Binyatgerî (Strûktûralîzm)
Binyatgerî (Strûktûralîzm)
Wilhelm Wundt, wekî damezranerê psîkolojîyê tê dîtin. Ew bi xebat û ceribandinên xwe yên psîkofîzyolojîk, gihêjtiye vê astê. Hêmana bingehîn ya nêzîkayîtêdana wî ya psîkolojîk, vekolanan wî yên ‘hiş/bîr’ in. Li gor bawerîya Wundt; hiş, xwedîyê hêza sererastkirina naverokên xwe ye. Ji ber ku vê yekê parastiye, navê ekola wî wekî hemdparêzî/vînparêzî/
îradeparêzîyê hatiye bi nav kirin. 1- Pirsa, ‘Hiş çî ye?’ pirsî ne.
2- Li gor bawerîya wan mijarên psîkolojîyê, hiş û pêvajoyên zêhnî yên ku hiş/bîrê tînin holê ne.
3- Zêhn ji hêla avahîya xwe ve, bûyerên wekî raman, têgihan, hest û hemd/îrade ye.
Mînak: ‘Dema ku em demeka dirêj li rengeke mêze bikin, rengê din çawa xwiya dikin? Têgihana germ û serma, çawa pêk tê? Dema em pirsgirêkeke çareser dikin, em bi hevokan difikirin an jî bi lewnan?’ û hwd.
4- Helwesta wan ya ku psîkolojîyê bi hiş sînor kirine, mijarên psîkolojîyê jî teng kiriye.
5- Rêbaza lênêrîna derûnî/îçe bakiş, bikar anîne.
6- li gor Wilhelm Wundt psîkolojî, vekolandina hiş (bîr) û pêvajoyên wê ye.
Ali Gurdilî
info@felsefevan.org