Çend Pêşbinî; Îraq, Îran, Sûrî, Tirkiye û Hin Dewletên Din Jî Wê Herin

Çend Pêşbinî; Îraq, Îran, Sûrî, Tirkiye û Hin Dewletên Din Jî Wê Herin

Çend Pêşbinî; Îraq, Îran, Sûrî, Tirkiye û Hin Dewletên Din Jî Wê Herin

Li dunyayê şerên mezin qewimîne, di dawiya wan şeran de, her dîmen û rewşeke din derketiye holê û derdikeve. Lewma jî, yên ji bo siberojê, yan jî dahatûyê bê plan û proje, her neçar mane bi encamê re bijîn, yan jî bi encamê re bimirin û mafê heyî jî roj bi roj têk bibin.

Di dîrokê de şerê herî dijwar û xedar bi navê ola hatine kirin, û hêjî têne kirin. Çenku ol di destê desthilatdara de, çeka herî bi bandor bû û hêjî wûsa ye. Lê li vê heram ku bi navê rojhelata navîn û nêzîk tête nasîn. Çawa êrîşên xaçparêzan hebûn, wûsa jî êrîşên şûrperestên misilmanan jî hebûn û hêjî hene. Lewma jî cîhadî berê jî hebûn û niha jî hene. Divê misilaman demên destpêka şerê siyasî, yê di nava misilmana de guftûgo bikin. Her weha em îro baştir fêmbikin û dibînin ku, çawa bi zext û zorê xelkên ne misilman, misilman kirine, û bi rêbazên cêwaz neçar hiştine misilman bibin û werin pişavtin.

Di şerê dunyayê de, yên herî zêde hatin kuştin mesîhî bûn, çi katolîk û çi ortodoks. Çendîn ol bi bandor bû, lê berjewendiyê aborî rola xwe ya mezin dileyistin. Divê were gotin; şerê bê berjewendî tune ye.  Lê divê meriv Japonya jî ji nav vê xelekê dernexe, ew tundkarê herî bi navûdeng bûn, ku weke „kamîkaze“ dihatin nasîn xwekujên wan. Piştî van şerên kambax ewropiyan grîngî dane aştiyê û aştiya nav xweyî. Pêre jî dengê xelkên aştîxwaz bêhtir grîng hate dîtin, û li hember tundkarên xwe sekinîn, û ronesansê bandora xwe leyîst. Lewma jî di zagonê wan de mafê takekesî benda yekem e. Heta niha jî meriv nikare bêje, tiştê heyî bes e, çenku jiyan diherike û bi herikandinê re dîmen û bûyerên nû derdikevin.

Weke tête zanîn di dîroka dunyayê de Şêrê dunya yê, yê yek û duyê re rû dane. Di van şeran de bi milyona mirova can dane. Her weha bi dawiya van şeran re, li ser nexşeya dunyayê dewlet û desthilatê ji aliyê desthilatdara (îngîlîz,fransî) ve hatin xêzkirin. Weke peyman û proja Sykes- Picot. Lê yê piştî şerên cîhanê şerê herî bi bandor û encamdêr şerê sar e. Ya grîng ew e, ku em li ser vî şerê hanê bisekinin. Ev şer çawa ku, bêyî xwîna milyon birije.

Ev çendîn şerê di nava dewletên Kapîtalîst-Sosyalîst de were naskirin jî, lê divê were zanîn, ol û bêoliyê bandoreke mezin di vî şerî de leystiye. Di dema şerê sar de, vê heremê ya ku ola îslamê desthildare, bi hawakî hatiye paşguh kirin, lewma jî her dewlet û welatekî ji xwe re serokekî dewletekê ji xwe re weke dost û hevalbend, yan jî partner ecibandibû û hilbijartibû. Lê çendîn di navendê de, dewletên misilman nebûn jî, lê hêzên îslamî bi navê „kemberakesk“ hatin destek kirin. Lê piştî şerê sar, ev rewş çawa li dunyayê wûsa jî li vê heremê hate guhertin.

Di sih salên dawî de, bi dehan dewletê nû li dunyayê hatine damezrandin, tenê li vê heremê ev sînor, weke „sînorên pîroz“ têne dîtin û bi xetê sor têne xêzkirin. Ew jî tenê li dij hebûn û dewletbûna Kurda û Kurdistanê ye. Lê divê were gotin berê û hêjî; kurda stratejiyeke hevbeş ya ku li gorî hêzên desthelatdar yên cîhanê nîn e. Em bipejirînin, yan na, di fermiyetê de, Kurdistan yek parçe nîn e. Divê stratejiyeke hev aheng û cêwaz hebe.

Em werin ser herema ku ola îslamê lê desthilatdar e. Tevî ku ew sînorên van dewletan ji aliyê dewletên rojavayî ya ve hatine xêz kirin jî, lê îro ew sînor û hizrên desthilatdar ji wê civakê û ji dunyayê re jî teng tên. Ew desthilatdar û dîktatorên ji aliyê wan ve dihatin destek kirin, li şûna bibin alîkar dibin bar. Lewma jî, ji mêjve pêwîstî bi guhertin û veguhertinê heye.

Di hemû olan de, babetên tundkar û hovane hene. Ya grîng ew e, çawa bi babetên tundkariyê re tête dayîn û histendin. Ol ji hin tiştan re weke dermane, lê dermanê zêde jî dikuje. Xelkên dunyayê, bi ola xwe re hesab dîtin, û Ol xwe ji tevna dunyayê re, ji nûve desayn kirin. Lê li nav misilmana ev curehet tune yan jî kêm e. Ev ji bo çanda bi hev re jiyanê weke nan û av grîng e. Divê ayet û sureyên weke „Cîhad“ û „enfal“ ji aliyê alimê îslamê ve ji nûve werin şîrove kirin. Şer, êrîş, û pişavtina olên hindik weke tewanbarî were dîtin û naskirin. Û ev ji xwe jî gunehkariye.

Bi qasî ku tête xuya kirin, Dewletên bi navê „IRAQ, SÛRÎ, ÎRAN Û TIRKIYE wê werin felişandin, îro yan sibe, îsal yan deh salên din, ne grînge. Lê wê bibe. Her weha di nav dewletên ereb de jî wê çend dewletên nû ava bibin. Yên sînorê dunyayê xêz kirin, ne yên li ser axa Kurdistanê dagerker bûn, lê  kurd jî, wê demê ji dayîn û standina dunya yê re ne amade bûn. Yên 3 Şerê dunyayê meşandin, wê ji ezmûnên xwe yên şerê sar û germ jî sûd wergirin. Lewma jî olperest, kesperest, çînperest, dîktatorperest û îdolojîperest wê bi encamên nû re yan bijîn yan jî têkherin. Hêza ku îro heye jî, sibe dikare bi xewn be, gava bê bingeh û hevalbend be.

Pêşiya gotiye; piraniyê mêranî betal kirine. Ya din jî meteloka piştê, gava pişta te nebe, tê herî, ger tu lawê kê dibî bila be.

Newaf Mîro 

newafmiro@gmx.de

06.07.15

Bersivekê binivîsin