Humanîzm

Humanîzm

Humanîzm

Di destpêkê de tevgera ronesansê pêşî li ser pirsgirêkên mirovan rawestiya ye û wan pirsgirêkan li gorî nimûneyên antîk yewnan şirove kiriye. Tevgera ronesansê, li bersiva pirsa “wateya însan û cihê wî yê li vê dinyayê?” digere û dixwaze ku vê bersivê derxîne holê. Ji lêkolînên di vî warî de jî, Humanîzm hatiye gotin.

Felsefeya ronesansê, bi rêzaniya heyama antîk yewnan dest bi xebatên xwe kiriye û wê danasîna ku lê digeriya, dîsa di wê dewrê de ditiye. Hê di sedsala 14- ê d ji bo naskirina lîteratura antîk, lênerînekê mezin dest pê kiribû û berhemên antîk, hatibûn wergerandin û ravekirin. Berî her tiştî jî, lêkolîna rastiyê bi her awayî derketiye holê. Navê humanîzmê jî; cara ewilî bi wateyeke teng û ji bona lêkolînên li ser lîteratura antîk, tê bikar anîn. Lêbelê, humanîzm ne tenê ev lêkolînên fîlolojîk in. Lewra, humanîzm li ser derketina tevgera ronesansê rolekê mezin leyîstiye. Bi humanîzmê re, hestekê nû dest pê dike û ev hestên nû, dixwazin kulturê ji bandora ol rizgar bikin û felsefeyeka nû ya însan û dinyayê damezrînin. Herwiha, humanîzm ne tenê xebateka fîlolojîk û lêgerek e, belam ew îdeyek û dilêrîna jiyanekê nû ye jî. Xwiya ye ku, ev dilêrîna jiyaneke nû, dixwaze ku bigihêje vê îdeyê. Ev rêça ronesansê ango humanîzm, cara pêşîn li Îtalyayê dertê holê û bi vê yekê re jî Îtalya dibe dêwelatê tevgera ronesansê û bi saya vê yekê, çanda Ewropa, ya nûjen dertê holê.

Gelo çima, tevgera ronesansê cara pêşî li Îtalyayê derketiyê holê û piştra li welatên din yên Ewropayê berfireh bûye?

Ev bûyer, bêguman ne pîsadî ye. Mirov dikare bibêje ku, ji bona çêbûn û derketina ronesansê, çend mercên erdnîgarî û dîrokî li Îtalyayê hebûn, bikêr dihatin û ji vê yekê jî, ronesans ewilî li Îtalyayê derkete holê. Lewra, Îtalya dêwelatê împaratoriya Romayê bû û çanda heyama antîk, li vê erdnîgariyê derketibû holê. Piştra jî, Îtalya dibe navenda serdema navîn. Ji ber vê yekê, dema ku bandêra çanda Ewropa hildiweşe, ew çanda berê; ku bi temamî ne hatibû ji bîrkirin, carekê din dertê ser rûyê erdê.

Ji ber awahiyên siyasî û civakî jî, dêwelatê tevgera ronesansê dibe Îtalya. Lewra, Îtalya di wê demê de ji yekîtiya xwe ya siyasî dûr e û pênc dewletên bajarî, mîna wek Floransa, Mîlano, Napolî, Roma û Venedîk hebûn û ev dewletên bajarî serbixwe bûn, ku dişibiyan wan dewletên heyama pêşîn yên yewnan. Di nava van dewletên Îtalyan yên bajarî de, her dem şerên dirêj çêbû ne û ev rewş, bi kêrî “ îndividualîzmê” hatiye. Ev dewletên bajarî yên Îtalyan, kêm be jî demokrat bûn û di nava pergalek wiha de, şexsiyeta xwe çêtir bikar anîne, pêşxistine û her yek jî, li gorî hunera xwe, bûne xwedî şexsiyet. Serfiraziya ronesansê ya pêşîn, ev pêşketin bû ku, di vê pêşketinê de mirov çêtir bûne mirov û şexs. Wekî çend xalên din di vê xalê de jî, di navbera heyama navîn û ronesansê de dijberiyek xwiya dike.

