyên afirandêr.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
09.04.2016

Bersivekê binivîsin