Schelling: Feylesofê Xwezayê

Schelling: Feylesofê Xwezayê

Schelling: Fîlozofê Xwezayê

Mirov, perçeyekê xwezayê ye û ji ber vê yekê jî afirandêriya mirov jî, ji afirandêriya xwezayê perçeyek e. Xweza, di lewnê/şeklê mirovî de digihêje hişê xwe.  

Friedrich Schelling (1775-1854), li Almanyayê hatiye dinyayê û lawê papazek î Lutherparêz bû. Du salan piştî zayîna wî, bavê wî dibe profesorê Zimanên Rojhilatî. Schellingî, baş perwerde bûye. Hê di zarokatiya xwe de jî, ji hêla akademîk ve xwendekarekî serkewtî bû. Di ciwaniya xwe de bi bandûra ramanên Kant, Fichte û Spînoza, meyla wî çû ser felsefeyê. 

Di 23 saliya xwe de li Zaningeha Jenayê bû profesor, ku Zaningeha Zanayê piştî kurtedemekê bûye navenda xebatên akademîk ya Almanyayê. Hê ku gelek ciwan bû jî, gelek dihate nasîn û di 31 saliya xwe de, statûya <von> dane wî û bû Friedrich von Schelling. Schelling, gelek sîstemên ramanî yên cihêreng ava kir û berê xwe herdem da destpêkê û mijarên bingehîn. 

Piştî çend salan, gelek felsefeyan afirand. Lêbelê ji ber sedemên cihêreng yên ku nayên zanîn, di 35 saliya xwe de berhemên xwe nema da çapê. Lê nivîskarî û mamostetiya xwe, berdewam kir. Schellingî jî mîna Immanuel Kant, heta 80 saliya xwe jî dev ji nivîsandinê berneda û bi berdewamî nivîsand.   

Ji madeyê ber bi rih ve

Di nav felsefeyên Schellingî de ya herî naskirî û bandûrdar, felsefeya wî ya xwezayê ye. Felsefeya wî ya xwezayê mirov dikare bibêje ku ji aliyekî ve li hemberî felsefeya Fichte, nerazîbûnek bû. Fichte wiha fikiriye, ku gerdûn ji madeyên bêliv/bêrih pêk hatiye û ji xwebûna zindî jî cihê ye. Schellingî wiha nefikiriye û gotiye ku hemû jiyan ji layê wê gerdûna ku demekê bêliv/bêrih bû ve hatiye afirandin. 

Di dîmenên wî de xweza, rasteqîniyekê total e û herdem vediguhere. Di destpêkê de, bi tenê madeyên bêliv/bêrih hebûn û piştra, di naveroka wan de jiyanê dest pê kiriye. Di destpêkê de di şeklê/lewnê dirext, heywan û di dawiyê de jî, di lewnê mirovî de bi pêş ket û berfireh bû. 

Di vê mijarê de, pêdivî bi balkişandina çend xalan heye: Ya yekemîn; di destpêkê de xweza, dirext e. Ya duyemîn; xweza ne rewşek e, pêvajoyeka çêbûnê ye. Ya sêyemîn jî; mîna perçeyekê temamkar, di wê pêvajoyê de xwe daye der. 

Jiyan ji madeyê ne cihê ye, vegotina prensîpa dijberê madeyê ye. Herdu mîna du hêlên pêvajoyekê yên cihê ne û bi hevdu re, berdewam dikin. Ji ber vê yekê jî mirov, (çawa ku Ronîbûnê jî wisa dixwest) ne dijberê xwezayê ye û di nav xwezayê ye. Herweha, perçeyekê xwezayê ye jî. Mirov, manewiyetbûna/tîna madeyê ye. Bi vê gotinê re made dibe tîneka hevpar, potansiyel û serbixwe. Dîsa wiha bawer kiriye, ku divê em bi hêla pêşketina xwezayê jî bizanibin û ku xweza bi xwe jî, rasteqîniyek total e. Ev ramana wî ya taybet, wesfeka wî afirander e. 

