Beşên Zanayiya Zanistî

Beşên Zanayiya Zanistî

Beşên Zanayiya Zanistî 

Ji hêla rêbaz, armanc û babetên xwe ve, mirovî dikare dikare zanayiya zanistî bike sê beş…

A- Zanistên Formel

B- Zanistên Xwezayê

C- Zanistên Mirovî

A- Zanistên Formel/Zanistên Fesalî: Di nav cîhana pirsan de hinek pirs hene ku mirovî bi hêsanî dikare wan bibersivîne û nekeve tu gumanan. Ev pirs jî, pirsên emprîk in û mirovî dikare bersiva wan, bi rêya çavdêrî yan jî ezmûnan misoger bike. Mesela em bi hêsanî dikarin bibêjin ku Amed, bajarê herî mezin yê Kurdistanê ye û vê zanayiyê, bi rêya lêkolînên demografîk û belgeyan, em dikarin îsbat jî bikin. Lê ne gengaz e ku em pirsên matematîk û geometriyê, bi vî awayî bibersivînin. Ango, pirsa 2X2=? ê, em nikarin bi rêya ezmûn û çavdêriyan bibersivînin, yan jî îsbat bikin. Em ancax dikarin xwe bisperin aqil û bi vê rêyê em dikarin bersiva vê pirsê bidin. Ji van celeb zanistan re, zanistên fesalî (zanistên formel) tê gotin.

Ê baş e, sedemê binavkirineke bi vî rengî çi ye gelo?

Lewra, zanistên fesalî xwe naspêrin ezmûn û çavdêriyan. Em ne dikarin hejmara (1) yek ê di laboratuaran de hilberînin û ne jî, li ser rê em dikarin li wan rast werin. Zanistên fesalî, bi temamî li gor hêmanên (prensîbên) aqil û mentîqê û bi rêya deranan dixebitin. Matematîk û mentîq, ewilî hindek danasînan didin me û ji van danasînan dest pê dikin û hindek deran têne bidestxistin.

Çend taybetmendiyên zanistên fesalî… 

1- Zanistên fesalî/formel bi temamî xwe disperin aqil û hêmanên/prensîbên aqlî.

2- Karên xwe bi danasînan/pênaseyan û bi deranên ku xwe dispêrin wan deranan didomînin.

3- Mijarên wan, razber/soyut/nedîtbar in.

4- Heyînên ku dibine mijara zanistên fesalî, di zeman û mekanê de cîh nagrin.

5- Zimanekî sembolîk bi kar tînin, ji ber vê çendê jî, zanistên çêkirî û îdeal in.

6- Zanistên xwezayê û zanistên mirovî, ji zanistên fesalî sûd werdigrin û bi xêra vê alîkariyê dibine zanistên nesnel û teqez.

7- Rêbaza deduksiyonê bi kar tînin.

B- Zanistên Xwezayê

Berevajiya avahiya/bastûra zanistên fesalî ya zanistî û razber, zanistên xwezayê, bi rêya çavdêrî û ezmûnê, li bûyerên girgîn vedikolin.

Zanistên Xwezayê jî, di nav xwe de dibine sê bêş…

A- Zanistên Fizîkê

B- Zanistên Erdê

C- Zanistên Jiyanê  

A- Zanistên Fizîkê

1- Fizîk: Li madeyê, tevger û vejenê/enerjİyê, vedikole.

2- Kîmya: Li bastura madeyê vedikole.

3- Ezmannasî : Li fezayê û rojgeran/rojgêran vedikole.

B- Zanistên Erdê

1- Erdnasî/Jeolojî: Li rûyê/qafikê erdê vedikole.

2- Hewanasî/Meterolojî: Li hewayê, guherînên hewayî û li bûyerên ku li ezman/asîmanan diqewimin vedikole.

3- Okyanûsnasî/Oşînografî: Li bûyerên ku di behr û okyunûsan de diqewimin vedikole.

4- Berbernasî/Mînerolojî: Li çavkaniyên ku di bin erdê de ne vedikole.

5- Fosîlnasî/Paleontolojî: Li fosîlan vedikole.

C- Zanistên Jiyanê

1- Biyolojî

2- Zanistên Bijîşkî/Tip  

Taybetmendiyên Zanistên Xwezayê

1- Zanistên xwezayê, derheqê bûyerên girgîn/somut û kirûyerî/olgusal  de zanayiyê hildibirînin.