Lewra di heyama navîn de, mirweta mirovan zêde ne berfireh bû û ew, di nav pergalekê olî de wek livokekî dihatin hesibandin. Wateya vê livokê û çarenûsa wî, bêguman ji aliyê dêrê ve dihate destnîşankirin. Bandêra heyama navîn ya civakî, sekinî bû û di nava vê avahiya statîk û naguher de cihê hemû mirovan dihate salixandin û di nava wê çerçoweya civakî de, mirov girtî bû. Lewra Xwedê, Xweda, Xwedêyan xwestibûn ku ev bandêr wiha be.

Ji ber van sedeman mirov di pergaleka wiha teng de, pirsên mîna: “Ez çî me? û wê çî bibe ji min?” nakin û jixwe li wê pergala ku têde ne, bersivên li gorî bawerî an nêrînên olî, ji zûve amade ne. Lê di ronesansê de mirov ne endamê organizmeyekê bêreng ya gerdûnî ye, xwe ji vê yekê rizgar kiriye û li murweta xwe ya rengorengo digere. Lewra, ew şexs e.  Ji ber vê yekê, ronesans heyama “individualiteya” ye. Di ronesansê de, ne tenê şexs, lê komeleyên mirovan jî ketine riya şexsbûnê û bûne xwedîmurwet. Piştra, netewe jî derketine holê. Di heyama navîn de, netewe yeko yeko endamê dewleta heyama navîn bûn û her dewlet, ne xwediyê dîtinên serbixwe bû. Çanda wan zêde ne berfireh bû û ziman û hunera wan jî, baş berfireh nebûbû. Piştî qedandina heyama navîn, ev rewş ji binî ve hat guhêrtin. Êdî netewe jî, mîna şexsan dibin xwedî kesayetî û zimanê xwe, jiyana xwe û avahiyên xwe yên polîtîk bi awayekî pirreng, berfireh dikin. Lewra, ronesans heyameka afiraner e û neteweyan afirandî ye. Di ronesansê de, cara pêşîn tevgera humanîzmê tê dîtin û humanîzm, hilbera çanda vê birahê ye. “atmosferê ye.”

 Şexs, xwe êdî ji bin bandûr û ketimetbûnên naguheriyê rizgar dikin û pirsa xwe dikin û dibêjin: ‘Em çî ne? û Kîne em?’ Ev pirs û pirsên mîna van, riya lêkolînên li ser mirovan vedike. Bêşik, di vê babetê de jî; rêzanên wan lîteratura heyama pêşîn bû. Lewra, mirovên vê heyamê, ne mîna yên heyama navîn bûn, ew mirovên pirralî bûn. Piştî van lêkolînan, ronesans digihêje mirovên xwezayî û ev keşf, ji keşfa Amerîka an pusulayê ne kêmtir e. Di nava vê reça ronesansê de “di humanîzmê de” rolê helbestvanê Îtalyan FRANCESCO PETRARCA “1304- 1367” pirr girîng tê dîtin, ku ev mirov, bav an kalikê humanîstan tê hesibandin. Lewra, heyama navîn û heyama nû di berhemên wî de ji hev têne veqetandin. Di behremê wî de bi hêsanî, raman û bandûra dîtinên dêrê têne bihîstin. Lê dîsa jî; pirrenbûna jiyanê, wî ber bi jiyana nû û pirsgirêkan ve kişandiye. Heza wî “mîna binhişê” navenda giraniya ramanên wî ye. Hêza xwe jiya ye û ji ber vê yekê jî ketiye nava pergalekê pêşverû û ji bona ku hêza xwe bibîne, berê xwe daye lîteratura antîk û bi coş, li ser vê lîteratûrê rawestiya ye. Ev mirov bi vê helwesta xwe re, dibe nûnerê ronesansê yê pêşîn.

Gelo, Petrarca Çi Kiriye?

 Petrarca, xwe fêrî zimanê grekî kiriye û li ser berhemên kevnare rawestiya ye. Li ser fîlozofên antîk, biyografya û helbestan nivîsandiye. Petrarca di nivîsên xwe de ji pirsgirêkên teorîk, zêdetir li ser pirsgirêkên rewiştî “exlaqî” rawestiya ye û dilrenciya wî ya resen, pêşxistina zagona hunera jiyanê ye. Ji bona vê yekê jî; felsefeya “Stoa” wek mînak hilbijartiye û nemaze, li ser “Stoayê Romayî” rawestiya ye. Di ronesansê de bi saya vê yekê, cara pêşîn felsefeya “Stoa” dinasin.

