Li Ser Çavkaniya Dewletê Çend Gotin

Li Ser Çavkaniya Dewletê Çend Gotin
Di warê derketina holê a dewletê de gelek teorî hene, lê yên sereke ev in.
1- Dewlet saziyeka xwazî ye û wiha derketiye holê.
2- Dewlet saziyeka çêkirî ye û wiha derketiye holê.
1- Dewlet Saziyeka Xwezayî ye
Ji aliyê Platon ve tê parastin. Platon dewletê weke organîzmeyeke makro/herî mezin dibîne. Platon, bingeha dewletê di xwezayê de û di tebîeta mirovî de dibîne. Platon dibêje ku, ‘tu kes nikare bi serê xwe tenê hewcedariyên xwe pêk bîne û lewma jî, pêdivî bi alîkariya hinekên din heye.’
Dîsa Platon dibêje ku: ‘Di civakekê de rêveber divê fîlozof bin û fîlozof jî, divê rêveber bin.’
Arîstoteles jî vê ramana Platon ya ku dibêje; <Dewlet saziyeke xwezayî ye.> dipejirîne û dibêje ku, mirov xwediyê navgîna/taybetmendiya jiyana civakî ye. Di nav mirovan de û li cem wan, meyla <jiyaneka bi hevdu re> heye. Çimku taybetmendiyên ku xwezayê daye mirovan, ew encax di civakekê de dikarin vê yekê pêk bînin. Ji ber vê yekê ye ku dewlet, li cem mirov digihêje bingehekê û dibe berdewama xwezayê.
2- Dewlet Saziyeka Çêkirî ye: Ji aliyê J. J. Rouseau, T. Hobbes û J. Locke ve tê parastin. Li gor T. Hobbes, mirov ji tebîetê xwe ve jixwerexwaz [egoîst, xweperest] e.
Bi tenê, ji bo berjewendiyên xwe kar dike. Ji bo ku bi tenê ji bo berjewendiyên xwe têdikoşe <Mirov, gurê mirov in.> Ev yek jî di nav mirovan de rê li gelemşeyan [şer, pêvçûn, nerazîbûnan] vedike. J i bo rêliberdadana gelemşeyan, mirov têne cem hevdu û sitûyên xwe ji otoriteyek raser re ditewînin. Bi vî awayî organîzasyona siyasî, ango dewlet dertê holê.
J. Rouseau jî, di berhema xwe ya bi navê <Peymana Civakî> de dibêje: ‘Dewlet, di encama peymaneka ku mirovan di navbera xwe de çêkirine û ku dixwazin bi saya vê peymanê serbest bijîn, derketiye holê.’ Armanca vê peymanê ew e ku, mirov bi awayekî misoger bigihêjin wekheviyê. Ev peyman, bi saya îradeya şexsan ya serbest, pêk tê.
Ali Gurdilî
24.02.2015
Çavkani neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye.
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021