Zimanê Dayikê

Zimanê Dayikê

Zimanê Dayikê

Celalet Alî Bedirxanê gorbihuşt, di nivsareke xwe ya bi sernavê “Zilamek û Zimanek” a di Hawarê de belavbûyî de, behsa Elyêzar bin yahud, ê ku ji zimanekî mirî (îbranî) zimanekî zind vejiyandiye dike. Çîrokeke pir balkêş e çîroka Elyêzarê kurê yahûd, ev zilamê cihû yê ku li Rûsyayê mezin dibe, bi geş bûna tevgera rizgariya miletên bindest, bi nasnameya xwe ya cihûtiyê dihese, ew jî dixwaze bikeve nav hewlekê da ku qewmê cihûyan  ê ku ji hev belav bûyî, li hew bicivîne û di welatê bav û kalan de ji wan re stareyeke netewî misoger bike, lê dibîne ku zimanê cihûyan zûde têkçûye, cihû ji hev belav bûne û her komek ji wan di welatek din de dijîn û bi zimanê wan welatan diaxivin.

Elyêzar biryara xwe dide ji zimanê cihûyan ê mirî zimanekî zindî biafirîne, lê tu kesek bi wî zimanî nizane, napeyive û bawer jî nake ku tiştekî welê pêkan be, pê dikenîn û heneka xwe bi wî dikin, lê Elyêzar di biryara xwe de rijd e, berê, fêrî zimanê îbranî dibe, dû re dizewice û berê xwe dide welatê xwe, di keştiya ku wan dibe welatê wan, hevsera xwe fêrî wî zimanê nû dike, gava digihîjin welatê bav û kalan, ji hevjiyina xwe re dibêjê, em ê ji niha û pêve, bêjeyeke tenê jî ji zimanên din bi kar neînin, pirek ji çend peyvan bêtir bi Îbranî nizane, lê biryar welê ye û divê fêrî zimanê xwe yê nû bibe, zarokê wan, zarokê zarokên wan bi wî zimanê nû mezin dibin, cihû dibîn xwediyê zimanekî nûjên û ev yeka jî dibe bingeha damezandira sitareya cihûyan a tevayiya dinyayê.

Îro li Kurdistana bakûr zimanê kurdî di bin gefa asîmîlasiyonê de ye, ji destpêka damezirandina dewleta Turkiyê ta niha, dewlet, bi bernameyeke fireh, ji bo tune kirina zimanê kurdî li kar e, gav bi gav prosesa asîmîlasyonê bi pêş dixîne, berê, bi dehan sal, bi giranî, bajarên mezin ên kurdistanê bûn armaca vê asimilasyonê, bi dû re dor hat bajarên biçûktir, qeza û bajarokan, niha jî sehneya wê trajediyê ya herî dawiyê li gundewarê li dar e.

Herçî kurd in, ew jî ji damezirîna dewleta tirk ta niha her li ser nigan in, li ber xwe didin, di çeperan de şer dikin, doza maf û azadiyan, doza welatê xwe û zimanê dayikê dikin. Berxwedana miletê kurd a li bakûr, di gelek sengeran de bi ser jî dikeve, mîna çend deh salên berê, kurd li bakûr êdî ne miletekî bîrbûyî û windabûyî ye, xwedî nasname û rûmet e, haya dinyayê jê heye û berdewam ji bo mafê xwe yê rewa têdikoşe.

Lê di wê berxwedana kurdan de nakokiyek jî dikeve ber çavan, daxwazên kurdan, ên ku kurd ji bo wan şer dikin, gorî didin, êş û azar dibînin, mîna ku bi jiyan wan a takekesî û civatî ve ne entege ye, wêneyekî welê ji kurdên bakûr xwe dide der, mîna ku ew wan maf û azadiyan ne ji bo xwe, lê ji bo hinine din dixwazin,  daxwaza wan di jiyana wan de ber nade û teşe nagire.

 Lê mijara me ziman e û ji xwe ev yeka jî çêtir di warê bikaranîna zimên de dikeve ber çavan, piraniya siyasetmedar û çalekvanên kurd ên Kurdistana bakûr di sengeran de ji bo mafê zimanê dayik li ber xwe didin, lê vê mafê bi xwe bi kar naînin , bi hev re, bi heval û hogirên xwe re bi tirkî diaxivin, zarokên xwe bi zimanê tirkî perverde dikin.

Gelo tevî ku her milet bi zimanê xwe diaxive, perwerde dibe, difikire û dinivîse, çima piraniya siyasetmedar, ronakbîr û çalekvanên kurd bi zimanekî din jiyana xwe bi rê ve dibin? Ma ew zimanekî din ji kurdî dewlementir, çêtir, bi kêrtir û hêsatir e, loma?

