Beş û Taybetmendiyên Felsefeya Serdema Navîn

Beş û Taybetmendiyên Felsefeya Serdema Navîn

Beş û Taybetmendiyên Felsefeya Serdema Navîn| Ali Gurdilî

Di dawiya serdema antîk de bi Platonparêzîya nû re, ber bi ol ve berbiçûnek peyda bibû. Di serdema antîk de polîteîzm/pirxwedayetî  serwer bû û di destpêka serdema navîn de, monoteîzma/yekxwedayetiya filehtiyê wekî oleka gerdûnî, dertê pêşiya me. Mirovî dikare bibêje ku felsefeya serdema navîn di destpêkê de, xwe weke felsefeya filehtiyê û piştra jî, xwe wek felsefeya îslamê nîşan dide.

Beşên Felsefeya Serdema Navîn û Taybetmendiyên vê Felsefeyê  

1– Felsefeya Fileh ya Serdema Navîn

2- Felsefeya Îslamê ya Serdema Navîn

1- Taybetmendiyên Felsefeya Fileh ya Serdema Navîn

Dêra filehan/xiristiyanan ji bo ku bikaribe felsefeyeka xwe ya xwerû ava bike, ji felsefeya antîk sûd wergirtiye û bi vî awayî jî, felsefeya xwe pêk anîye.

Ev felsefe di nava xwe de dibe du beş…

A- Felsefeya Patrîstîk

B- Felsefeya Skolastîk 

A- Felsefeya Patrîstîk: Ji dewra pêşîn ya felsefeya fileh a serdema navîn re tê gotin. Di vê felsefeyê de rola xoşewîstan (ezîz, bav û kalên dêrê) gelekî mezin e û ev felsefe, ji aliyê wan ve hatiye ava kirin. Mirov dikare bibêje ku vê felsefeyê, heta dawiya sedsala 8 an (Piştî Zayînê) berdewam kiriye. Nemaze, li hemberî êrîş û zordestiyên Împaratorîya Romayê, vê felsefeyê di bingeha îmanê de û bi awireke olî, filehtiyê parastiye. Felsefeya Patrîstîk hewl daye xwe ku bi rêya ramanên Platon û Plotînos, li hemberî êrîşan raweste û danezanîna/doktrîna filehtiyê bi vê yekê ava bike.

Di destpêka vê felsefeyê de em Tertullianus dibînin…

Li gor bîr û baweriya Tertullianusî; divabû rê û rêzikên filehtiyê bêşert û bêqeyd bihatina pejirandin û divabû bi felsefeyê re jî, nehatibûna peyîtandin. Xwestina gîhêjtina sînorên xwedê, bêrûmetiya mirovan bû, quretiya wan bû. Ji ber vê hindê jî Tertullianus wiha gotiyê: <Ji ber ku derêaqil e, ez bawer dikim.- Credo Quia Absurdum Est.>

Lê belê mirovê pêşîn yê ku li ser filehtiyê ceribandinan nivîsandiye û li ser babetên xwedê û rih rawestiya ye, Xoşewîst Augustînusî (354- 430) ye. Li gor baweriya Augustînus; Xwedê yek e û li her derê ye. Li hemberê Xwedê, mirov ne tu tişt in. Lewra Xwedê derêzeman e û mirov jî, girêdayê demê ne. Xwedê bi îradeya xwe ya azad gerdûn û mirovan afirandiye. Di destpêkê de mirov azad hatine afirandin, lê Ademê mirovê yekemîn bi vê azadiya xwe, guneh kiriye.

Gunehê wî ku gunehê yekemîn e, bi rêya veguhastinê digihêje hemû mirovan û mirov êdî nikarin beyî gunehan jiyana xwe bidomînin. Beyî Xwedê, mirov nikarin ji gunehên xwe, xwe rizgar bikin. Ev yek jî, encax bi başiya Xwedê dikare pêk were. Li gor bîr û baweriya Augustînus, di navbera Xwedê û mirovan de hevrezanek mezin heye û kes nikare ji vê hevrezanê derbas bibe. Xwedê û mirov, ne ji heman hevîrê ne. Tiştê girîng ew e ku mirov, Xwedê binasin. Ji ber vê yekê jî Augustînus wiha gotiye: <Ez dixwazim bi tenê Xwedê û rih binasim, ji bilî van tiştekî din jî, min eleqeder nake.>

Li gorî Augustînusî erdem, li hemberî xwedê sitûxwarkirina mirova ye û bi awayekî nefsbiçûk, xwe radestkirina xwedê ye. Li gorî felsefeya wî ya dîrokê, dîrok ew rê û çûyîn e ku wê tu carê nezivire paş û ber bi amadekirina damezrandina dewleta xwedê ve ye.

B- Felsefeya Skolastîk: Felsefeya Skolastîk ew felsefe ye ku herî zêde rengê xwe daye felsefeya serdema navîn ya fileh. Ango, herî zêde vê felsefeyê bandorê li felsefeya serdema navîn ya fileh kiriye. Felsefeya Skolastîk, mirov dikare bibêje ku heta sedsala 15 an berdewam kiriye. Armanca vê felsefeyê ew bû ku ramanên filehtiyê yên ku di dewra felsefeya Patrîstîk de dest pê kiribûn, bi rêûpêk bike, bingeheke ji wan re ava bike û bi vî awayî bike danezanîneke felsefî. Aligirên vê felsefeyê, wiha xwestine ku dogmeyên filehtîyê di dibistanên dêrê de bi alîkariya aqil bipeyîtînin. Di vê peyîtandinê de nemaze Arîstoteles û qiyasa wî ya deduksiyonê hatiye bikaranîn. Nêrîna <jiber ku ez têdigihêjim, ez bawer dikim.> hem xala despêkê û hem jî xala dawiyê, ku vê felsefeyê xwestiye xwe bigihînê; ya vê felsefeya dadayî ye. Nûnerên vê felsefeyê yên girîng: Anselmus, Thomasê Aquînoyî û Williamê Ockhamî ne. 

Anselmusê nûnerê Skolastîkê yê sereke (1035 – 1109) derheqê tevayiyan/tumelan de, rasteqîniya têgehan parastiye. Li gor nêrîna Anselmus têgehên tevayî, li derveyê hiş in û bi serê xwe hene. Nebaweriya vê yekê, rê li lihevhatina ol û felsefeyê (ango, bawerî û aqil) digre. Hêlên veşartî yên baweriyê, encax bi rasteqîniya têgehan dikarin werin têgihiştin.

Nûnerekî din yê sereke jî Thomasê Aquînoyî (1225 – 1274) ye û Thomas jî, rasteqîniya nerm parastî ye. Li gor baweriya Thomasî, têgehên tevayî, formên nesneyan yên derûnî (ozsel) ne. Dîsa li gor baweriya wî; wehî û aqil, wek du texlîdên zanayiyê ne û ne lihev in. Çimku aqil, nikare têbigihêje xefîyên olî, lê dikare ya xwedê bipeyîtîne. Thomas wiha gotiye: <Aqil û zanist, bi tenê dikarin derbaseya perestişgeha baweriyê rohnî bikin. Lê nava perestişgehê, ji aliyê wehiyê ve, tê rohnî kirin.>

Derheqê exlaqê de jî erdema hezkirin, hêvî û baweriyê; li wan çar erdemên yewnana antîk zêde kiriye, ku ew jî mêrxasî, sînorîtî, zanyarî û edalet bûn. Li gor Thomasî, jiber ku dewlet di navbera xwedê û mirovan de navcîtiyê dike û rê li rizgabûn û erdembûna wan vedike, xwediyê asûneka bilind e.

Nûnerekî Skolastîkê yekê din jî Williamê Ockhamî (1300 – 1340) ye, ku wek damezranerê Nomînalîzmê tê dîtin. Li gor bîr û baweriya Williamî jî têgeh, hilbera aqilên mirov in û di hiş de têne pêşnûmakirin. Di dewra Skolastîk de bandora Arîstoteles gelekî mezin e. Nemaze dixwazim bibêjim ku di naskirina Arîstoteles de rolê Îbnî Sîna û Îbnî Rûşd gelekî mezin e û rojavayê, bi alîkariya xebatên van zanayaran, Arîstoteles baştir nas kiriye.

