Xoşewîst Augustînusî

Xoşewîst Augustînusî

Xwedê yek e û ew, li her derê ye. Li hemberê Xwedê, mirov ne tu tişt in. Lewra Xwedê derêzeman e û mirov jî, girêdayê demê ne. Xwedê bi îradeya xwe ya azad gerdûn û mirovan afirandî ye. Di destpêkê de mirov azad hatine afirandin, lê Ademê mirovê yekemîn bi vê azadiya xwe, guneh kiriye. Gunehê wî ku gunehê yekemîn e, bi rêya veguhastinê xwe gihandiye hemû mirovan û mirov êdî nikarin beyî gunehan jiyana xwe bidomînin.  

Herweha, beyî Xwedê mirov nikarin ji gunehên xwe, xwe rizgar jî bikin. Ev yek jî, encax bi başiya Xwedê dikare pêk were. Çimku, di navbera Xwedê û mirovan de hevrezanek mezin heye û kes, nikare ji vê hevrezanê derbas bibe. Xwedê û mirov, ne ji heman hevîrê ne û tiştê girîng ew e ku mirov, bikaribin Xwedê binasin.  

Lewma jî, ez dixwazim bi tenê Xwedê û rih binasim, ji bilî van jî, tiştekî din min eleqeder nake… 

Xoşewîst Augustînusî / 354- 430  

Werger: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Rengên Jiyanê/Aforîzma. Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtin qedexe ye…

Bersivekê binivîsin