Şaşi û Çewtiyên di Derheqê Zerdeştiyê de

Şaşi û Çewtiyên di Derheqê Zerdeştiyê de

Şaşi û Çewtiyên di Derheqê Zerdeştiyê de

‘Dîrok, bangeşe ya zorbira ye.’ Gotiye Napoleon.

     Bi rastî jî gava meriv li dîrokê dinêre diyar e ku ew ji aliyê kesên serwer û serdestan ve hatiye nivîsandin (lê awarte jî hene) û xuya ye ku ew kesên serdest, bûyerên ku qewimîne bi piranî li gora dilê xwe û di çarçove ya berjewendiyên xwe de neqişandine û nivîsine. Gelo vî tiştê bi tenê ji bo dîrokê wisa ye? Naxêr! Dema ku em dinêrin em di hemû bêşên vê jiyanê de vî tiştê dibînin. Di warê perwerdehiyê de, di warê çand û nêrîtan de, di warê ol û dîn de, di warê polîtîqa û siyasetê de, di warê dîtane û doktrînan de û di warê hwd. de ev tişt tê dîtinê. Lewra her daîm taybetiyên nebaş û neçê û nelirê ji aliyê serwer û serdestan ve li kêmara tên bar kirin û dîsa ew serwer hemû taybetiyên baş û çê û lirê ji xwe ra dihêlin. Ango em dikarin bibêjin ku wan serwera pêşî civakek yan çandek yan jî ol û dîtaneyek kifş dikin yan jî diafirînin û çi tiştên nehênî hebin li wan bar dikin û paşê jî li beravajiyê wan tişta hertişt û hemû taybetiyên baş û erênî li xwe dikin û pîvanên rastî û heqîqetê li gorî xwe kifş dikin û xwe rewa û pendî û ên din jî nehênî û îllegal nîşan didin.

     Ev mijar gelek kûr e. Ez ê nikaribim bi kitekit qala hemû van bêşa bikim di vê nivîsê da. Lê ez dixwazim ji vana bi taybetî li ser mijara ol û dîn bisekinim. Lewra dema ku em li dîrokê dinêrin em dbînin ku hemû ol dibêjin yek rêyeka rast heye ew rê jî rêya min bi xwe ye. Jixwe awê ku pêşê me jî gotine kes nabêje tirşe dewê min yan qelse kewê min. Belê jixwe ez jî nabêjim ku bila bibêjin ‘erê weleh rêya me nerast e.’ Û ez bi xwe jî nikarim ji ti kesekî ra bibêjim rêya te rast an nerast e. Lewra ev baweriye û kî baweriya xwe bi çi tîne û ji kîjan ol bawer dike ne karê min e û ez nikarim ti tiştekî di derheqê vê mijarê de bibêjim. Lê tiştê ku ez dixwazim li vir bibêjim ev e ku piraniya oldaran –bawermendên kîjan ol dibin bila bibin- ji rastiya rêya xwe bêhtir bi nerastî û nelirêtiya ol û dînên din re mijûl dibin û çiqas keysa wan çêdibe rexneyên tûnd û tûj li wan dînên din dikin û ku derfêtên wan çêdibe dijûn û sixêf û çêrên ne çêr bi ser bawermendên wan da dibarînin û hetanî êrişê wan dikin bi qesta kuştinê. Lê gelo ka van kesa di derheqê wan dînên din de çiqas xwediyê agahî û zanîna ne? Gelo çend cara ew çûne perestgehên olên din û bi bawermendên wan olan re ketine têkiliyê? Gelo çend kesa ji wan pirtûkên pîroz ên olên din xwendine? Û gelo ka çend kes ji wan dîrok û zayîn û belavbûna dînên din xwendiye û lêkolînek di derheqê wan de kiriye?

     Pirî cara ez ji devê hin oldara vê peyvê dibihîsim: “Ji bo ku meriv dikaribe tiştekî rexne bike divê meriv vî tiştê baş bizanibe û di derheqê wî tiştê de xwediyê agahî û zanîneka qewî be. Nexwe meriv nikare di derheqê wî tiştê de biaxife û meriv nikare wî tiştê rexne bike.” Ev peyv çiqas peyveke rast û di cih da ye. Lê sed heyf û mixabîn gotin û tevgerên piraniya van kesên ku vî tiştê dibêjin lihevnanêrin û ev jî durûtî û şûtîtiya wan kesa nîşanê me dide. Di civaka me ya îroyîn de piraniya cemaet û terîqeta vî tiştê di xwe da dihewînin. Hefsarên piriya di destê dewletê da ye û ew ne li gorî qaîde û rêgezên Xwedê û pêxemberê xwe lê li gorî ên dewletê ditevgerin. Rastî û nerastî, başî û nebaşî, heqî û neheqî û hwd. pîvana vana tevekî li gorî bergeha dewletê têne kifş kirin. Ger ku dewlet bibêje vî tiştê raste ew tişt rast e, ger bibêje neraste ew tişt nerast e.

