Mansûrê Hallacvan

Mansûrê Hallacvan

Mirov, dil e. Dilîn e. Xwiyakirina wî, mîna guldangê ye û bi mirin e. Mirov, ketiye şeklekî madî. Heçku, ji hêla hindûrîn ve xwe di şeklê dil de nîşan dide. Hemû tişt, ji aliyê dil ve tê diristkirin û hemû tiştî, dil dikargerîne. Dil, bêhn dide giyanê û giyan, mirovan raserî alema daringî dike. Laş, di nav danûstandinên daringî (madî) de ye. Gurza mebestê, di zincîra têkiliyan de delka resen e. Made, mirov diavêje nav dinyaya wanekan. Ew mirovê ku di têkiliyên madî de girêdayî dimîne, ew êsîr e. Divê mirov, ji madeyê derbas bibe û dakeve nav dinyaya wateyan.

Rêzanê giyan, dil e. Ev rêzan, mirovan radigihîne qata xwedê û ji êsîriya made, mirovan azad dike. Mirov, divê guh bide dengê dilê xwe û xwe ji madeyê rizgar bike. 

Dil, ji bo dîtina xwedê; ji aliyê Xwedê ve bi awayekî xwemal hatiye afirandin. Heke, kurê mirov bizanibe dilê xwe veke; wê xwedê, dilê wî bi dilînê dagire. Xwedê, afiraner e û ji hemû tevgerên mirovan, ji yên hindûrîn û ji yên der, berpirsiyar e. Yên dikûje û yên vedijîne jî, xwedê ye. Ecel û roja mexşerê, ji roja ewilî ve hatine destnîşankirin. Di rêwîtiya jiyanê de, qûtê mirovan dîsa xwedê dide mirovan. Ji bo mirovan tiştê girîng hilbijartina başî û xirabiyê ye. Yên rê nîşanê mirov dide, zanist e. Mirov dikare bi hêza xwe hestên xwedbîn dahf bide aliyekî û bigihêje delaliyê. Di vê domanê de, wê dil jê re rêzaniyê bike. Waswas, çavê dil diqerimîne û nezanî jî, mirovan ji xwedê dûr dike. Dil û aqil, pêwîst e hevdu temam bikin. 

Kesê ku bikaribe çavê dilê xwe veke, ew mirov dikare ji hêla dil û giyanê ve, bi xwedê re bikeve danûsitandineke ragihanî. Ragihan dikare gellekî bi pêşve biçe û di vê demê de, mirov bi xwedê re dibe yek. Tevgera mirov, di vê domanê de êdî tevgera xwedê ye. Ji bona vê yekê jî, ne pêwîst e ku ew mirov di pêşiyê de miroveke hilbijartî be. Piştî sê domanan, mirov dikare bigihêje xwedê. Domana yekem ew e ku, mirov xwe ji hemû zewqan dûr bike û fêrî tunebûnê dibe. Domana duyem de, mirov digihêje zelaliya tebatî/pasîfiyê. Di domana sêyem de jî, yekbûn heye. Di van hemû domanan de, rêzan dil e.  

Mirov dişibe xwedê. Lewra, hemû rûçikên xwedê li cem mirovan jî hene. Xwedê zanist e, aqil e, hêz û dilîn e. Efûkirin e, pîrozî û delalî ye û rewnak e. Mirov jî, xwediyê van rûçikan in, bes ku çavê dilê xwe vekin. Belam, mirov ancax di helwistekê pisporiyê de dikarin bigihêjin van rûçikan.  Beriya her tiştî xwedê, ronahiyê û piştra, giyanê û nefsê afirandiye. Piştî hemûyan; xwedê navan, reng, tam, bêhn, dem û war aniye gerdûnê. Ji bo takêşîkirinê jî; nakokiyên ronahî/tarî û tevger/bêtevgerî û hebûn/tunebûnê afirandiye. Xwedê, xezîneyeke veşartî ye. Mirov, rasterast nikare wî binase. Mirov, ancax dikare rûçikên wî binase. Yên diparêze û yên efû dike jî, ew e.   

Mansûrê Hallacvan | 858-922 

Têbinî: Li gorî zanayiyan: Hazar (1000) qirbacan lêdane. Piştra destekî wî û lingekî wî, dûre dest û lingên din jê kirine. Tê gotin ku dema serê wî jê kirine, di laşê wî de hê jî rih hebû ye. Laşê wî, bi çarmixê ve girê didin. Piştî çarmixê, laşê wî bi petrolê dişewitînin û xweliya wî diavêjin çemê Dicleyê. Serê wî yê jêkirî, wiha du rojan bi dîrekekî ve dimîne. Piştra, serê wî yên jêkirî li bajarê Horasanê di nava gel de digerînin. 

Di dema biryara kuştinê de jî Hallac wiha gotiye: <xwîna min ji we re haram e.  Ez di riya xwedê û îmanê de me, baweriya min jî îslam e.>

Çavkanî: Felsefe û Jiyan | Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin