Afirandina Dinê

Afirandina Dinê

AFIRANDINA DINÊ

    Bi çend milyar sal berî niha hêj ev extera ku em lê dijîn nebû, carekê Xwedayê li banî xwe bi xwe fikirî, ramiya û sêwra çêkirina hin tiştan kir. Piştre xwe bi xwe got: ‘Hewqas valayî li ber min heye û hemû malê min e, tu hevalbend û ortaxine min jî nînin, nexwe divê ku ez hin tişt biafirînim û piştre jî wargehekê ava bikim û tê de hin cûre mirov û sewaline pirtexlît biafirînim.

Ew wargeh dê bi wan afirandinên min wisa xweş û şên bibe ku hempayên wê hîç nebin. Eger ew mirov wê wargehê ji xwe re xweş bikin dê pir geş bibe, yan eger ne xweş bikin dê pir ne xweş bibe. Lê ez hîç têkilî navbera wan jî nabim; divê ku ew xwe bi xwe xwe ragirin û wekhevîtî, biratî û perwertiyê têxin mabeyna xwe û bi jiyaneke dilovan bidomînin.’

Piştî sêwirandina bo afirandina wan tiştan, Xwedê bi qasî çengekê ji nûra xwe girt û gotê: ‘Ya nûra min, bibe xweşiya min!’

Piştî wê gotina Xwedê, ew nûra pîroz dest bi ricfê kir, hem jî lerizî û li wê reqs û lerzê domand, domand heta ku di ser re 624 hezar sal bihurîn. Piştî hewqas salên dirêj, Xwedê ji wê nûra xwe ya ricfok re duwazdeh wargehên nazenîn çêkirin. Lê belê ew wargeh her yekê ji ya din delaltir û xweşiktir bû, piştre jî Xwedê her yekê wan navek lê danî.

Ew nav ev in:  Şênîtî (Qudret), Mezinatî (Te´zîm), Dilovanî (Minnet), Qencîkiroxî (Merhemet), Başîtî (Se´adet), Tîjîfehmtî (Keramet),  Şeref (Menzîlet),  Rêrastî (Hîdayet), Peyambertî (Nubuwwet), Perestinî (Ta´et), Mehdertî (Şefa´et) û Xweşribserî (Rif´et).

Ew nûra ricfok, di her yekê ji wan duwazdeh wargeyan de gelek sal hêwirî û ji Xwedayê mihrîban re zikr û perestiniyan kir. Piştre îcar Xwedê ji wê nûra xwe re çar deryayên mezin afirandin û her yekê navek lê danî. Navê yekê Deryaya Alîkariyê, ya din Deryaya Qenciyê, ya dîtir Deryaya Şaneşîntiyê û ya dîtirkê jî Deryaya Xwenasînê.

Ew nûr piştî ku ji wan wargeyên xwe derket, îcar bi rêzê kete wan deryayên mezin û tê de gelek sal zikr û perestinî kir. Piştre Xwedê wê nûra xwe ji Deryaya Xwenasînê derxist derve. Ewçax ji nûra pîroz 124 hezar dilop daweribîn û wê xist şûfê cewherekî, piştre lê niherî û awirne tûj danê.

Cewhera nazenîn li ber awurên Xwedê semax nekir; lerizî, werpixî û di nava xwe de keliya, hinbihin berfireh bû, valahiyeke mezin dagirt û piştre ji fihêtan teqiya û bû du şeq. Wê hingê Xwedayê mezin îcar li şeqeke wê cewherê bi çavine mexof û li nîvê din jî bi çavine dilovan nihêrî.

Ew nîvê ku lêmêzekirina mexof lê çêbûbû, ji tirsan xwe ranegirt û liviya,  rihilî, lerizî û di şûna xwe de reqisî… Wê, kir û nekir xwe ranegirt û di nava xwe de şewitî, peritî, perpitî û weke lehiya êtûnê herikî û çû. Ew av û alav hin bi hin ruhn bû, li hev geriya û serobinê hev bû, kef û kunc pê ketin, dû û dûxaneke reştarî jê hilkişiya û hilf û gulfa wê li dora hev hate lefandin.