     Dema ku em li dîrokê dinêrin em dibînin ku pirî cara dîn û rêveberîya dewleta di hev da qul bûne. Bi piranî serwer û rêveber, rêveberiya xwe bi saya dîn hin zêdetir qewî kirine û hêsantir gel xistine bin hikmên xwe. Karl Marks dema ku pênase ya dîn dike van xalên girîng li ber çava radixe û dibêje dîn;

– Dilê dinyaya bêdil e.

– Giyanê dinyaya bêgiyan e.

– Serhildana li hember pergal û sazûmanên heyî ye.

– Hewara dilzîz a kesên mezlûm e.

Lê ku kete destê serwer û rêvebera pê de ew ji efyonê pêştir ne ti tiştek e.

     Bi rastî jî wisa bûye û hêjî wisa ye. Çiqas ku dîn ketiye destê serwera mîna efyonê hatiye bikaranîn û wan serwera dîn ji bo berjewendiyên xwe bikaranîtine. Ramanwer ê Marksîst ê freng Louis Althusser jî li ser vê bandora dîn sekiniye û di dîtaneya xwe ya bi navê Cîhazên Dewletê ên İdeolojîk “Ideological State Apporatus” de dîn û dezgeh û rêxistinên dînî jî wekî yek ji wan cîhaza nîşan dide. Bi alîkariya wan dezgeh û rêxistinên dînî –çi cemaet û çi terîqet dibe bila bibe- dewlet dixwaze hemû kêmar û kesên dijber û muxalîf di nav piraniyê de bihelîne û dixaze civakeke homojen biafirîne. Ji ber vî di roja me ya îroyin de li Tirkiye yê kesên ne misilman nikarin xwe baş îfade bikin û nikarin bi şêweyeke azad perestiya dînê xwe bikin. Lewra dewleta Tirkiye yê bi pîşe û teqtîk van tiştê ku me li jor qala wan kir bicîhtîne û dixwaze hemû kêmara di nav piraniyê de bihelîne. Ji ber vî jî polîtiqa ya xwe wekî “yek netew, yek dewlet, yek al û yek welat” diyar kiriye. Ez dixwazim li ser mînakeke balkêş bisekinim; polîtîqa ya dewleta Tirkiye yê a li hember Zerdeştiya. Serwer û rêveberên Tirk bi zanabûn di axaftinên xwe da Zerdeştiyê (Êzidîtiyê jî) wekî perestiya şeytan û bawermendên wê jî mîna leşkerên şeytan nîşan didin. Li her der û di her platformê da bi awayekî heterker bilêvdikin û dixwazin di hiş û mêjiyê gel da vî tiştê bicîhbikin. Mixabîn em dikarin bibêjin ku ew di vê mijarê da biserketine. Lewra zêdehiya gelên misilman –hema hema hemû misilmanên tirk- bê ku xwedî agahî û zanînek bin Zerdeştiyê rexne dikin û ez bawer im ku ji destê wan bê wê tevekî bawermendê ola Zerdeşt bikujin û piştî wî jî wê ji Xwedayê xwe ra dia bikin. Lewra li gorî wan hemû kesên Zerdeştî  xerifîne û ji rê derketine û li dijî Xwedê ji bo Şeytan dixebitin. Hemû perestiya agir dikin agir mîna Xwedê dibînin. Exlaqê wan tune ye û hemû guneh û pîsîtî û nebaşiya di xwe da dihewînin. Tevekî minafiq in û divê ku hemû minafiq bêne kuştin.

     Gelo bi rastî jî ola Zerdeştiyê mîna ku ew dibêjin e yan? Ger ku meriv bixwaze vî tiştê hînbike divê meriv lêkolînek xurt li ser wan bike û li pirtûk û makale û nivîs û materyalên di derheqê wan de hatine nivîsîn bixweyne û ger ku meriv bixwaze hin zêdetir wan nas bike divê meriv here nav civaka wan û ol û bawerî û felsefeya wan ji wan hînbike. Bi vê armanc û mebestê min lêkolînek li ser Zerdeştiyê kir û min dîte ku Zerdeştî qethiyen ne wekî ku van kesa qal dikin e. Ka em binêrin felsefe ya jiyana Zerdeşt pêxember çi bû û kîjan erdem û fazîlet di xwe da dihewîne? Nêrîna Zerdeşt pêxember a li benîadema û xwezayê çi bû? Wi bi çi çavî li sirûşt û gerdûnê dinêrî? Wî dixweste çi ji mirova re bibêje û dixweste kîjan mîrateyê diyariyê mirovahiyê bike?