Li gorî Petrarca: wekî felsefeya Stoa, berxwîdarî gihêjtina serdestiya giyan e û ji bandûran xwe rizgarkirinek e. Ji bona vê yekê jî, divê ku mirov bi serê xwe tenê bijîn û di tênetiyekê de bimînin, binivîsînin, bifikirin û carinan jî, herin serdana hogir û hevalên xwe. Di berhema xwe ya bi navê “De vita solitaria” ango “jiyanekê bi tenê” de dibêje ku; “Jiyaneka bi tenê an bi serê xwe, ji bona pêşketinê pêwîst e û ev yek, wezîfeyeke jî.” Mirov çiqas bikaribe xwe ji bandûra derve xilas bike, wê hewkas bigihêje giyanekê aram. Wisa xwiya dike ku Petrarca heta vê derê mîna “Stoa” difikire. Lê piştî vê xalê, dîtinên dêrê dikevin nav ramanên wî û ramanên wî tevlîhev dibin.

Û piştra dibêje ku: “Mirov, ancax bi alîkariya Xwedê an jî bi rêzaniya wî, dikare ji tirsa mirinê xwe rizgar bike û bigihêje armanca xwe, ango berxwîdariyê.”  Mixabin, Patrarca bi alîkariya Xwedê jî nagihêje vê yekê û bi vê rewşa xwe re dikeve bedbîniyê. “Pesisîzmê” Bêguman ev bedbîniya wî, ji bêganeniya mirovên heyama navîn çêtir bû. Lewra, Petrarca rûmetê dide jiyana xwe ya li vê dinyayê. Li gorî dîtinên wî: “Jiyan di navbera vê dinyayê û di ya din de, ne tenê pirek e; ew bi serê xwe jî hêjahiyek e.”

 Di wê demê de, ew li hemberî jiyanê azad difikire û mîna fîlozofên antîk, ew jî rolê aqil girîng dibîne. Di dawiyê de, her alîkariya Xwedê daxwaz dike jî; ev xwestekê wî nayê cîh û piştî demekî, bawerî û ewla wî, ji Xwedayê dêrê re sist dibe. Lewra, dema ku mirov di nava pergalekê wiha de bijîn, wê demê wê mirov, dinyayê jî; mîna êşeka gerdûnî “acedian” bijîn. Dîsa jî, ew dîtinên Petrarca yên bedbîn bi baldarî hatine şopandin. Petrarca li Îtalyayê, felsefeyeka moralî ava dike û ev felsefe, dişibe felsefeya Cicero û Seneca. Piştra jî, ev lîteratur; zû bi zû li Îtalyayê pêşdikeve.

Nivîskarê “Decamerane” yê GİOVANNİ BACCACİO “1313-1365” di nava vê lodê de cihê xwe digre û di berhemên xwe de; jiyana mirovan, beyî bandûra dêrê û kevneşopên wê demê radixe ber çavan. Lewra Giovanni, bi antîkîta Grek- Romayê baş dizanibû û ji ber vê yekê jî, zanayiyên xwe li dorhêleka fireh raxistibû.Hasilê; ew hizrên ku humanîstên ewil, li ser rawestiyane û babetên wan hizran hilika xwezaya mirov û avahiya wî/wê bû, di sedsalên ronesansê de berdewam kirine. Dîsa nivîskarekî ronesansê NİCCOLO MACCHİAVELLİ “1469-1527” jî, li ser pirsa; “gelo xwezaya mirov çiye?” rawestiya ye û dilêrîna mirovê nû, ji bona çareserkirina pirsgirêkên wê demê, kiriye destpêka xebatên xwe. Xwiya ye ku di destpêkê de, tevgera ronesansê ewilî bi nêrînên kevin ve girêdayî dimîne û piştra, hêdî hêdî, ketiye riya xwe ya xwerû.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin