Dîwana Seydayê Mele Elî Arslan

Dîwana Seydayê Mele Elî Arslan

Were dîsa hebiba min dilê bê tal’î’ hey ke
Tu enber ke ewan zulfên te berdayîn di bejnê da

Mele Elî Arslan (Seydayê Mele Elî)

Bi saya meha remezanê, min hinek wext peyda kir û çend berhemên kurdî xwendin. Yek ji wan berheman jî, dîwana gorbihuştê Mele Elî Arslan ya ‘Ax Ji Ber Evînê’ ye. Dema min dest bi xwendina dîwanê kir, pêre pêre ez hem kefxweş bûm û hem jî min xemgîniyeke hîs kir.

Ez keyfxweş bûm ku ev berhem, beriya ku wenda bibe hatiye dîtin, lê jiber rewşa berhemên me, ku gelekên wan beriya werin dîtin wenda bûne, ez xemgîn bûm. Lê ciyê keyfxweşî û şanaziyê ye, ku ev berhema hêja niha tevlî kitêbxaneya me a kurdî bûye.

Ev dîwana hêja, bi kurdî û tîpên erebî hatiye nivîsandin. Kurê gorbihuştê Mele Eliyê Botî, Sultan Huseyîn Arslan piştî salên dirêj, dema ku vedigere welêt di qûncikekî malê de bi tesadufî destnivîsên bavê xwe dibîne û tê famkirin ku dîwana rehmetiyê bavê wî ye.

Di çapkirina vê dîwana hêja de, birêz Ziya Avcî jî alikariyeke mezin daye berhemê û seydayê Mihemed Emin Narozî jî tîpguhêztina berhemê kiriye û di dawiyê de, ji aliyê kurê gorbihuştê Melî Elî; Sultan Huseyin Arslan ve, li Stenbolê di sala 2013an de, ji aliyê Weşanxaneya Dozê ve ev berhema giranbûha hatiye çapkirin.

Wekî xwînerekî kurdî, di desta ewil de ez bi rêz û hurmet, gorbihuştê Seydayê Mele Elî bi bîr tînim û hêvî dikim ku ciyê wî her bihuşt be. Piştre jî ez spasiya kek Ziya Avci, Mihemed Emin Narozî û Sultan Arslan dikim, ku vê berhema hêja gihandine kitêbxaneya kurdî.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
01.07.2015

Bersivekê binivîsin