     Awê ku hun jî dizanin pirtûka pîroz a ola Zerdeştiyê Avesta ye. Avesta jî mîna hemû pirtûkên pîroz ên olên din xwestiye ku di derheqê hemû bêşên jiyanê da agahî û zanîna bide bawermendên xwe û hemû pirsên di serê wan de li gor qaîde û zagonên xwe bibersivîne. Dema ku em li pirtûka pîroz  Avesta yê dinêrin, em dibînin ku li ser sê hîmên girîng sekiniye. Di vê dîtaneyê de ev her sê hîmên girîng ev in:

– Humete: Fikr û ramanên rast û qenc

– Huvehte: Gotinên rast û qenc

– Huvereste: Şêl û tevgerên rast û qenc

Û li ba van her sê hîma du xalên pir girîng jî dertên pêş ev jî ev in: Aştî û hezkirin.

     Li gorî pirî nivîskar û lêkolînera Zerdeşt pêxember, pêxemberê şadî û bextewerî û aştiyê ye. Li gorî wî di dinyayê de tiştên herî baş û xweş, fikr û ramanên rast û qenc, peyv û gotinên rast û qenc û şêl û tevgerên rast û qenc in. Tê gotin ku Zerdeşt pêxember ji şopînerên xwe ra wiha şîret kiriye: “Bi qasî giraniya tenekî genim hezkirin, bi qasî giraniya tenekî genim şadî û bextewerî, bi qasî giraniya tenekî genim aştî, bi qasî giraniya tenekî genim aqil, bi qasî giraniya tenekî genim başîtiyê têxin coniyek û bi ava zanînê re bikutin. Paşê herroj serê sibê herî kêm carekî ji vê têkelê vebixwun.” Dîsa li gorî hin rîvayeta Zerdeşt pêxember wiha gotiye: “Divê ku ez hîn bikim da ku dikaribim bê şûr û mertal li hember vir û derewa şer bikim. Divê di vî şerê da şûrê min bi tenê fikr û raman û gotinên min bin.” Û axaftina xwe wiha didomîne; “Divê peyama Ahuramazda ne bi şû      r û mertala belav bibe lê bi peyv û gotinên xweş divê belav bibe. Kî bixwaze wê bawer bike û kî jî nexwaze bawer nake. Ti kes nikare tiştekî ji wan re bibêje. Lewra ew azad in. Ji hemû mirova mîna ku dayikek çawa ji zarokê xwe hezdike hun jî wisa hezbikin.”

     Zerdeşt pêxember digote ku divê ti kesekî rûmet û heysiyeta xwe nexe bin piya û herkes bi serbilindî û azad jiyana xwe bidomîne. Divê ku xweşekî û berdevkî ji ser rûyê dinyayê bêne rakirinê. Dîsa cara yekem Zerdeşt pêxember ji bo mêr û jina mafên wek hev nas kiriye. Li gor baweriya Zerdeştiyê Xwedê jin û mêrê yekem li ba hev û wekî hevalên hev wan afirandiye. Ango jin û mêr wekî hev binirx in û kes ji kesekî ne serdesttir e. Cihên ku baweriya Zerdeştiyê lê belav bûne li wir pirehevserî kêm bûne û yekjinîtî(yekşûyîtî) zêde bûne. Lewra di vî dînê da bavkanîtî ne serdest e. Dîsa di vî dînê da taeta fermanên exlaqî esas in. Têkiliya camêrane ya bi xîzanan re, mêvanhezî ya li hember kesên beyanî, dûrsekinîn a ji hemû karên nebaş û neçê û dûrsekinîn a ji hemû tiştên bereday û pûç û vala wekî karên pîroz û bifazîlet têne hesibandin.

     Li gorî Zerdeştiyê heft şêl û tevgerên mirov ên rast û qenc ev in: “Aqil, hewl, hezkirin, şadî û bextewerî, zanîn, aştî û birêvebirina xwe ya xweser.”

