Aydin Ronak: Zîhniyet neyê guhartin, tablo jî nayê guhartin.

Aydin Ronak: Zîhniyet neyê guhartin, tablo jî nayê guhartin.

Aydin Ronak: Zîhniyet neyê guhartin, tablo jî nayê guhartin.

Pêwîst e mirov xwe bi demê re biguhêrin, daku bikarîbin tiştên nû biafirînin. Divê mirov zîhniyeta xwe jî wek modelên pêşketinê, tim biguherînin, daku bikarîbin tabloyên sûdewar jî bi dest bixin û bibin xwedî berhemên hêja. Dem, lezgîn e û em hêdî ne. Pêwîst e, em tim bi demê re zîhniyeta xwe jî nû bikin, ku em bikarîbin tabloyên rengîn biresmînin. Ango, mîna ‘nan û avê’ pêdiviya me bi felsefeyê heye.

Mirov dikare netewekê di kesayeta mirovekî de jî binîrxîn e. Pêdiviya mirov bi çi heye? Bêguman, yekemîn pêdiviya mirov bi xwarin û vexwarinê, şûnde bi tendurustiyek pak û bi jiyanek azad û jiyanek bê êş û jan heye. Jibo ku mirov bi nexweşiyan têkel ne bin, pêwîst e, bedena xwe baş biparêzin. Ger di bedenê de kêmasî hebe, beden dê di deverekê de nexweş bibe û dê pêwîstiya nexweş, bi doktor bibe. Felsefe, jibo bedenê dikare doktoriyê bike.

Çiqas guliyên darê pêdiviya xwe bi koka xwe hene, hewqas pêdiviya kurdan bi felsefeyê heye. Lewra jî ne vêga, lê gelek salan berê pêdiviya me bi felsefeyê hebû. Ger em baş lê hûrbibin, em dê bi hêsanî bibînin hêj di dema Medan de kurd di dinyabînî û rêbazên jiyana medenî de, li ciyên herî bilind bûn û bi dîtina min, Felsefeya Rojavayê jî sûda xwe ji Ezdayetiyê girtî ye. Ger em baş lê hûrbibin, em dê bibînin Feylozofên Grekan elementên mina (Ba, Agir, Spîbûn) û wd. ji ezdayetiyê wergirtin e. Li naveroka Cejnên mîna Xidir Îlyas-Xidir Nebî, Çarşema Sor, Cejna Ezda, Newroz û wd, hemî dermanê jiyana mirovahî ya normal in. Jixwe, ez dibêjim ev cejn, cejnên kurdan yên neteweyî ne. Xwenasîna ku mirovek xwe nas bike, çetintir e ku mirov Neteweyê xwe nas bike.

Hunermend Aydin Ronak 

04.03.2016 

Bersivekê binivîsin