Lêkolînên Navenda Bijîjkî ya Akademîk

Lêkolînên Navenda Bijîjkî ya Akademîk

Zanyarên ji AMC (Navenda Bijîjkî ya Akademîk) ya li Amsterdamê ye encama lêkolîna xwe ya derbarê zarokên bi nexweşiya ADHDyê eşkere kirin. Bandora “rilatine”ê li ser mêjiyê zarokan ku bi nexweşiya ADHDê nexweş ketine, li gorî mirovên mezin, zêdetir e û her çiqas zarok hebên rilatineê nexwin jî di aktîvîteya mêjiyê zarokan de guherînin mezin têne dîtin. 

Lêkolîner balê dikişînin li ser bandor û xeteriya hebên ADHDê. Zanyarê tûrenasiyê Anouk Schranteeyê ji AMCê li ser mêjiyê zarokan ku her li ber gihaştinê ne, lêkolîna xwe pêk aniye. Anouk Schrantee di lêkolîna xwe de, bi alîkariya MRI-Scanê ji 50 gede/kurik (ji 10 salî heya 12 salî bûn) û 50 mêrên (ji 23 salî heya 40 salî bûn) ku tu caran serî li dermanên nexweşiya ADHDê nedabûn, sûd wergirtiye. Ji 100/50 kesên hilbijartî bi qasî çar meheyan bi “metîlfenîdat”ê û ji 100/50 kesên bermayî jî bi “plasebo”yê hatine dermankirin.

Piştî hefteya li pey dermankirina kesên nexweş ên bi rilatineê hatibûn dermankirin, dîsa bi MRI-Scanê encamên piştî dermankirinê tê bidest xistin û bi encamên beriya dermankirinê tê muqayesekirin.

Di aktîvîteya mêjiyê mirovên mezin de guherîn nehatiye dîtin, lêbelê aktîvîteya mêjiyê zarokên ku bi metîlfenîdatê hatibûn dermankirin, ne weke yê mirovên mezin bûn, lewre mêjiyê zarokan bi awayeke pirr zêde li ber xwîn herîkînê mabûn.

Profesorê psîkiyatriya zarokan Jan Buitelaarê ku di lêkolînê de cih negirtiye, wiha dibêje; “Lêkolînekî balkêş e û bi qasî balkêşiya lêkolînê, bi awayeke rêkûpêk û xurt pêk hatiye.”

Dîsa profesor Roeljan Wiersemayê ji UGent (Zanîngeha Gent) nêrînên xwe wiha raber dike; “Bêguman lêkolînekî hêja û girîng e, lê bi ya min divê em hin lêkolînên din jî pêk bînin daku em zanyariyên berfireh yên derbarê bandora Rilatineê li ser mêjiyê zarokan bidest bixînin. Lewre zanyariyên di vê lêkolînê de hatine raberkirin, helbet girîng in lêbelê zanyariyên ne berfireh in.”

Metîn Eser

Çavkanî: De Morgen / 27.11.2016 

Bersivekê binivîsin