     Li gorî hinek lêkolînera ola Zerdeştiyê asasê xwe li ser sirûştparêziyê danîtiye û di wê çarçoveyê da şax daye û belav bûye. Bi piranî jî van lêkolînera vî fikrên xwe digihînin hinek ayetên Avesta yê. Lewra ji wan ayetan hinekî ev in û bi rastî jî bêhna sirûştparêziyê ji wan difûre. Di ayetekî da wiha dibêje: “Ji bo ku darekî bê jêkirinê, divê di şûna wê darê da du heb şaxik bêne çandinê. Lewra bê ku şaxik bên çandinê dar bê jêkirin, ev şêl û tevgerek Ehrîmanî ye û mîna ku mirovek hatibe kuştinê guneh e.” Di ayeteke din da jî wiha dibêje: “Her mêrekî roja ku zarokek jê ra çêbibe û bibe bav, divê ew roj şaxekî biçîne û dîsa divê her sal vê tevgera xwe dubare bike û bidomîne.”  Û li ba van di Zerdeştiyê da ked pîroz e. Anegorî li gorî vê baweriyê cotkarî, rênçberî, çandinîtî û hwd. erkên mirovan ên pîroz in di vê cîhanê da.

     Kin û dirêj em dikarin van tişta li ser Zerdeştiyê da bibêjin. Lewra çawa dînên din li ser vê dinyayê armanca wan a yekem başîtî û erdem û fazilet be jî di heman demê da hinek tiştên nehênî jî di xwe da dihewînin, Zerdeştî jî wisa ye. Ji ber vî mîna hemû olên din rexne li Zerdeştiyê jî hatine kirinê û wê ji aniha pê ve jî rexne lê bên kirinê. Çi rexneyên di cîh da û çi jî ên pûç û vala wê her hebin. Ez dixwazim fikr û ramanên Yewnana kevnare ên di derheqê Zerdeşt pêxember da bi we ra parvebikim. Lewra ew dibêjin ku; “Zerdeşt pêxember hemraz û wergerînerê Xwedê ye û ji bo ku mirova şad û bextewer  û dinyayê jî ronî bike Xwedê wî şandiye ser rûyê erdê.” Li gorî hinek rîvayeta jî kana felsefeya Yewnana kevnare ola Zerdeştiyê ye. Tê gotin ku dema İskenderê Makedonî di sefera xwe ya Rojhilatê da gihiştiye İranê li wê der leqayê du nusxeyê Avestayê hatiye. Yekî ji wan şewitandiye û ev a din jî wergerandiye yewnankî û şandiye welatê Yewnana. Ji ber vî jî tê gotin ku felsefeya Yewnana ji vê pirtûkê zaye û belav bûye. Ev tişt çiqas rast an derewe ez nizanim lê awê ku tê zanîn hemû şaristan û çand ji pêşê xwe tiştekî wergirtine û hin tişta jî li ser wan tiştên ku girtine zêde kirine û bi wî awayê xwe gihandine  roja me. Dîsa awê ku tê zanîn hemû ol û dîn û çand û şaristan bi cînarên  xwe ra di têkiliyê da ne û danûstendin di nava wan da çêdibe û bandor û tesîra wan li hev dibe. Di şaristana me ya îroyîn da em neqş û motîfên bi hezaran sala dibînin. Ji ber vî jî li ba min ti çand û ol û dîn û şaristanî vê neheqiya ku niha li Zerdeştiyê tê kirinê heq nake. Dema ku ez van tiştên kirêj û kirêt dibihîsim û dibînim êşek dikeve dilê min. Lewra hin kes xwe wekî stêrkeke ku dibiriqe û ronî dide dora xwe û ên din jî mîna ewrên reş ên ku roniya stêrka winda dike didin nîşandidin.  Lê ew kes jibîrdikin ku hemû ezman û gerdûn bi yek stêrkek ronî nabe çawa ku bi yek hebekî birbisork hemû şev ronî nabe.

Emre MÛHARGÎNΠ 

03.12.2016

ÇAVKANÎ

Avesta, Weşanên Avesta

Zerdüst, Konfüçyüs ve Muhammed, Claude Emanuel Joseph Pierre, Weşanên Avesta

Zerdüşt , Ferhad Kishvery, Weşanên Sonsuz Kitap

Zerdüst, Haşim Rezî, Weşanên Avesta

Wiha Axifî Zerdeşt, Friedrich Wilhelm Nietzsche, Weşanên Anonîm

İdeolojî ve Devletin İdeolojik Aygıtları (Ideology and Ideological State Apparatus), Lois Althusser, Weşanên İletişim

Zerdeşt Pêxember: Gelo Em Her Tişt Di Derbarê Wî da Dizanin? Makale ya Ezîz ê Cewo

Bersivekê binivîsin