Bineşaxên Psîkolojiyê

Bineşaxên Psîkolojiyê
Psîkolojî wek zanistekî di sedsala 19 an de derketiye holê. Wek tê zanîn psîkolojî, berê wek bineşaxekê felsefeyê dihate hesibandin. Belam piştra, ji felsefeyê veqetîya û serbixwebûna xwe eşkere kir. Psîkolojî ji alîyekî ve di warên perwerde, endustrî û qlînîk de berfireh bûye û li alîyê din jî, bi ezmûnîtîya xwe, ji bo gelek qadan zanayiyan hilberandiye.
1- Psîkolojîya Geşedanê
Ji zarokatîyê heta pîrîtîyê, li taybetmendiyên geşedanî yên mirovan vedikole. Li zarokatî, xortanî û kalitîyê vedikole û dixwaze ku bizanibe di van deran de mirov di bin bandûra kîjan guhêrbaran de ne û ji wan çawa û bi çî rengî ketumet dibin. Psîkolojîya geşedanê, carina bi psîkolojîya perwerdehîyê re jî dikeve têkilîyê û hege pêwist be, alîkariyê jî ji wan dixwaze. Ji ber berfirehbûn û pêşveçûna di zanayîyê de psîkolojîya geşedanê, bûye wek du beşan:
A-Psîkolojîya zarokan
B-Psîkolojîya ezeban
2- Psîkolojîya Perwerdehiyê
Di pêvajoya perwerdeyê de bi armanca guhêrandin û pakkirina tevgerên şexsan, rênîşanderîya perwerdekaran dike. Mijarên wê yên sereke bilindkirina qalîteya perwerde û hîndekarîyê, guncankirina perwerde û hîndekarîyê, eşkerekirina têkilkiyên di navbera taybetmendiyên geşedan û perwerdeyê de û hwd. in. Fêrbûn, motîvasyon, teorîyên geşedanê, birêvebirina polan û hwd. jî babetên vekolandinê ya psîkolojîya perwerdeyê ne.
3- Psîkolojîya Qlînîk
Armanva vê bineşaxa psîkolojîyê nasandin (teşxîs) û başkirina mirovên ku tevgerên wan ne ne normal in û nikarin jiyana xwe ya civakî bidomînin (ango, dîn in), ne. Psîkologên qlînîk (psîkologên dînan) teknîkên mîna test, hevdîtin û hwd. bikar tînin. Pir caran psîkîyatrî û psîkolojîya qlînîk, wek hevdu têne dîtin. Lê ev yek çewt e. Psîyatrî, bineşaxeka tipê ye û bi dermanan ji bo başkirina nexweşên psîkolojîk yên ku nexweşiya wan gişran e, dixebite.
4- Psîkolojîya Pîşesazîyê/Psîkolojîya Endrustrîyê
Psîkolojîya pîşesazîyê, li pîşesazîyê tê sepandin (tetbîq kirin). Mijarên wek têkiliya şexsan û hilberandinê, xebata tîman, geşedana performansê, motîvasyona kar, behre, têrbûna kar û hêztêdenemabûn (jihalketîbûn- tukenmîşlîk) û hwd. jî babetên psîkolojîya pîşesazîyê û li wan vedikole.
5- Psîkolojîya Şêwirdarîyê
Ev şaxê psîkolojîyê, di başkirina mirovên ku pirsgirêkên wan yên lihevkirinê (guncanîyê, rikibanê) hene û hê ne hatine radeyeka qlînîk de, xwedîbandûr e. Axlebî, bi mirovên ku pirsgirêkên wan yên kar (meslekî) û aqademîk hene re mijul dibe. Gelekî dişibe psîkolojîya qlînîkê. Psîkologên şêwirdar (şêwirmend) li ser nexweşên xwe car caran testan disepînin û bi wan re hevdîtinan pêk tînin.
6- Psîkolojîya Kesayetîyê
Bineşaxeka teng ya psîkolojîyê ye û di psîkolojîya kesayetîyê de psîkolog bi şexsan re mijûl dibin û li ser wan testan disepînin. Di vê xalê de dişibe psîkolojîya qlînîkê. Belam babeta psîkolojîya qlînîk, mirovê ne normal (dîn- har) in û babeta psîkolojîya kesayetîyê jî, mirovên normal in û dixwaze ku wan fêhm bike.
7-Psîkolojîya Sosyal
Psîkolojîya sosyal, bi pirsgirêkên şexsan yên ku sedemê wan jiyana civakî ne û li ser kesayetîya wan xwedîbandor in, disekine û hewl dide ku wan fêhm bike. Ji bo vê yekê jî, bi kom û komikên civakî (sosyal) re dixebite. Axlebî, xebatên ezmûnî pêk tîne û li ketumetbûnên ku di nav mirovan de xwiya dikin vedikole. Car caran jî li ser awayê tevgerîna mirovan (tutuman) lêkolînan dike. Wek mînak: Awa û sedemên tevgera mirovan ya êrîşkar, li hemberê yên dijcisnê xwe û hwd. Herweha sosyal psîkolojî li ser moda û propaxandayê jî radiweste û li bandûra wan ya li ser şexsan vedikole.
8- Psîkometrîk Psîkolojî
Bingeha vê bineşaxê, pîvan e û ji bo bineşaxên din yên psîkolojîyê testên nû hildibirînin û pêbaweriya testên ku niha têne bikaranîn, cardin diceribînin. Bi kurtahî mirov dikare bibêje ku ev bineşax, alav û rêbazên ku bineşaxên din hewcadarê wan in, hildibirîne.
9- Psîkolojîya Fîzyolojîk
Li bandora avahîya mirovî ya fizîkî (daketin an bilindbûna guşara (pestoya) xwînê, adrenalîn û stres û hwd.) ku li ser cîhana hestan xwedîbandor e û avahiya derûnî (cîhana hestan) jê ketumet dibe, vedikole.
10- Psîkolojîya Têgiheştinê
Ji vê bineşaxa psîkolojîyê re, psîkolojîya bilişsel tê gotin. Babetên vê bineşaxê vekolandina hiş (bîr), bîranîn û jibîrkirin, têgihiştin, çasreserkirina pirsgirêkan û ziman e û ev bineşax, dixwaze ku bi pêvajoyên bingehîn yên li ser van têgehan xwedîbandor in, bizanibe.
11- Psîkolojîya Edaletê
Psîkolojîya Edaletê, bala xwe dide çêkirin û cîbicîanîna (sepandina) zagonan û bandora wan ya li ser kesayetiyan. Mesela em bibêjin zarokekî ku dizîyê dike û dertê dadgehê, mijara psîkolojîya edaletê ye. Herweha li psîkolojîya sûcdar, bersûc (sanik) û şahîdan jî vedikole û dixwaze ku bi psîkolojiya wan bizanibe.
12- Psîkologên Zêhna Çêkirî
Psîkologên zêhna çêkirî, di jiyana me de li ser bandora têknolojîyê radiwestin. Bi taybetî jî pêşveçûna teknolojîyê, li ser jiyan û kesayetîya mirovan xwedîbandor e û ev psîkolog, dixwazin ku têbigihêjin vê yekê. Ev bineşaxa psîkolojîyê, li ser zêhna çêkirî û wergerên ku ji aliyê computuran ve têne çêkirin radiweste.
13- Psîkolojîya Hawirdor
Li ser hawirdorê û guhêrbarên ku bi hawirdor re têkildar in radiweste. Ev guhêrbar li ser tevgerên mirovan û koman xwedîbandor in û kom û mirov, ji van guhêrbaran ketumet dibin. Ev guhêrbar (degişken) jî reng, cîh, tîn (têhn), şewq û hwd. in. Ji bilî van guhêrbaran, dibe ku hindek bûyêrên civakî jî (wek hawirdor, dawet, kûştin, zewac, keçrevandin û hwd.) bandor li mirovan bikin û mirov, ji wan ketumet bibin.
14- Psîkolojîya Tenduristîyê
Armanca sereke ya vê bineşaxa psîkolojîyê, parastin û pêşxistina tenduristîya mirovan û ji nexweşiyan parastina wan e. Ji bo pêkanîna vê armancê jî, li ser sîstemên tenduristîyê radiweste û dixwaze ku wan berfireh bike û bi pêş ve bibe. Ev bineşaxa psîkolojîyê, hê nû nû berfireh dibe.
15- Psîkolojîya Sporê
Ev bineşaxê psîkolojîyê li ser psîkolojîya çalakîya sporê, têkiliyên di navbera spor û kesayetîyê û di sporê de psîkolojîya kom û komikên biçûk radiweste û dixwaze ku bi hêmanên psîkolojîk yên li ser sporvanan xwedîbandor in bizanibe. Ji bilî van, li rêbazên sportîf û îradeyê vedikole.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Destpêka Zanista Psîkolojiyê – Ali Gurdilî
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021