Ha wisan gelek sal bihurîn, ew êtûn hin bi hin hênik bû û di şûna xwe de sekinî; ruhn bû, tenik bû û bû aveke sar û cemidî. Ewçax kefa wê bû ax, ava wê bû derya û ket rewşeke girover, lê bêsekan dîsa li dora xwe sergeşte zivirî, reqisî û li hawîdorê xwe pergar çêkirin. Ew dûmana wê jî li jorê pehn bû, piştre mîna çoçikê kon bû û rengekî heşîn girt, di şûna xwe de hişk bû. Piştre navê wê giroveriyê bû dinya, navê ava wê bû zerya, navê kada (erd) wê bû bej û navê wê hêşînayiya hişk a li jor jî bû asîman. Ew nîvê cewhera nazenîn a ku Xwedê bi dilovanî lê niherîbû, jê çar tişt afirîn; Erş, Kursî, Qelem û Lewh.

Îcar hin bi hin nêz dibû ku gelek tişt bêtin holê û ji êkdu biafirin. Piştre Xwedê fermaneke tûj da Qelemê, ku dest bi nivîsandinê bike. Lê belê Qelema jar li ber wê fermana Xwedê semax nekir û şermizar bû; bêhiş ma û di şûna xwe de mîna vizikê serserkî geriya.

Di wê navê re demeke pir dirêj bihurî, hêj nû Qelem bi hişê xwe ve hat û rabû dest bi nivîsandinê kir. Wê, ew fermana ku Xwedê dabû, bêkêmasî bi cih anî û her tişt nivîsî. Piştre jî Qelem hema ji nedî ve nepenî bû. Ha ji wê demê ve heta îro, êdî dengê Qelemê hîç nehatiye bihîztin û behsa wê nehatiye kirin.

Piştî afirandina wan tiştan, îcar Xwedê xwest ku mirovekî çêbike, da ku ji dola wî zêdeyî çêbibe, nifş bi nifş û qor bi qor mirov werin holê, da xweza bi wan geş û şên bibe. Wê hingê Xwedayê hêzdar fermaneke xweş da milyaketê xwe Cebraîl da ku here çengek axa sipî ji nav cergê dinyayê bîne. Cebraîl heman çû û çengek xwelî anî.

Xweda got: Wê xweliyê bi gulavê bike hevîr.

Cebraîl ew xwelî bi gulavê hevîr kir, erçiqand û jê gilokeke mîna cewherê fîq-sipî derxist. Piştre Cebraîl ew gilok bire bihiştê û çend caran di avê de niqo kir û deranî, dû re jî bir li çarnikalê dinyayê gerand, û dîsa şûnde vegerande bihiştê, ew nixumand da ku bimeye. Ha bi wî awayî hezarsaline dirêj bihurîn, heta ku ew hevîr rind meyiya û xamîtî jê derket.

Piştî wê yekê, Xwedayê hêzdar ji wê giloka hevîr buteyekî pir delal çêkir û bi pifê piçek ji giyana xwe xist navê. Bi wê pifkirinê Bute zînde bû û giyan ketê, xwe livand û rabû ser nigan. Ewçax Xwedê ew Bute bi ADEM navdar kir û piştre jî wî avête nêv bax û bostanên Bihiştê. Adem bi tena serê xwe di nava Bihiştê de geriya; her cûre fêkî xwar û avê vexwar. Xwedayê comerd destûra Ademî li her tiştî dabû, tenê xwarina berê dara genimî lê qedexe kiribû, yan jî xwarina sêvê… Wekî din wî çi bixwarina, çi vexwarina û bi çi awayî kêfa xwe bikirina serbest bû.

Li bihiştê Adem bi tena serê xwe bû, ji ber hindê hedana wî nedihat. Wî diviya ku jê re hevalek jî hebe. Gava ku Xwedê ew vîna di dilê wî de ferq kir, ji binçenga wî ya rastê hemcûnekê afirand û navê wê danî HAWA.

Li bihiştê Adem û Hawa bi hev re geriyan û kêfa xwe kirin. Îcar evîna Ademî ji Hawê re çêbû û dil ketê. Piştre fermana bo zewaca bi Hawê re hat. Daweta wan dest pê kir; govendgêrriyên dawetê hemû milyaketên bijare bûn, berbûrî horî û perî bûn. Bûk û zavê di nava xişr û zegeran de xemilandin û li gor sazûmana yezdanî mehra wan hate birrîn. Milyaketan bûk û zava li nava koşk, sera, bax û bostanên bihiştê gerandin û şahiyeke mezin kirin.

