Abdurrahman Aydogdu: Felsefe, jiyan bi xwe ye.

Abdurrahman Aydogdu: Felsefe, jiyan bi xwe ye.

Abdurrahman Aydogdu: Felsefe, jiyan bi xwe ye.

Di bûyina me de heta mirinê, jiyana me bi xwe felsefeyek e û felsefeya her mirovekî jî heye. Îro dema mirov bipirse û bibêje: ‘Pêdiviya me çima bi felsefeyê heye?’ wek ku mirov bibêje: ‘Tu ji bo çi dijî? Di eynî wateyê de ye.’ Lewre cihê felsefe di her warê jiyana me de heye. Her tiştekî felsefeyeke xwe heye.

Her felsefe jî bi mirovan dest pê dike,  eger felsefe bi mirovan dest pê dike,  ew dem bingeh û navende felsefeyê jî mirov e,  ango felsefe dilê mirovan e,  çawa ku dil peyvira pompa kirinê bi riya rehan li bedemê me xwînê belav dike,  felsefe jî bi riya lêpirsîn û ramanî riyekê nîşanî mirovan dide. Ew jî tê vê wateyê ku çawa pêdiviya me bi xwarin û vexwarin, benhstandin û behndanê heye, pêdiviya me bi felsefeyê jî heye. Felsefe navenda jiyana mirovan e, jiyan jî di vê navendê de dest pê dike, ew jî pêdiviya me bi felsefeyê tîne.

Abdurrahman Aydogdu

02.03.2016 

Bersivekê binivîsin