Bawerî

Bawerî
Wateya bawerîyê, girêdayîtîya (dilsozîya) ji dil ya ramanekî ye. Herweha di wateya tiştekî ku em bawerîya xwe pê tînin, nêrîn û danezanînê (doktrîn) de ye jî. Di teolojîyê de bawerîya Xwedê, bawerîya olekî û îmanê ye. Ango bi dilekî ji dil bawerîya ramenekî, kesekî û an jî bawerîpêanîna têgehek razber (soyut) e. Heta mirov dikare bibêje ku di bingeha wê de hezkirin û kerx (nifrîn) heye û têkiliya hezkirin û kerxê ye, têkiliya di navbera babeta bawermend û bawerîyê de ye. Bawerî ne ew deran e ku di encama birêvebirina aqil û mantîqê de tê bidestxistin, bawerî ew tişt e ku axlebî xwe dispêre pêdivîyên mirovî yên wek tirs û hêvîyê.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Di Sed Pirsan de Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021