Biserketina Dr. Muhemed Elîyê Omoyî Mîlan

Biserketina Dr. Muhemed Elîyê Omoyî Mîlan

Biserketina Dr. Muhemed Elîyê Omoyî Mîlan û Endazyar Cevad Omoyî Mîlan, Kurmancên bajarê Makûyê di yekemîn Festîvala navnetewîya mezintirîn Xelata Vedîtin û ixtiraatên Îranê da û gihîština wan bi merheleya fînalê. Komîteya endazyarîya hewafeza û mekatronîka Îranê vê bawernameya amadebûnê pêškêšê wan Kurdên zanîyar û muxteri’ kirîye. 

Dr. Muhemed Elî Omoyî Mîlan di beşa guhertina enerjîyê da li Zanîngeha Senetî Şerîfa Îranê di fakultêta Mekanîkê da xwendîye û ji sala 1383’an va dest bi çêkirina alaveke sarker bi navê Vortex Tube (borîya bagerok û pêçokî) kirîye. 

Cevad Omoyî Mîlan, Endazyarê Mekanîk di beša çêkirin û Berhemanînê di Zanîngeha Kar ya Qezvînê ye û di çêkirina vê lûleyê da bešdar e. Ew di bikaranîna mašînên CNC, Milling û Lathe da pir şareza ye.

Ev alava pir pir girîng ku di piranîya šîrketên nift û gaz û di parzûngehên nift û gazê da tê bikaranîn, li Îranê bo yekem car ji alîyê wî va hatîye çêkirin. 

Lûleya Pêçokî jibo hînikkirina tabloyên elekterîsîteya nîrûgahên berhemanîna elekterîkê jî tê bikaranîn.

Esasa xebata vê lûleya pêçokî liser bingeha bikaranîna seyalên givašok wek hewa, Argon, Oxygen û hwd e. Hewayê ku ji komprêsorê va bi pestoya 7 Bar derdikeve û ber bi lûleya pêçokî tê šandin û ji alîyê din ya lûleyê hewaya pir pir sar bi qasî -46 dereceya Santîgrad derdikeve ku di gelek mašînan yên mîna CNC, Milling, Lathe û hwd da jibo sarkirina elmasa qulker û verotek û safker da tê bikaranîn. 

Dereceya sarbûna hewaya derketî ji lûleya pêçokî girêdayî dereceya germahîya hewaya ku dikeve lûleya bagerok e û eger dereca hewayê sifir be hingî hewaya sar ya berhemhatî dibe -65 dereceya Selesyûs û pesto jî dibe 1 Bar. 

Eger em çend lûleya bagerokî ku liser bingehek taybet hatine çêkirin li pey hevodin rêz bikin û hewaya derketî ji ya pašîn bišînin ya pêšîn, hingî emê karibin bigihîjin sermaya – 273 Kelvîn’ê. 

Lûleya Bageroka han di îstgehên veguhestina gazê da tê bikaranîn.

Di Îstgehên daxistina fišara gazêan yên wek TBS (Town Border Station û CGS (City Gate Station) da pêwîst e ku gaza sereke ku bi pestoya 1000 PSI ji bîrên gazê tên derxistin, fişara wê di îstgehên daxistina pestoya gazan yên derveyî gund û bajaran da dakeve 250 PSI û paşê jî di îstgehên nêzîkê gund û bajaran da dakeve 60 PSI’yê ku bikare di firne û sobeyên malan da were bikaranîn. 

Daxistina pestoya gaza navbirî bi rîya Reglatorên taybet pêktê lê jiber hebûna hin hydrate û zerreyên din di dema daketina fišara gazê û sarbûna wê, ava nava gazê di kunên pir hûrikmûrik yên Reglatorê diqerise û dibe sedema qutbûna gazê yan teqîna îstgehê.

Baštirîn çareserî jibo pirsgirêka han bikaranîna lûleya bagerok di wan îstgehên daxistina fişara gazê da ye. Dr. Mîlan jibo çareserkirina pirsgirêka 1500 îstgahên daxistina fišara gazê yên Îranê, terheke taybet daye ku dikare bibe sedema ewlehîya pir pir zêde ya îstgehên han û daxistina mesrefa zêde ya ardo û elektrîka niha ya wan îstgehan.

Edo Makûyî

10.11.2016

Bersivekê binivîsin