Raif Yaman: Felsefe, awayekî hêjayê ramînê ye.

Raif Yaman: Felsefe, awayekî hêjayê ramînê ye.

Raif Yaman: Felsefe, awayekî hêjayê ramînê ye.

Felsefe awayekî hêjayê ramînê (think) ye. Piraniya netewên bi serê xwe, serbest, serdest, dadwer, demokrat, hemdem û sosyal ên cîhanê netewên xwedî felsefe ne. Çimkî merivên bi felsefê diramin dizanin ku riya rastiyê ne yek e. Ji gelek riyên rastiyê haydar in û jê têra xwe berhem digirin. Dema bi yekê negihên armancên xwe, yên din diceribînin û di dawiyê da ji xwe ra riyeke serketinê peyda dikin. Ev netewe jî yek caran xwe şaş dikin û dikevin. Lê bi riya felsefa xwe, dizanin ji cihê ketine rabibin ser xwe. Netewên grek, çîn, germen, frenk, hîndî, pers, polonî û etc. di vî warî da çend nimûnên hêja ne.

Netewên bê felsefe netewên qels in. Nikanin jiyaneke xweş bijîn. Piraniya wan bi sîstemên dîktator û totalîter tên îdarekirin. Jiyaneke dojehî dijîn. Dema dikevin jî pir caran nikanin rabibin ser xwe. Dibin berdest û bindestên netewên serdest. Bi hêsanî dev ji hêjahiyên xwe yên netewî berdidin. Bi navê dîn, hemwelatîtî, entegrasyon û etc. di nav netewên serdest da dihelin. Piştî demek bindestiyê hebûna wan a netewî bi dawî dibe. Bi hezaran gel û bi dehan netewe ji ber ku xwedî felsefeyeke netewî nebûne di sergoyê dîrokê da cihê xwe girtine. Tarîxa merivahiyê ji gel û netewên weha dagirtiye.

Netewa kurd neçar e rojekê bi pêş da dawiyê li berdestî û bindestiya xwe ya berdewam bîne. Ji bo bikanibe vê rast pêk bîne, pêwîst e felsefa Baba Serhengê Dewdanî, Ehmedê Xanî û Hecî Qadirê Koyî ji xwe ra bike bingeha felsefa netewî, ji fîlozofên dinyayê qenc têbigihê. Bi vê rê kurd dikanin mîna netewên bi rûmet ên cîhanê felsefê ji xwe ra bikin awayê ramînê; zanînê (science) ji xwe ra bikin awayê lebat û kirinê; jîna azad û bi şeref ji xwe ra bikin pîvana jiyanê, û li bin ala xwe ya rengîn, li dewleta xwe ya bi serê xwe, serdest, hemdem, sosyal, dadwer û demokrat bi serbestî jiyaneke xweş û bi rûmet bijîn.

Raif Yaman / 03.03.2016 

Bersivekê binivîsin