Dibe ku ji ber sebebên têvel zimanek hîn pêşketina xwe neqedandibe û nekemilî be, lê ji bilî weya, ji awirên zanistiyê ve, tu ziman ji yekî din ne çêtir, dewlementir û hêsatir e, her ziman di nav xwe de xwedî potansiyeleke fireh e, ger were bi kar anîn dikare di her war û astî de bersiva pêvîstiyan têvel bide, mîna ku çawa her ziman di nav xwe de hin qelsî jî dihewînin.

Ji xwe ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye ku tenê ji aliyê hêjmara peyvên ku têde ne yan ji alî hêsayî û zehmetî û bikêrhatîtiya xwe were pîvan, ji aliyê xwe yê fireh ve ziman, dewlemendiyên miletan, yên bi her reng û cureyî, tev di nav xwe de dihewîne, serpêhatiyên ji dem û dewranên kevin, edet û tore û awayên jiyanê yên têvel, di nav zimên de û bi zimên re ji nifşekê digihe nivşeke din, bîra miletekî ya kolektif a ku di pêvajoyeke dûr û dirêj diafire, bi zimên re û bi dewlemendiyên li dora wî afirîne, digihê nivşên nû, bi gotineke din paşxanaya herî girîng a miletekî, bi zimanê wî miletî li ber destê wî pêkan dibe.

Bi bikarneanîna zimanê bav û bapîran, meriv ne tenê ji zimanê xwe yê ku pê re pêwendiyan diafirîne bêpar dimînin, lê ji tecribeyên miletê xwe yên dirokî, yên ku serpêhatiyên wî miletî, yên hevbeş tê de veşartîne jî bêpar dimîne, bêyî ronahiya zanîn û tecribeyên ji dem û dewranan, bêyî gencîneya serpêhatiyên dîrokî, milet û civak tenê xizan nabin, bê kok û bingeh jî dimînin, sebeba bihevre bûyina wan lewaz dibe, yekitiya wan bêsebeb û bêwate dibe.

Çunku her ziman bi paşxaneya xwe ya netewî li bûyer û tiştan hûr dibe, gava meriv bi bûyerek re yan bi tiştek re rû bi rû dibe, tecribeyên bav û kalan ên ku bi gotinan, bi gotinên pêşiyan, bi term û biwêj û stranan û bi gelek awayên din, di pêvejoya dirokê de afirîne, bi kod û simbol û sinyalên  ku di nav zimên de ne, digihjin merivî, tişt û bûyera ku meriv li wan dinêre, bi wan re watedar û sergihaştî dibin.

Ziman hestiyariyên dîrokê di xwe de dihewîne, ji nifşekê digêhîne nifşekê din, derheqê av û ax û der û deverên wî miletî, war û wargehên wî, serketin û têkçûnên wî, êş û azarên ku ji bo parastina wan dewlemendiyan di dem û dewranan de hatiye dîtin, digihîne axiverên xwe, xetên sor ên ku divê ew li wan miqayit bin, yên ku di pey heryekê wan de ked û fedekariyên gelek nifşan hene, bi wan dide zanîn.

Dinyaya şareze ji zûde ye bi wan giringîyên ku di nav ziman de li hev civiyane hisiyaye, ji bo jiyandin û pêşxistina zimanê xwe kar dikin, bi zimanê xwe şanaz in, wî bi kar tînin, diparêzin û bi pêş ve dibin.

Gelo hin siyasetmedar û ronakbîrên kurd çawa hîn bi girîngiya zimanê dayikê nehisane, çawa nabînin ku kurdî ya şêrîn li bakûr di bin metirsiya asîmîlasiyonê de ye? Kurdî ne zimanekî ewqasî zehmet e, herkesê ku bixwaze dikare di nav salek yan du salan de vî zimanî fêr bibe, ew kesên ku li wî karî sor nebûne û çavê xwe jê ditirsînin, bila li çîroka Elyêzarê kurê yahûd ê ku mîrê zîmanê kurdî, Celalet Alî-Bedirxan ji me re gotiye, hûr bibin, di çîroka wî zilamê balkêş de em ne tenê guwaha karê zilamekî şoreşger ê ku karekî nebûyî dike bûyî dibin, lê bi pêşbîniyeke pêxemberane ji me re dibje ku jiyandina zimanekî, bi jiyandina miletekî re yek û heman tişt e.

Beriya ku em bidin pey zimanekî mirî da ku jê zimanekî zindî biafirînin, çêtir e ku em li zimanê xwe yê heyî miqayit bin.   

Bilal Gergeri

bilalgergeri@hotmail.com

06.03.2015

Bersivekê binivîsin