Brahim Aluci: ‘Çima’ û ‘ji bo çi’ felsefe?
Brahim Aluci: ‘Çima’ û ‘ji bo çi’ felsefe?
‘Phileo’ di zimanê yewmenan de, lêgerîn û hezkirin e û ‘Sophia’ jî zanîn û zanyarî ye. Ango zanîna kur û dur. Ev jî pirsa li pê xwe tîne. Pirs jî li derîyê bersîva dide. Bersîv jî derî li ber pirsê nû vedike. Bi vî awayî dan û stendina fikir û ramana destpêdike. Ev dan û stendina pirs û bersîvan ji bîr û bawerîya hiş û hişmendîya kur û dur e, dibe neynik û ronahî.
Tebatên zindî; mirov, ajal û gîha
Tebatên zindî û bi tevger; mirov û ajal
Tebatên zindî, bi tevger û bi fikir û raman; mirov…
Fikir û raman, pirs, meraq, nirxandin, rexne, çavdêrî, çavnêrî, dîdevanî, zêrevanî, li xwe haybûn, ji xwe pirsîn… Ji ber wilo wek ‘mirov’ hewcedarîya mirovan bi felsefeyê heye. Her dem û wext pêdivî bi felsefeyê heye. Lewre, jiyana mirovan bi pirs û bersîvan berxwe dide û bi pêş dikeve. Mirov bê fikir û raman najî, ku bijî nabe mirov. Felsefe bingeha bîr û pergala fikir û ramanê fêrî mirov dike.
Weke ku feylezof dibêjin: Ê ku mirova dike mirov û ferq û cudahîya wan ji zindîyên vediqetîne, fikir û raman e. Heta ê ku ferqê dide ferq kirin jî fikir û raman e. Ev jî bi saya serê felsefeyê tê ferq kirin. Gelek hewcedarîyên rojana jî bi saya fikir û ramanê hêsan dibe.
Hewecedarî mirovan bi felsefeyê heye, lewre mirov tevlihev difikire û diponije. Lê felsefe rê û rêçikên fikirandin û ponijandinê şanî mirov dide. Wê çawa û bi çi awayî li der û dora xwe mêze bike, wê bi çi rengî pirsa bike û wê çawa bigihêje encama pirsan. Ji bilî vêya rê û rêbazên çawa, çima, ji bo çi bi pergalî fêrî mirovan dide. Felsefe fêmkirin û lêpirsîna xwe û derdora xwe ye.
– Ez kî me?
– Xweza çi ye?
– Hebûnatî çi ye?
– Tunebûn çima?
– Dinya, derya, gerdûn….
– Jiyan çi ye?
– Bêdawîbûn heye gelo?
Bi kurt û kurmancî, felsefe wateya jiyanê dide pirsîn û li bersivek dilrehet digere.
Brahim Aluci
02.03.2016