Têkiliya Felsefe û Zanistê

Têkiliya Felsefe û Zanistê

Têkiliya Felsefe û Zanistê  

Em dizanin ku heta demên hemdem jî, felsefe û zanist ji hevdu ne cuda/serbixwe bûn. Thalesê fîlozof ku wekî avakarê felsefeyê tê hesibandin; di heman demê de esmannas, fizîkzan û matematîkzan bû jî. Bi serdema hemdem re fizîk, kîmya, tip, biyolojî û mekanîk, yeko yeko ji felsefeyê veqetiyan û bala xwe bi tenê dane beşeka heyînê ya ku bi wan re têkildar e. Mesela biyolojiyê bala xwe da heyînên zîndî, fizîkê bala xwe da heyîna fizîkî û hwd. Van zanistan ji bo vekolandina babetên xwe, hindek rêbazên nû peyda kirin û bi vî awayî, dest bi vekolandina babetên xwe kirin. Helbet ji bo pêkanîna armancên xwe, divabû sînorên xwe jî kifş bikirana, da ku bikaribin bi awayekî taybet li babetên xwe vekolin.

Lê vê helwestê, zanistan ji felsefeyê dûr nekir, beravajiya vê yekê em dikarin bibêjin ku ew zêdetir nêzîkê hevdu bûn. Lewra zanist heyînê perçe perçe dikin û bi vî awayî zanayiyan hildiberînin. Ev zanayî jî ancax bi saya felsefeyê dikarin werin gelemperî/giştî kirin.

Felsefe jî, ji bo dîtina babetên xwe yên vekolandinê, hewcedarê zanista ye. Lewra bala felsefeyê her dem li ser encamên zanistê ye û bi vê yekê felsefe, her dem hindek ramanên nû hildiberîne, ku ev raman jî rê li derketina hindek tevgeran vedikin. Wekî mînakekî: Di destpêka sedsala 20 an de dozîneya/teoriya Albert Einstein ya rolativîteyê/îzafîyetê û di warê geometriyê de lêzêdekirinên Godel, wiha kirine ku di felsefeyê de jî ekolên wek post-modern (piştî nûjentiyê) û dîmanatiyê (îzafîtî, rolativîzm) derkevine holê.

Li hêla din jî, mirov dikare bibêje ku felsefe û zanist, xwediyê mengiyek/îdealek hevpar in jî. Felsefe bi pirsên xwe yên tevayî û zanist jî bi encamên xwe re, dixwazin têbigihêjin gerdûn, xweza û jiyanê û wan şirove bikin. Digel vê yekê, di navbera wan de mirov dikare bibêje ku çend cewaziyên berbiçav jî hene.

Cewaziyên Felsefe û Zanistê

1- Razberkirin û têgehên zanistê, êdî taybet in û yên felsefeyê jî, êdî tevayî/tumel in.

2- Zanist, li mijarên xwe tu nirxekî bar nake. Wek baş, xirab, delal û hwd. Felsefe, hem li bûyeran, hem jî li nirxan vedikole. Zanist, bi tenê li kirûyan/olgu vedikole.

3- Pêşniyarên zanistê, dikarin werin îsbat kirin. Lê ne gengaz e ku mirov pêşniyarên felsefeyê îsbat bike, wan bipeyîtîne.

4- Pêşniyarên zanistî, derheqê paşerojê (diwarojê, siberojê) de dikarin hizran/texmînan bikin.

5- Zanist û çalakiyên zanistî, dikarin werin fêr kirin. Lê ji ber ku ji bo pêkanîna felsefeyê rêbazeke destnîşankirî tune, fêrkirina wê jî gelekî zehmet e.

6- Pêşniyarên (onermeyên) zanistî di teknolojiyê de têne bikaranîn, lê bi vî awayî sepandineke/peyîkandineke felsefeyê tune…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

26.03.2014

Jêder

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/tekiliya-felsefe-u-zaniste.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin