Ali Hekarî: Felsefe, xwe rizgarkirina ji nêzanî û pêşdaraziyê ye.

Ali Hekarî: Felsefe, xwe rizgarkirina ji nêzanî û pêşdaraziyê ye.

Ali Hekarî: Felsefe, xwe rizgarkirina ji nêzanî û pêşdaraziyê ye.

Pêdiviya me ango pewîstîya me, weke nan û av û hewayê bi felsefeyê heyê. ji ber ku felsefe qanûna jiyana mirovatiyê ye, fikir û ramanên zanistî ye û têgehiştin e. Minak wextê baran dibarê, em bêjin Yezdan (Xwadê) hers bûye û tif dike, wê demê ev ne ramaneke felsefîk e. Lêbelê, ramana felsefîk ew raman e ku li ser çêbûnê, bi awirek gelmeperî dertê holê, ye. Lewma jî, kesên ku meraq bikin ka baran çawa dibare,  divê li ser xwezayê her tiştî fêr bibin.

Felsefe, xwe rizgarkirina ji nêzanî û pêşdaraziyê ye.

Beriya 3 hezar salan; mirov tenê diçûn neçîrê, heywanan dikuştin û goştê xavî dixwarin, nedifikiriyan û wekî heywanên kovî dijîyan, lê niha jiyana mirovan guherî ye û mirov edî, bi awayekî felsefîk dijîn û difikirin. Mirov edî tenê naçin neçîrê, bi sewze û meyweyan jî dikarin zikê xwe têr bikin û bi saya glîkoza di hindirê meywe û sewzeyan de jî, dikarin baştir bifikirin û bi awayek tendurîstî bijîn.

Felsefe alîyekî de jî hezkirin û evîn e. Kesên hezbikin, herdem difikirin. Ji bo azadiya gelên bindest jî, felsefe pewîst e û pirr grîng e.

Gelê kurd bi xwestina azadiya xwe û hemû zindîyan, felsefeya herî mezin derdixin holê û eger kurd felsefenênas bûna, nêzan bûna, de her bindestê zordar û dagirkeran de kolê bimana, Lê ji ber daxwaza azadiyê, em fambarê felsefeyê ne û hemû cihan jî, edî me nas dike.

Ali Hekarî / 02.03.2016

Bersivekê binivîsin