Di Serdema Navîn de taybetmendiyên gelemper yên felsefeya fileh…

1- Babeta herî sereke ya vê felsefeyê ol e, felsefeyeke dogmatîk/hişkbawer e û di dibistanên dêrê de hatiye afirandin.

2- Armanc; bi rêya bikaranîna felsefeyê, bingehkirina dogmeyên filehtiyê ye.

3- Fîlozof, di heman demê de zilamên oldar in.

4- Deriyê vê felsefeyê dadayî ne û saziya rexneyê, bi awayekî baş nehatiye bikaranîn.

5- Pirtûka pîroz, dêr û Arîstoteles, sê desthilatdarên sereke yên girîng in û li dijrabûna wan, qedexe ye.

2- Felsefeya Îslamê ya Serdema Navîn

Sedemên derketina holê ya vê felsefeyê…

A- Sedemên Navxweyî

1- Hebûna Qûr’anê: Hebûna hindek ayetên ku rê li fikirîn û zanînê vedikin. Wekî mînak: <(Ya Hebîb) bibêje wan: Qet yên zana û nezan dibin weke hevdu? Encax, mirovên xwediyê aqlên gihaştî dikarin bifikirin.> (Ayeta Zumer- 9)

2- Hedîs: Bi gotinên xwe, Hz. Muhammed rê li fikirîn û zanîna mirovan vekiriye. Wekî mînak: <Zanist, malê mirovan yên wenda ye. Li kû bibîne, dikare hilde.> Dîsa gotiye ku <Sedeqeya herî baş, fêrbûna zanistê ye û piştra jî, fêrkirina birayên xwe din yên misilman e.>

3- Kelam: Kelam, gotina Xwedê ye. Armanca Kelamparêzan, sîstematîzekirina Qûranê ye. Ji bo têgihiştina Qûranê, pêdiviya lekolînan û fikirînê heye.

A- Sedemên Derveyî

1- Bi dadana dibistana Atînayê re, ber bi erdnîgeriya îslamê ve reva ramanweran.

2– Bi awayekî sîstematîk, xwesteka xwederbirîna felsefeya îslamê.

3- Wergerandina berhemên girîng, yên feylosofên yewnana antîk.

Mijarên felsefeya îslamê yên Serdema Navîn

1- Wesfên xwedê

2- Ayetên Qûranê

3– Hedîs

4- Wateya jiyanê

5- Rêyên jiyana rast

6- Serbestiya îradeyê û hwd. in.

Felsefeya îslamê ya Serdema Navîn, bi wergerandina berhemên yewnana antîk re, berfireh dibe. Dema ku mirovî vê felsefeyê bi felsefeya fileh re rûberû dike, mirovî dibîne ku ev felsefe, felsefeyeka gelekî pirreng e.

Dîrokzanên felsefeyê vê yekê wiha şirove dikin: <Hege Serdema Navîn, li erdnîgeriya rojavayê, di tarîtiyeka ku bi hezar salan berdewam kiriye de be; cîhana îslamê, di vê tariyê de çavên birqok yên pisîkeke ne.> Felsefeya îslamê ya Serdema Navîn, di bingeha xwe de li ser du pirsgirêkan rawestiya ye ku ev pirsgirêk jî pirgirêka îrade û kelamê ne.

Di ola îslamê de, derheqê babeta serbestiya îradeyê de du nêzîkayîtêdan hene…

1- Qaderiye

2- Cebrîye

Li gor nêzîkayîtêdana Qaderiyeyê: mirovî di kirin û tevgerên xwe de serbest in. Ji ber ku mirov afiranderên tevgerên xwe ne û ew bi xwe wiha dikin, ji tevger û kirinên xwe berpirsiyar in û divê ji encamên tevgerên xwe jî, berpirsiyar bin.

