Di Mîtolojiya Yewnan de Mîtosa Theseusê Leheng

Di Mîtolojiya Yewnan de Mîtosa Theseusê Leheng

Di Mîtolojiya Yewnan de Mîtosa Theseusê Leheng

Lehengê efsanevî ê Atînayî ye. Li gor vegotinan, bavê wî Egeus û diya wî jî, Ethra ye. Theseus, lehengê sereke ê Îyonyayê bû. Atînayîyan, wî wek reformparêzekî mezin hesibandine. Wiha tê pejirandin ku, yekbûna Attinayê; di bin serokatiya Atina de, bi alîkariya wî pêk hatiye. Li gorî efsaneyê Egeusê qralê Atînayê, bi gelek jinan re dizewice; lê zarokên wî çênabin. Di dawîyê de bi Ethraya keça qralê Troezenê re dizewice. Ethra ji Egeus, li gor rîwayetekî jî di demaka sobeberiyeke de ji Poseidon, dibe ducanî. Egeus, li benda zayîna kurê xwe nasekine û vedigere Atînayê. Lê beriya ku bikeve rê, sola xwe û şûrê xwe di bin zinarekî de vedişêre. 

Egeus, ji jina xwe re wiha dibêje: ‘Dema ku zarok mezin bibe, dikare sola min û şûrê min ji bin zinar derxe û îsbat bike, da ku ew ji xanedana min e.’ Theseus dema ku mezin dibe, ji bin wî zinarî emanetên bavê xwe derdixe. Diya wî, jêre behsa nasnameya wî a rasteqîn dike. Li ser vê yekê, Theseus berê xwe dide Atînayê û heta ku digihêje Atînayê, gelek rêbiran dikuje. Piştî gelek seborîyên dijwar, Theseus dihihêje Atînayê; lê nasnameya xwe rasteqîn eşkere nake. Lê Medeaya jina Egeus bi nasnameya wî ya rasteqîn dihise û ditirse ku, Theseus di dewsa Medusê kurê wê de bibe qral.

Bi niyeteka xirab jê dixwaze, ku ew gayê maratonê bikuje. Lê Thesus diçe wî gayê maratonê digre û tîne li Atînayê qurban dike. Li ser vê serkeftina Theseus, Medea biryara xwe dide; da ku vê carê jî wî bi jehrê bikuje. Di dema herî dawî de Egeus, sol û şûrê xwe dibîne û jehirkirina Theseus asteng dike. Atînayîyên ku li hemberê qralê Girîtê têk çûbûn, li gor wê peymana aştîyê a ku di navbera wan de hebû; di her nef (9) salan de carekî, bêgav bûn ku heft (7) keçên ciwan û xortekî, qurbana dêwê MİNOTORÊ serçêlek bikin. Ji dilê Theseus tê û dixwaze ku here li hemberî wî dêwî şer bike û ji bavê xwe re dibêje ku, hege ez bi ser bikevim; wê ez ê bi keştiya xwe ve ala spî daleqînim.  

Ariana keça Minosê qral, dil dikeve Theseus û ji bo ew bikaribe ji wê labîrenta dêw, xwe xilas bike werîsekî zexim dide wî. Theseus bi destên xwe, dêw dikuje; bi xêra wî werîsî ji labîrenta dêw xwe xilas dike û diçe xortên Atînayê xilas dike. Di rêya vegerê de Theseus ji bîr dike ku bi keştiya xwe ve ala spî ku, nîşana serkeftina wî bû daleqîne û bi vî awayî mizgîniyê bide bavê xwe. Dema ku bavê wî di dewsa ala spî de ala reş dibîne, ji ber xemgîniya xwe; xwe diavêje behrê û xwe dikuje. Tê gotin ku navê Behra Egeyê, ji navê Egesus tê. Piştî ku tê Atînayê, Theseus dibe qralê Atînayê û bi qraliçeya Amazonî re dizewice.  Ji wê zewacê, bi navê Hippolitus; kurekî wan çêdibe.  Li gor efsaneyê Theseus, ji Atînayê derketiye û salên xwe dawî, li girava Skiros derbas kiriye.

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin