Malpera Hertişt.com Vebû

PIRSÊ XWE BINIVÎSIN an jî bersiva BERSIVAN bidin
Malpereke nû, pergaleka torê ya nû ji aliyê Kurdhoting ve hate vekirin. Malpera bi nave “Her Tişt” system û pergala pirs û bersiva ye. Di vê pergalê de, bi hemî rengî her endam dikare pirsên xwe bike û herkes dikare bersivan binivîse. Pirs di nav pirsan de, bersiv di nav bersivan de û şirove li ser herdukan jî dikare bête kirin. Di malpera “Her tişt” de pirsên li ser hertiştî dikare bête kirin û bersiv jî bo van pirsan dikare bête dayîn.
Di heman demê de şirove jî li ser bersivan û pirsan dikare bête kirin.Mebesta malperê ewe ku derfetekî zanist û zanebûnê ji bo Kurdên bi Kurdî dixwînin bide çêkirin. Him di warê dewlemendiya zimanê Kurdî de, him jî ji bo pêşxistina zanabûna jiyanê, cîhanê, zanistê, felsefê û hemî tiştê heyî derfeteke mezin dide. Gelik caran di warê teknîkî de em rastî astengiya tên. Em nizanin bê em dê arîşeya xwe bi çi rengî çareser bikin. Wê demê di malpera “Her Tişt” de hun dê karibin li çareyan bigerin.
Eger na hun dê karibin arîşeya xwe wekî pirs bipirsin û dê endamên “Her tişt” ji bo we bersiv bidin û çareyekê bibînin.Wekî dîtir jî zanebûna cîhanê, jiyanê, hizir, mirov û hemî tiştên heyî hun dê karibin di “Her tişt” de bibînin. An jî zanebûna xwe bidin mirovên dîtir jî. Her tişt ew malpera ya mamoste û şagirtan di yek cihî de kom bike, zanebûna mirovan herkêlî zêde bike. Hun dê di “Her tişt” de, her tiştî bibînin û bizanin.
Ji bo pirsîn û bersivan, şirove û parvekirinan divê hun bibin endam. Endamtiya “Her tişt” gelik hesane.
fb.com/malpera.hertist
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021