Di Mîtolojiya Yewnan de Xwedayên Avê û yên Bin Erdê

Di Mîtolojiya Yewnan de Xwedayên Avê û yên Bin Erdê

Di Mîtolojiya Yewnan de Xwedayên Avê û yên Bin Erdê   

Xwedayên av û ên bin  erdê, lodeka berfireh pêk tînin. Di pêşiya hemûyan de jî, Xwedayê deryayan û avan; Poseîdon tê. Okeanos jî, ji wan Xwêdayên deryayê tê hesibandin. Xwedayê Okeanos, serwerê çemê ‘Okeanosê’ ye, ku xwe seranser li hawirdorê gerdûnê rapêça ye. Xwedayê Okeanos, ji Tîtanên mê; Tethys re zewicî ye. Bi navê Okeanîs, gelek zarokên wan ên perî hene. Ev perîyên behrî, bûne sembola gelek çem û kanîyan. Yên ku herî zêde têne zanîn, Styks, Kallirroe û Arethusa ne. Ji Xwedayên avê Pontos, kurê Gaîayê ye û navê wî, di wateya ‘Hevrezana deryayê’ deye. Kurê wî ê mezin Nareus, bi Dorîs re zewicî ye. Hejmara keçên perî ên Nareus, ku bi Nareîsan têne bi nav kirin; di navbera sih (30) û pêncî (50) deye.

Yên sereke; Thetîs, Amphitrite û Galateîa ne. Amphitrite, bi Poseîdon re dizewice. Trîton, kurê Amphitrite û Poseîdon e; carina Xwedayekî zalim û carinan jî, Xwedayekî dilnerm e. Pêşerojê, (diwaroj, siberoj) radigihîne û bi amûreteka taybet, dengekî bilind li dinyayê belav dike. Bi Herakles re şer kiriye û ji ber vexwarina şeraba Dionysos, têk çûye. Şivaniya kerîyên dêwan ên Poseîdon û Amphîtriteyê dike. Hêza zanîna pêşerojê û qirasguherînê, ji Poseîdon fêr bûye.  Serokê Xwedayên bin erdê jî, Hadesê birayê Zeus e. Ji bilî wî, di bin erdê de Xwedawendên tolhildanê hene, ku bi navê Erînyayan têne nasîn. Ev Xwedawend, zagonên rewiştî (exlaqî) diparêzin û yên ku wan zagonan binpê dikin, ji aliyê van Xwedawendan ve têne ceza kirin. Ev Xwedawendên bêrehm, lê rast; keçên Kronos û Nyksê ne. Wek dêwên hêwilnak, hatine pêşnûma kirin. Berdewama malbatan diparêzin û bi kuştinên malbatî re têlildar in. Xwedayê xewê Hypnos jî, kurê Erebos û Nyksê ye û cêwîyê Thanatos (mirin) e. Di bin erdê de dijîn û ji wir, xew û xewnan bi rê dikin.

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin