Êzdî Çi Dixwazin?

Êzdî Çi Dixwazin?

ÊZDÎ ÇI DIXWAZIN?

    Êzîdîtî, yek ji wan bawerî û dînê kevnare ye û ligel hemû zordestî û tehdeyan jî, heta roja me jî xwe parastî ye û niha jî, hewl dide ku bikaribe bi rê û rismên xwe yên resen yên dînî û civakî, hebûna xwe berdewam bike. Mixabin, ligel hemû xweşbînî û mirovheziya xwe jî bi sedê caran rastê ferman û komkujiyan hatiye û ji aliyê dijminên qewmî û dînî ve, wusa hatiye xwestin ku bila bi temamî ji holê rabe û tune bibe. Yek ji wan komkujiyên mezin jî, wekî zanîna we ye ku Komkujiya Şingalê ye û piştî vê komkujiyê jî, êzdiyan ji bêgaviyê xaka bav û kalan şûnde hiştin û ber bi deverên nediyar ve, koç kirin. Berê li erdnîgeriya Rojhilata Navîn û Kurdistanê, bi milyonan êzdî hebûn, lê hezar carî mixabin a niha hejmara wan daketiye sed yan dused hazaran. Îro, bi milyonan êzdî li cih û warên cihê belav bûne û di bin şert û mercên giran yên penaberî û xeribiyê de dijîn.

Ê baş e, ev rewşa wan dê heta kengî wuha berdewam bike? Gelo îxtîmalek heye ku rojekê ew jî vegerin welatê xwe û bi serbestî bijîn? Gelo niha derbarê vegera xwe û rewşa xaka bav û kalan de, êzdî çi difikirin? Di bin kîjan şert û mercan de dê êzdî karibin vegerin welatê xwe, yan jî ew rêveberî yan stutuyeke çawa dixwazin ku karibin vegerin?

Bêguman, beriya me gişan pirsên ku min raberî we kirine, divê êzdî bi xwe bersiva wan bidin. Yanî, ew çi dixwazin, çi naxwazin, dixwazin ku çawa çêbe, ew li benda statuyeke çawa ne û hwd. Li gor bîr û baweriya min, herkes radibe kirasekî ji bedena êzdiyan re didurû, lê gelo ew kiras çuqasî li wê bedenê tê?

12194566_1051615378223749_6766275166799267371_o

Bi taybetî jî, rêxistin û partiyên kurdan, di vê yekê de ketine pêşbirkê. Bi lez û bez dixwazin ku derheqê wan de biryaran werbigirin û piştgiriya xwe bi vê yekê nîşan bidin!!? Ê baş e, ma em ji êzdiyan çêtir dizanin ka ji bo wan çi baş e, yan çi ne baş e!!? Hewldan û daxwazên lêpêwîstker û jakoben, ji bo dahatuya êzdiyan tu carî dê nebin çare û ne çare ne jî. Heke ku çare bûye tu kesê nikaribû hewqasî tehde û zordestiyan li êzdiyan bike, wan bikuje û qira wan rake. Dîrok, vê yekê xweş destnîşan dike.

Îro cîhan giş bala xwe daye rewşa êzdiyan a jandar û dixwaze ku demildest cih û warên êzdiyan ji terorîstên daîşî werin rizgarkirin û rê li ber kuştin û komkujiya wan were girtin. Lêbelê em dibînin ku li hinek deverên êzdiyan, di navbera rêxistin û partiyên kurdan de, hinek pirsgirêk rû dane û ne diyar e ku dê encama wan bûyeran çawa be. Cepheya partiyên PKK, YNK û Goran’ê dixwazin ku deverên êzdiyan bibin kanton û wusa jî werin parastin. Lê bi qasî zanîna min, hêjî baş ne diyar e, ku dê ew kanton bi Kurdistanê ve were girêdan yan bi Îraqê re? Li milê din jî PDK û rêveberên herema Kurdistanê jî dixwazin ku Şingal bibe parêzgeheke girêdayî Kurdistanê û wuha jî, were parastin.

12208556_846089978840788_5786047228611793007_n (1)

Li vir ya girîng, biryara êzdiyan bi xwe ye. Yanî, divê ew bi xwe biryara xwe bidin, bê ka dixwazin di bin kija şekl û rêveberiyê e bijîn. Beriya her tiştî, divê hemû rêveber û rayedarên êzdî, li hev bicivin û bi xelkê xwe re bişêwirin. Ez bawer dikim, Konseya Ruhanî ya Êzdiyan, Mîr û Şêxên wan û girêgirên civaka êzdî û rewşenbîrên wan, di vê meseleyê de dikarin roleka sereke û erênî bileyîzin. Heta pêwîst be, bila li orta Şingalê sindoqa rapîrsînê (referandum) were danîn û rêz lê were girtin. Meselaya deverên êzdî û parastina wan, erkeke sereke ye ji bo hemû rêxistin û partiyên siyasî yên kurdan. Û hem jî, erkeke mirovahiyê ye û divê nebe qûrbana berjewendiyên biçûk yên siyasî.

Ji bo vê çendê jî û ji bo rêlibergirtina pevçûna partiyên siyasî yên kurdan, divê êzdî bi xwe biryara xwe bidin. Ji bo vê yekê jî, dikarin rapîrsîneke giştî yan refarandumeke pêk bînin û bi awayekî aştiyane û mayende vê meseleyê safî bikin. Ez bi xwe dibêjim dahutuya êzdiyan û êzdayetiyê, ji siyaseta siyasetvanan mestir e û divê, ev yek wekî prensîpekî sereke were parastin. Êzdiyên ku sedê salan rastê zilm û zordariyan hatine, divê êdî li xaka bav û kalan bi azadî bijîn û ji dijminên qewmî û olî, bi dijwarî werin parastin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

09.12.2015

Bersivekê binivîsin