Li gor nêzîkayîtêdana Cebriyeyê jî: mirovî di kirin û tevgerên xwe de ne serbest in û weke hemû tiştî, kirin û tevgerên mirovan jî girêdayê îradeya îlahî ye. Jiber ku ji bilî xwedê heyînek din yê xwedîîrade tune, di tevgerên mirovan de roleka wan jî tune. Ji bo mirovan, mirov nikare behsa serbestiyê bike, hemû tişt bi xeta qederê têne destnîşankirin.

Pirsgirêka duyemîn jî, li ser kelamê ye. Gelo bi rêya aqil, şirovekirina Qûranê gengez e yan na?

Du tevgerên ku bersiva vê pirsê dane hene…

1- Mutezîle

2- Eşariye

Mutezîle wiha diparêze, ku bi riya aqil şirovekirina Qûranê gengaz e. Mutezîleparêzan, dilêrîneka serbest ya felsefeyê parastine. Mutezîleparêzan, li ser tiştên ku divê em îmana xwe bi wan bînin û li ser tiştên divê ku, em îmana xwe bi wan neynin rawestiya ne û li van babetan hûr bûne. Li gor bawerİya Mutezîleparêzan Xwedê, tekane afirander û heyînê afirander e û ezelî ye. Li dijî, baweriyên deraqil derketine. Wiha bawer kirine ku mirovî bi xwe dikarin, kirin û tevgerên xwe biafirînin û ev yek, ne girêdayê qederê ye.

Tevgera Eşariye jî, wiha diparêze ku bi rêya aqil şirovekirin û têgihiştina Qûranê ne gengaz e û yê xwedîbandûr, ne aqil, ol û îman e. Zanayiya mirovî, qebûl nakin û li dijê hemû zanayiyên ku bi îmanê re nakok in, derdikevin. Hemû tiştan bi îradeya îlahî ve girê didin. Herî zêde, di sedsala 10 an de bandûra wan zêde bûye.

Weke tevgerek felsefî û bi terzê yewnanî Meşşaîparêzî

Meşşaiye, navê wan koma fîlozofa ye ku bi bandûra Arîstoteles felsefeya xwe hilberandi ne. Jiber ku Arîstoteles li derve digeriya û dersên xwe wiha dida, ji vê yekê re <perîpatos> tê gotin ku erebiya vê peyvê, meşşaîye ye. Meşşaîyeparêz, baweriya xwe bi aqil anîne û wiha parastine ku mirovî, bi rêya aqil dikare têbigihêje Qûranê û hemû tiştên ku di ol de bi awayekî rast hatine vegotin. Jiber vê yekê jî, mirov dikare bibêje ku ew rasyonalîst/aqilperest in. Nûnerên vê tevgerê yên sereke li rojhilatê El Kindî, Farabî, Îbnî Sîna û li rojavayê jî Îbnî Ruşd in.

1- El Kindî 801-873 : El Kindî wekî fîlozofê yekemîn yê felsefeya îslamê tê dîtin. El kindî hewl daye ku zanayiyên îslamî û felsefeya yewnanî ya berê bigihîne hevdu û sentezeka wan çêbike. Ji bo vê yekê jî, li ser wergerên ewilî rawestiya ye û carekê din, li wan hûr bûye. Li gorî bîr û baweriya El kindî; Qûran û felsefe, heman rastiyê vedibêjin û di navbera wan de tu nakokî tune nin. Sebebê yekemîn yê hemû heyînan xwedayê bêdestpêk û bêdawî (ezelî û ebedî) ye.

Hemû tişt bi îradeya wî çêbûne û bi îradeya wî, dê carekê din ji jolê rabin. Ango dîsa dê bi îradeya wî, dawiya wan were. Li gor baweriya El Kindî, jiber ku yên tevayî nayên bihîstin, ew aqlî ne. Navê wî yê rasteqîn Ebū-Yūsuf Ya’kūb ibn Ishāk el-Kindī ye û li rojavayê  bi navê <Alchindus> tê naskirin.

Berhemên wî li jêr in…

1- Risale fil Akl

2- Risale fi Mahiyyetin Nevmi ver Ruya

3- Risale fil Cevahiril Hamse

4- Risale fil illetis Selci vel Berdi vel Berki ves Savaiki ver Radi vez Zemherir

5- Risale fiş Şuaat

6- Risale fi İhtiyaratil Eyyam

7- De İntellecto Secondum Aristoteles et Platonem

8- Risale fi İhtilafil Manazır

9- Fi Marifeti Kuval Edviyetil Murekkebe

2- Farabî 870-950 : Farabî jiber ku bi pirranî li berhemên Arîstoteles hûr bûye, bi navê mamosteyê duyemîn (Muallim-i Sani) hatiye naskirin. Li ser matematîk, fizîk, astronomî, tip, biyolojîyê xebitiye. Li gor bîr û baweriya Farabî, ol û felsefe, ji hevdu cihê nabin. Farabî vê baweriya xwe wiha aniye zimên: <Rasteqînî, nabe ku li dijê rasteqîniyê be!> Bi têgeha <heyîna bivênevê>, xwe nêzîkê babeta heyînê dike. Li gorî baweriya Farabî; heyîna herî gewre û rasteqîn, Xwedê ye. Çimku Hebûna Xwedê, ne girêdayî tu tiştî ye. Hilik û xwehebûnkirina Xwedê, yek e. Ji bilî xwedê tu heyîn, nikarin jiber xwe ve, xwe bikin heyîn. Çimku ew hebûna xwe, deyndarê heyîneke din in.

Farabî di teoriya xwe ya <Yên Aqilmend> de dibêje ku di pêşiya Xwedê de, di destpêkê de aqlekî yekemîn derketiye holê û ji vê aqlê yekemîn, bivênevê, aqlekî din der çûye, giyan û asîman çêbûne. Di warê şirovekirina bûyerên xwezayê de teoriya Arîstoteles ya <Madde û Formê> dipejirîne. Li gorî ramana Farabî, sedemê hemû heyînan Xwedê ye û hemû heyîn, ji Xwedê weke aqil der çûne û heyîna ku herî zêde ji Xwedê dûr e jî, made ye. Wezîfeya mirovan jî, divê ji madeyê xwedûrkirin û ji bo nêzîkbûna Xwedê, zelalkirina rih be. Li gor dilêrîna Farabî, bextewariya civakî; encax bi riya rasteqîniyê ku ew jî hilbera aqlê pratîk e, bi rastî û başiyê dikare pêk were.

Farabî wisa dixwaze ku bi riya aqlê pratîk, hem mirovên desthilatdar û hem jî yên ku têne birêvebirin, xwe bigihînin civaka îdeal ya xwedîerdem. Hêmanên vê civaka îdeal ya xwedîerdem, di berhema xwe ya utopîk de ku navê wê <Bajarê Xwedîerdem> e, destnîşan kiriye.

3- Îbnî Sîna 980-1037 : Îbnî Sîna li rojavayê bi navê <Avicenna> tê naskirin û li cîhana îslamê jî, jêre dibêjin <Şeyhûl Felasife- ango, Şêxê an jî serokê Fîlozofan.> Îbnî Sîna jî, wekî Farabî li ser dozîneya Arîstoteles ya ‘madde û formê’ rawestiya ye. Îbnî Sîna jî wek Farabî wiha bawer dike ku hemû heyîn ji Xwedê, der çûne. Di destpêkê de bi tenê Xwedê heye. Ji Xwedayê ku heyînek rasteqîn û  bivênevê ye, giyanek saf der diçe. Ev giyan/rih, sedemê pêşîn e. Ji vê sedema pêşîn jî, hemû giyan û laşên ku di gerdûnênê de hene der çûne.

Îbnî Sîna ji vê yekê re dibêje, <aqilê çalak.>

Mirovî, di asta pêşveçûna rih ya dawî de hilika heyînan dibîne û têdigihêje wan. Dîsa li gor bîr û baweriya Îbnî Sîna, bextewarî xwepakijkirina rihê mirovî ye û ber bi aqil ve qesidîna mirov e.

Îbnî Sîna, hewl daye ku ya felsefe û olê, lihev bîne. Gelekî girîngiyê daye ezmûnê û fîlozofekî rasyonalîst e. Navê wî yê rasteqîn: Ebu Ali el-Hüseyin ibni Abdullah ibn-i Sina el-Belhi ye.

Berhemên wî yên sereke ev in…

A- El-Şifa

B- El-Kanun fi’t-Tıp (Zagona Tibê)

C- El-İşaret ve’t-Tenbihat

D- El-Necat

4- Îbnî Rûşd 1126-1198 : Îbnî Rûşd, di Serdema Navîn de wek damezranerê Arîstoparêzİyê tê dîtin û li gor bîr û bawerİya Rûşd, Arîstoteles tekane fîlozof e. Li gor bawerİya Rûşd, hege mantîqa Arîstoteles tunebûna, wê demê ne zanist û ne jî zanayî, ne gengaz bûn. Îbnî Rûşd, berhemên Arîstoteles şirove kiriye û bi awayekî taybet, wan rave kiriye. Mirovî dikare bibêje ku rojava, ya Arîstoteles bi saya xebatên Îbnî Rûşd nas kiriye. Îbnî Rûşd wiha parastiye ku hemû tiştên di ol de ne, mirovî dikare wan bi riya aqil îsbat bike. Li gor ramana Rûşd; made û zeman, bêdestpêk û bêdawî (ezelî û ebedî) ne, ango eternal in. Ango, dibêje ew her hebûn. Dîsa dibêje ku hege livdarî tunebe, zeman jî nikare were fikirîn. Îbnî Rûşd, wisa bawer dike ku rih bêmirin/zindebar e, lê <rihê mirovî> ezelî ye. Di berhemên xwe de, li ser lihevkirina ol û felsefeyê û li ser hevnegirtîna fîlozofan, rawestiya ye.

Mîstîsîzma Îslamê/Tesewuf û Nûnerên Tesewufê 

Çavkaniyên  tesewufê Qûrana Kerîm, Hedîs, Sinnet û jiyana ewliyaya ye û berî her tiştî, felsefeyeka jiyanê û zanyariyê ye. Armanc, gihêjtina Xwedê ye, ji xirabiyên nefsê, kubarî û quretiyê rizgarkirina rih e. Riya vê yekê jî, eşqa îlahî û hezkirin e. Di tesewufê de afiranderê hemû tiştan, Xwedê ye. Ji xwiyakirina Xwedê ya di hemû tiştan de re jî, Yekîtiya Heyînê, ango Wahdetî Vucud tê gotin. Xwedê herî zêde xwe di mirovan de nîşan dide. Jiber vê yekê jî, hemû mirov xwediyê hilikeka îlahî ne û bi hezkirina mirovan, gihêjtina <Heq> gengaz e.

Di tesewufê de aştî, lihevkirin, hezkirin, di dewsa gumanê de bawerî, di dewsa xemgîniyê de coşî, di dewsa wergirtinê de dayîn, esas e.

Nûnerên tesewufê yên sereke: Xezalî, Suhrewerdî, Mewlana, Yunus Emre, Hacî Bektaşê Welî, Bayram Welî, Xoce Ehmed Yesewî, Mansûrê Hallacvan, Ibnî Arabî û Abdulqadirê Geylanî ne.

1- Îmamê Xezalî/Gazalî 1058-1111 : Xezalî, berî her tiştî li hemberî helwesta yekkirina aqil û îmanê derketiye û di nav çerçoweya felsefeya îslamê de, di warê epîstemolojiyê (felsefeya zanayiyê) de xebatên xwe pêk anîye. Pirsên/pirsgirêkên ku wî dixwest bersiva wan bibîne, pirsên wekî: <Gelo em dikarin ji zanayiyeka misoger behs bikin?, Zanayiyên ku em bi riya aqil û sehekan têdigihêjine wan, gelo ew zanayiyên misoger in?, Gelo felsefe dikare zanayiyên misoger bide me?> ne.