Adem û Hawê li wirê çi tiştê ku dixwarin, tev dibû xwîdan û bi bihneke mîna ya misk û mawerê di laşê wan re diavêt derve. Tu nabêjî ew xweşjiyana Adem û Hawê pir li zora Ebrehemî diçû û wî ji wan zikreşî dikir. Ebrehem rojekê xwe bi xwe got: Heçîka ez im, ez ji êgir afirîme. Adem, ji axê afiriye. Çima ew li cem Xwedê pîroz e û rûmeta wî heye, lê ya min nîne?

Ebrehem dixwest ku siqûmatekê bîne serê Adem û Hawê. Lê wî nikaribû rasterast û eşkere bi wan xirabî bikira. Îcar wî xwe bi dostanî nêzê wan kir. Ha bi wê dostaniya xasûktî Adem û Hawê hatin xapandin û çûn berê dara genimî xwarin. Gava Adem û Hawê berê dara genimî xwarin, pêre-pêre xişr û zegerên bihiştê ji wan hilfiriyan û hemû nepenî bûn. Dû re Xwedê ferman da, ku wan ji bihiştê bavêjin.

Ji ber ku piştî xwarina genimî diviya ku wan destava xwe ya mezin bikira. Li bihiştê jî cihê destava mezin nebû. Milyaketan ew ferman bi cih anî. Adem, Hawê, Mar û Ebrehem ji bihiştê avêtin derve. Çaxê ku Adem ji bihiştê hate avêtin, li ser girava Serendîba di nav Deryaya Hindê de li erdê ket. Jina wî Hawa jî li ser girê Erefê yê di çola Erebîstanê de li erdê ket.

Gava Adem li erdê dikeve, heta diguliyê tê re diçe xwarê û diçike. Lê ew ne dikare derkeve û ne jî kesek hebûye ku wî jê derxîne. Ewçax Adem ji belengaztiya xwe re digirî û hewar û feryad dike. Ha bi wê şîn û girînê gelek sal dibihurin,  heta ku ji ber ruhnikên Ademî herî çêdibe û di erdê de dar û giya şîn dibin.  Piştre Xwedê li Ademî tê rehmê û wî ji wê derê difilitîne. Adem bi hişê xwe ve tê, xwe ji wê erdê derdixe û li jina xwe digere. Lê wî ew Girav serobin kir, jina xwe nedît. Piştre biryara xwe da ku ji Giravê derkeve û here bejahiya mezin, bi umîda belkî ku jina xwe bibîne.

Adem da nêv ava Deryaya Hindê re çû, kete ber pêlan, ha ku dît li bejayîyeke sîlekan rast hat. Lê belê wî ne deverekê dinasiya û ne jî dizanibû ku wê here kurê. Hema berê xwe çolebir da wê deşta bi sîl û çû.

Tu mebêj çaxê ku Hawa jî li ser Girê Erefê ketiye, weke şûyê xwe ew jî bêhiş bûye û demeke dirêj wisa maye.  Çaxê ew bi hişê xwe ve tê û Ademî li cem xwe nabîne, radibe lê digere. Lê ew newêre ku xwe ji Gir bera deştê bide. Wek mesela ku dibêjin: ‘Dema ku li te bû tengasî yan xwe bavêje bextê zilamekî çê, yan jî pişta xwe bide çiyayekî asê.’ lê hatibe.

Adem bi wê deştê ve diçe û her qasê carek-didu navê Hawê hildide, gazî dike. Ha wisan rojek, didu, sisê… Adem diçe ha ku dibîne digîje quntara çiyayekî û li wirê rûdine. Lê pirî ku westiya ye, êdî ji rêveçûnê ketiye û nikare rabe ser nigan. Hawêya jina wî, çaxê ku li ser Girê Erefayê dengekî bi şewat ji jêr ve dibihîze, pêre-pêre dinase ku ew deng yê Ademî ye. Îcar ew xwe li dengê wî digire û berjêr diçe, diçe heta ku digîje wî. Li wirê herdu hev dibînin û bi hev şad dibin û dest bi jiyaneke nû ya bi şeq û deq dikin…

Zeynelabidîn Zinar

Stockholm 1993

Têbinî: Ev çîrok şiroveya Mewlûda Mele Ehmedê (Hiseyn) Bateyî ye. XWENÇE-VI,  Beş: IV-V.  PENCÎNAR. Weşanxaneya Çanda Kurdî Stockholm 1993. Herweha ev, di hejmara pêncan ya kovara NÛDEMê de jî hatiye weşandin.

Çavkanî: Kovara Felsefevan. Hejmar 03. Sal: 2015 

Bersivekê binivîsin