2- Zanistên xwezayê dema ku zanayiyan hildibirînin, xwe disperin têkiliya sedem-encamê û vê yekê, wek bingeh jî dibînin.

3- Zanistên xwezayê dixwazin ku xwe bigihînin zagonên tevayî/tumelî û misoger.

4- Rêbaza wan ya ku bikar tînin, enduksîyon e.

5- Ji ber bikaranîna enduksiyonê, encamên ku têne bi dest xistin, bi tenê dibetiya/îxtîmala wan bilind e.

6- Zanistên xwezayê, ji ber ku encamên dibetiya wan bilind hildibirînin; pêşniyarên zanistî, dikarin rojekî çewt werin derxistin û pûç bibin.

7- Zanistên xwezayê, xwe dispêrin ezmûn û çavdêriyan û ev yek, ji bo meşrûiyeta wan girîng e. Ji ber vê yekê ye ku, zagonên wan ji aliyê gelek kesan ve têne pejirandin.

8- Zanistên xwezayê ji yekaniyan (yekhejmar, tekanî, tekîl) dest pê dikin û ber bi tevayiyê (tumelê) ve dimeşin.

9- Zanistên xwezayê prensîba determînîzmê dipejirînin, ku li gor vê prensîbê; heman sedem, di heman şert û mercan de heman encamê diafirînin.

C- Zanistên Mirovî/Zanistên Beşerî

Dîrok, civaknasî, psîkolojî û mirovnasî/antropolojî, wek <zanistên mirovî> tên bi nav kirin. Di dîrokê de, zanistên mirovî piştî Şoreşa Sanayiyê gihêjtine serxwebûna xwe û wek zanistên serbixwe derketine qada zanistan. Di wê dewrê de wiha hatiye parastin ku rêbaza pozitivîst, dikare bibe rêbaza zanistên mirovî jî û bi vê yekê, mirov dikare di mijarên mirovî û civakî de jî, encamên ku dibetiya wan bilind in werin bi dest xistin.

Lê ji ber ku zanistên mirovî ji zanistên xwezayê bi awayekî berbiçav cewaz bûn, wan jî li gor cîhêrengiya xwe hindek rêbazan afirandin û ev rêbaz bi demê re hatine bikar anîn.

Taybetmendiyên Zanistên Mirovî

1- Mijarên zanistên mirovî, tevgerên mirovî ne û zanistên mirovî xwe dispêrin van tevgeran. Ev tevger jî dibe ku wek şer û koçkirin; bûyerên dîrokî û civakî bin û dibe ku wek zêhn, kesayetî û guncaniya civakî, wesfên takekesî bin jî.

2- Di zanistên civakî de çavdêrî kêm tê bikar anîn û ezmûn/deney jî, bi ti awayî nayê bikar anîn. Bûyerên mirovî di dîrokê de carekî diqewinin û kes nikare di loboratuvaran de wan carekê din dubare bike.

3- Di zanistên mirovî de rêbaza bingehîn <rêbaza têgihîştinê> ye. Ev rêbaz, ji layê Wilhelm Dilthey (1833-1911) ve hatiye pêşniyar kirin. Ji ber ku mirov heyîneke çalak e û her tevgereke mirovî wateyeka wê heye; tevgerên mirovî jî ancax bi têgihîştinê dikarin werin fêhm kirin.

4- Di zanistên mirovî de, wek zanistên xwezayê; mirov nikare xwe bigîhîne zagonên misoger. Lewra mirov xwedîhiş û xwedîîrade ye û wekî wanekên di xwezayê de jî tevnagere. Lewma jî di zanistên mirovî de, mirov dikare bibêje ku zagonên xwedîwesfên gelemper hene. Wek mînak: Îbnî Haldûn gotiye ku civak di pêvajoyên zayîn, pêşveçûn û hilweşînê de derbas dibin. Lê îro, ji aliyê gelek hêlan ve mirov dikare vê zagonê rexne bike. Ji ber vê yekê jî, mirov vê zagonê nikare wek zagoneke ku wê her dem derbasdar e bipejirîne.

5- Di zanistên mirovî de jî, wek zanistên xwezayê carinan têkiliya sedem-encamê tê bikar anîn. Lê ev yek, her dem encamên rast nadin mirov…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

26.03.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/lodkirina-zanayiya-zanisti.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin