Di Psîkolojîyê De Rêbaz û Teknîkên Lêkolînê

Di Psîkolojîyê De Rêbaz û Teknîkên Lêkolînê
A) Rêbaza Çavlêgerandinê: Bi rêya pirskirina pirsên kifş/diyar, fikrên/nêrînên girseya gel tê sitandin/wergirtin.
1-Test: Serkeftin, bal û behreyên cihêreng yên şexsan, tê pîvandin.
2-Anket: Bi rêya pirsên ku hatine amadekirin, di derheqê nêrîn û qeneetên mirovan de zanayî têne bidestxistin.
3-Çavdêrî: Çavdêrîkirin û qeydkirina tevgerên mirova ye.
A) Çavdêrîya Xwezayî: Di vê texlîd çavdêrîyê de lêkolîner, bu tu awayî dest nade rewşa heye. Bûyer çawabin, wan wiha dişopîne û qeyd dike.
B) Çavdêrîya Sîstematîk: Di vê rêbazê de lêkolîner rêyên bidestxistina zanayîyan, qontrol dike. Ango, midaxaleya lêkolînê dike.
4- Gotebêj/Hevdîtin: Wekî gotebêjên kar û şeweirmendiyê, dibe du beş. Ev rêbaz, hem ji bidestxistina zanayîyan û hem jî, ji bo pakkirina nexweşîyên psîkolojîk tê bikaranîn.
5- Lêkolîna Jînenîgarîyê/Biyografîk: Di vê cure rêbazê de derheqê paşeroj/rabirdûya şexsan, nexweşîyên wan yên derbasbûyî û serborîyên wan yên girîng de zanayî têne topkirin û qeydkirin.
B) Rêbazên Ezmûnî: Psîkolojîya ezmûnî ew psîkolojîye ku xwe dispêre xebatên labaratuwarê.
Qobay: Organîzmaya ku di ezmûnê de tê bikaranîn û li serê ezmûn têne çêkirin.
Di Ezmûneke de çar (4) hêmanên girîng hene û ev hêman jî:
1- Guhêrbara Serbixwe
Guhêrbara ku di dema lêkolînê de di bin qontrola lêkolîner de ye û di têkiliya sedem-encamê de wekî sedemê/sebebê ye, ye. Encam, girêdayê vê guhêrbarê dertê holê.
Guhêrbara Serbixwe: Bağımsız Değişken
2- Guhêrbara Pêgir
Guhêrbara ku rewşa wê li gor guhêrbara serbixwe diguhere. Ne di bin qontrola lêkolîner de ye. Di lêkolînê de wekî encam dertê holê.
Guhêrbara Pêgir: Bağımlı Değişken
3- Koma Ezmûnê: Koma ku guhêrbara serbixwe lê tê sepandin/tetbîq kirin.
4- Koma Qontrolê: Koma ku guhêrbara serbixwe, lê nayê sepandin û di rewşa xwe de tê hiştin, da ku bi koma ezmûnêre were rûbirûkirin.
C) Rêbazên Qorelasyonel
Daneyên ku bi rêya ezmûnê tên bidestxistin, bi hejmaran têne nîşandin.
Bi du awayan/şeklan pêk tê:
1- Rêbaza Qorelasyonel
Ji têkiliya di navbera du rêz puanan re, an jî ji têkiliya di navbera du pîvanan re qorelasyon (girêdanî) tê gotin. Hege ji guhêrbaran dema yek bilind bibe û ya din jî bilind dibe; girêdanîya wan (qorelasyona wan) pozîtîf e.
Ji guhêrbaran yek bilind bibe û ya din dakeve xwarê, girêdanîya wan, wê demê negatîf e.
Na hege di navbera guhêrbaran/değişkenan de têkilî tunebe, wê deme em dibêjin ku sifir (o) qorelasyon ango, girêdanî heye.
Sembolên wan
Girêdana Pozîtîf: +1
Girêdana Negatîf: -1
Bêtêkilîbûn: O
Çend Mînakên Qorelasyonê
Fêrbûn-Birçîtî : -1
Zanayîya Felsefî- Ajotina Trimbêlê: O
Motîvasyon-Ferbûn: +1
Tundî-Tirs: +1
Terereq-stres: +1
Çand- Erîşkarî: -1
Hezkirin- Xezeb: -1
2- Dereceya Girîngîya Ferqan
Rewşên cihêreng yên wekî perwerdehî, zêhn û temen, bandûrê li encama ezmûnê dikin.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Destpêka Zanista Psîkolojiyê – Ali Gurdilî
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021