Li Deryaya Reş Antîkên Giranbuha Hatin Vedîtin

Li Deryaya Reş Antîkên Giranbuha Hatin Vedîtin

Li Deryaya Reş bi tesadûfî vedîtina komkeştiyekê û xezîneyeke giranbuha pêk hat. Zanyar di komkeştiyê de li derûdora 40 antîkên bêxesar dîtin. Antîkên di komkeştiyê de hatine bidest xistin ji dema Imparatoriya Osmaniyan û Bîzansê ne û bi awayeke pirr baş hatine veşartin. Ji ber ku antîkên vedîtî her tim di “qada mirî-dead zone” de bûne, bêxesar û jeng negirtî bûne. Ji cihê herî kûr ya li binê avê re “qada mirî” tê gotin û li wê cihê herî kûr hema bêje qet oksîjen tune ye.

Şûnwarnas ji berê ve bi guman bûn ku li binê Deryaya Reş antîkên giranbuha veşartî bûne lê bi tu awayî nedikaribûn bipeytînin. Her çiqas bi tesadûfî be jî şûnwarnas peyitandina gumana xwe de biser ketin. Şûnwarnas ji bo projeya Black Sea Maritime Archeology Project li wir lêkolîn û xebatên xwe pêk dianîn, projeyeke ku ji hêla zanîngeha Southamptonê ve tê birêve birin û armanca projeyê jî li 1.800 metre kûrahiyê çêkirina nexşeya binê Deryaya Reş bû. Dema şûnwarnas bi robotên xwe li binê deryayê dixebitin, roboteke bi navê ROV wêneyên antîkên giranbuha yên di komkeştiyê de ne tomar dike, ji analîzên li ser wêneyên 3D tomar kirî tê dîtin ku hejmara antîkên giranbuha ji 40î zêdetir e.

Ji vê vedîtinê rewşa bazirganiya li ser Deryaya Reş ya ji wê serdemê tê dîtin. Ji sala 1453an şûnda ku Constantinopel, jê re niha Istanbul(Stembol) tê gotin, ji hêla Osmaniyan ve tê dagirtin û bazirganiya li ser Deryaya Reş tê qedexekirin. 400 sal şûnda di sala 1856an de bi peymana Parîsê qedexeya bazirganiyê ya bi rêya Deryaya Reş tê rakirin. John Adams wiha dibêje: “Xezîneya bidest xistî vedîtineke giranbuha û balkêş e. Ji ber ku li binê avê oksîjen hema bêje qet tune bûye, tu tişt bi xezîneyê nehatiye.”

Metîn Eser

Çavkanî: Daily Mail / 28.10.2016

Bersivekê binivîsin