Shahin Mitan: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Shahin Mitan: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Shahin Mitan: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?          

Ew bi serê xwe ye ku felsefê “fîlozofî” ne her tişte, ew jî heyîneke. Ew heyîn, rêbaza hizrîna ji derveyî sînoran e. Ne heman in “ne yek in” ,   lê girêdan di navbera hizirîna fîlozofane û azadîyê de heye. Hizrîna fîlozofane hinekî azadane ye, dibe ku ne bes hinekî lê bi giştî jî azadane be ku hizrîn hemû fîlozofane be. Ev cure hizrîn, ramanên azad encam dide ku ne di nava sînorên xêzkirî de livînê dike, lê ji derveyî sînoran dike. Ku biryar hate dayîn ku azadî pêdivî ye hingî felsefe girîng e û pêdivî ye, ji ber ku rêbaza fîlozofane “felsefî” di hizrînê de asoyan li pêşîya ramanan vedike, Wate hiş azad dibe! Azadî!!!

Bersiva pirsê welê jî tê dayîn: Madem madem ez armancekî dixwazim û wek mînak, ez Kurdistana yekbûyî dixwazim. Heger ez fîlozofane bihizrim ,ez ê serketîtir bim ji ku ez sînordar bihizrim, pêkanîna armancê hêsantir dibe, bi ramanên bêsînor re, di vê cure hizrînê de hûrdekên jiyanê bêhtir tên berbiçav girtin û ev jî dibe sebeb ku hizrîna felsefî bêhtir bizanibe vêca bêhtir serketî jî dibe.

Dîsa çima? Dibe ku perwerdekirina mirovan ji zarûktîyê ve li ser hizrîna fîlozofane, pêşketina civakî bi lez bike, ne dubil û sêbil lê belkî heftbil jî ji ber ku digerê û digerê yeinî (gerpereste) û piştî gerê encam jî heye, dîtin heye.

Shahin Mitan         

04.03.2016

Bersivekê binivîsin