Li gorî bîr û baweriya Xezalî; aqil, di babetên olî de dikeve nakokiyê û sehekên me jî, me dixapînin. Jiber vê yekê jî zanayiyên ku xwe dispêrin aqil û sehekan, ne misoger in û divê neyêtin pejirandin. Ya ku esas e, îman e. Xezalî, îman û aqil, ji hevdu veqetandiye û ya îmanê hilbijartiye û felsefeyê xistiye xizmeta îmanê/olê. Xezalî/Gazalî jiber ku ferasetê/sezgiyê wek çavkaniya zanayiyê pejirandiye û wekî nûnerê entuîsyonîzmê yê rojhilatê hatiye qebûl kirin. Li hemberî helwesta fîlozofên ku dixwestin îman û aqil li hev bînin (wan bi hevdu re girê bidin) rabûye û hemû rexneyên xwe di pirtûka xwe ya bi navê Hevnegirtina Felsefeyê (Tehafût el Felasife) de îfade kiriye.

Di babeta zanayiyê de rêbaza Îmam Xezalî : Li hemberî şika şikparêzan, ku baweriya xwe bi zanayiya rast nedianîn, hinek fîlozofan xwestine ku şikê wek rêbazekî bikar bînin û bi vî awayî, xwe bighînin zanayiya rast. Ji van hewl danan yek ya Xezaliyê/Gazaliyê fîlozofê îslamê ye û ya din jî, ya Descartesî ye. Ev herdu fîlozof herçiqas di demên cuda de jiya bin jî, dîsa heman rêbazê (şikê, wek rêbazekî) bikar anîne.

Xezalî, di destpêkê de ji bo ku bikaribe xwe bigihîne zanayiya rast û misoger, li hemû texlîdên zanayiyê vekola ye. Xezalî li hemû mezheb, agirperest, ateîst û li ramanên fîlozofan vekola ye û xwestiye ku spartek û bingeha angaşt û ramanên wan fêr bibe. Lê herdem, derheqê rastiya wan de di gumanê de maye. Axirê, bi xêra vê yekê beyî ku di bin bandora fikrekî de bimîne, ramanên xwe parastiye. Herweha, wiha bawer kiriye ku divê mirovî, bi çavên tu kesî li dinayayê mêze neke û wan texlîd neke. Jiber vê yekê jî texlîdkirina fikran, wekî xirabiyeka mezin hesibandiye.

Li gorî nêrîna Xezalî divabû du tişt pêk bihatana…

1- Destnîşankirina bingeha zanayiya misoger û rast.

2- Peyîtandina vê zanayiyê, ku rasterast nesneya xwe vedibêje.

Ji bo hilberandina zanayiya rast û misoger, di destpêkê de prensîbên têgîhan û sehekên me û prensîbên fikirînê yên bivênevê, divê ku werin destnîşankirin. Lê di dawiyê de Xezalî dibêje ku <sehek û têgîhanên me xapînok in û dikarin herdem me bixapînin.> Jiber ku ne ewle ne, dikarin eqlê mirov jî bixapînin.

Ji bo vê çendê jî, dibe ku dadgerekî dî yekî ku serwerê sehek û têgîhanên me be derkeve holê. Xezalî ji fikrekî wiha dest pê dike û behsa beradayîbûna vê dinyayê dike. Herweha dibêje ku ev dinya me ya ku em têde dijîn, xewn û xeyalek e û piştî mirinê, dibe ku em hemû wanekên li cîhanê ji rewşa wan ya niha cihêreng bibînin. Dibe ku ji bandêra dem û cîh ya niha, rasteqîniyeke din jî hebe. Û mirovî bi alîkariya hişê xwe ya ku di asteka cihêreng de ye, dikare vê siûdê bidest bixe.

2– Mewlana Celaledînê Rûmî 1207-1273 : Li gorî bîr û baweriya Mewlana, Xwedê xwestiye KU xezîneya xwe nîşan bide û bila ebdên wî wî binasin, gerdûnê afirandiye. Sebebê afirandina gerdûnê jî, ev yek e.

Xwedê, ji bo ku hêza xwe nîşan bide gerdûnê afirandiye. Tekane heyîna ku dikare bigihêje delalî û ilmê Xwedê, mirov e. Xwesteka vê zanînê, rê li ber zewqên dinyayî digire. Jiber vê yekê jî, mirovî divê li hember zewqên dinyayê têbigoşin. 