Di her saniyeyê de, bi milyonan zindî/tişt çêdibin. Mirov jî mîna afinekên herî raser ê xwezayê, xwediyê hêza afirandinê ne. (Tiştê ku Spînoza jêre dibêje Natura naturans ev yek e. Ango xweza, xwezayê diafirîne.) Lewnê vê yekê ê herî pêşketî û girîng, hunerên afirander in. Lêbelê, di navbera vê afiranderiya mirovî û xwezayê de, ferqên/cihêtiyên gelek girîng hene. Li cem mirovan, ev pêvajo têdigihêje hişmendiya xwe. 

Di mînakên hunerî yên herî serkewtî de mirov, têdigihêje kûrahiyên/wateyên hebûnatiya xwe û wateyekê dide wê. Lê ji ber ku mirov perçeyekê xwezayê ê temamkar e, di hunera afirander de jî têdigihêje hişê herî kûr ê xwezayê.

Li gor ramanên Schellingî, hemû armanca pêvajoyê ev e. Hemû xwiyakirinên xwezayê yên bêser û ber ku livdar in, pêşketineke ber bi hêla xwe ve ne. Ji ber vê yekê ye ku rasteqînî, di hunerê de digihêje sebebê hebûnatiya xwe. Ev xal, xala herî bilind ya hebûnatiya hunermendê afirander e. Cisîmkirina/berbiçavkirina sebebê hebûnatiya tiştekê… 

Tiştek çima heye? 

Tevgera Romantîk ku di dema Schelling de derketiye holê, hinek fikrên xwe yên kûr/bingehîn; di nivîsên Schellingî de peyda kirine. Girîngiya xwezayê, bi xwezayê re yekîtiya mirovî, bilindkirina/raserkirina huner û hunermendên afirander û mezin.

Wê demê li Almanyayê piraniya hunermendên Romantîk yên sereke, dostê Schellingî bûn.

(Goethe, Weber, Holderlin, Novalis û yd.) Ji ber vê yekê hunermedên hevalên wî bi coş û kelecanekê mezin, pêşwaziya felsefeya wî kirin û Schellingî bû mîna fîlozofê malbatê yê Tevgera Romantîk. Li Îngîlîztanê helbestvan Coleridge ku helbestvanek î Romantîk e, di helbestên xwe de cihekî mezin da ramanên Schellingî. 

Di demên xwe yên li ser kar yên dawî de, li Berlînê konferanseka serkewtî pêkanî. (Di nav beşdarvanan de kesên wekî Friedrich Engels, anarşîstê Bakunîn, dîrokzanê Burckhardt û Kierkegaard jî hebûn.) Di wê konferansê de Schellingî, wê pirsa ku navê <pirsa bêhêvî ya dawî> lê kiribû pirsî: <Tiştek çima heye û tunehî, çima tune?> 

Mirov dikare vê pirsa wî, mîna pirsa herî dawî ya mirovekî xwedênenas jî binirxîne.  Schellingî, armanca wê pirsa xwe wê demê wiha şirove kir: <Di ciwaniya xwe de, rûpelekê nû vekir. Niha jî, dixwaze ku wê rûpelê biqulipîne û dest bi yekê nû bike.> 

Dersên wî yên Berlînê di qirna/sedsala 20 an de jî, ji layê fîlozofên hebûnperest ve weke çavkaniyên girîng û hişyarker hatine dîtin û bikaranîn. Mirov dikare bibêje ku pirsa <tiştek, çima heye?> îro jî, ji bo fîlozofan pirseke girîng e.  

Berhemên Friedrich von Schelling yên sereke

1- Li Ser Ez a Mîna Prensîpa Felsefeyê (1795)

2- Ramanên Li Ser Felsefeya Xwezayê (1797)

3- Sazûmana/Sîstema Mengîweriya Transandartal (1800)

4- Li Ser Hilika Azadiya Mirovî Lêkolînên Felsefî (1809) 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

14.10.2014 

Jêder

1- Antolojiya Fîlozofan. Ali Gurdilî.

2- Profesor Bryan Magee. Kurteçîroka Felsefeyê. Weş. Dost. 

Çavkanî: www.Rewanbej.com   

Bersivekê binivîsin