Di ramanên Mewlana de destnîşankarê zagona êxlaqê ya gerdûnî, eşq e. Ev eşq, wan prensîbên ku divê mirov li gor wan tevbigere nîşanî mirovan didin. Jiber vê yekê jî, kê kî be bila be, divê were hezkirin. Li gor baweriya Mewlana, mirov encax bi rêya eşqê dikare bigihêje Xwedê. Di berhema xwe sereke Mesnewîyê de li ser fazîlet, erdem û başîyê, ramanên girîng pêşkêş kiriye.

Berhemên wî yên sereke…

1- Mesnewî

2- Dîwan-î Kebîr in.

Gotineka xweş ya Mewlana heye ku gotiye: ‘Yan wek xwe xwiya bike, yan jî tu çawa xwiya dikî, wiha be.’

3- Yunus Emre 1240-1327 : Yunus Emre felsefeya xwe dispêre Qûrana Kerîm û li gor bîr û baweriya wî heyînê rasteqîn, Xwedê ye. Xwedê hem yê ku tê hezkirin (maşuk), hem yê ku hez dike (evîndar) û hem jî evîn bi xwe ye. Xwedê jiber ku hezkar, dildar û evîndar e, gerdûnê afirandiye. Mirovê ku ji mirovan hez neke, nikare xwe bigihîne xwedê.

Li cem Yunus Emre jî destnîşankarê zagona exlaqê ya gerdûnî, eşq e. Ev eşq, rênîşanderiya mirovan dike.

Çend kurtehelbestên Yunus Emre…

1- <Dest, ji dubendiyê berde. Destê xwe bide maqama yekîtiyê. Kar, di vê yekîtiyê de ye. Ji bo dîtina te ya can. Rojî, nimêj, zekat û hic; suc û merkujî ne, Dûr e ji van feqîr, di nava têgihiştiyan de.>

2- <Hemû cîhan û alem ev tewhîd e. Ew ê bi vê yekê dizane , ew adem e.  Yên înkar ku dikin jî. Neyarê canê xwe yên esîl in.>

3-  <Netirse ji mirinê. Şewq nemir e. Mirin wê bibe çi ye te? Lewra, rihê te pîroz e.>  

Gotineka xweş ya ku Yunus Emre gotiye: ‘Hez ji yên ku hatine afirandin bike, ji ber sedema afiraner.’

4- Hacî Bektaşê Welî / Sedsala 13 an: Hacî Bektaşê Welî jî ramana xwe ya bingehîn ji Qûrana Kerîm wergirtiye û dilêrîna wî ya exlaqê, xwe dispêre têgehên wekî wekhevî, biratî, hevgirtin, hezkirin û erdemê. Têgeha sereke wek ku di ramanên tesewûfkarên din de jî tê dîtin, Xwedê û hezkirina mirova ye.

Felsefeya Hacî Bektaşê Welî ya Exlaqê: Hacî Bektaşê Welî, ramana Wahdetî Vucudê parastiye. Li gor vê berbiçûnê, hemû tiştên ku hene ji Xwedê der çû ne. Mirovî ji bo bikaribe yekîtiya heyînê nas bike, ji mertebeyên cihêreng derbas dibe.

Di mertebeya yekemîn de, hemû tiştî bi Xwedê şirove dike.

Di mertebeya duyemîn de, cûdahiya madî û manewî diparêze û hemû tiştên ku hene, bi hilikeke hevpar şirove dike.

Di mertebeya sêyemîn de jî, digihêje nêrîna ‘yekîtiya heyînan’ û têdigihêje ku ew jî, xwiyakirineka Xwedê ye. Herweha bingeha zagona exlaqê, hezkirina Xwedê û hezkirina mirova ye…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

23.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/felsefeya-islame-ya-serdema-navin.html

3- http://www.felsefevan.org/felsefeya-fileh-ya-serdema-navin.html

4- http://www.felsefevan.org/taybetmendiyen-felsefeya-serdema-navin.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…  

Bersivekê binivîsin