Çetoyê Zêdo: Pêdiviya me çima bi felsefeyê heye?

Çetoyê Zêdo: Pêdiviya me çima bi felsefeyê heye?

Çetoyê Zêdo: Pêdiviya me çima bi felsefeyê heye?

Bi ya min, malkambaxiyeke xedar e ku mirov pêdiviya ‘ez’ a xwe bi ‘em’ ê ve girê bide. Ez ne bawer im ku yek derkeve û bibêje ‘pêdiviya me’ bi felsefê tuneye! Pêdiviyên kurdan ewqas zêde û bi teşqele ne ku, mirov nizane kîjan berî kîjanê pêdivîtir e.

Felsefe jî weke hunerê bi ‘ez’ a mirov ve girêdayî ye, ya ku wê bi civakê dide qebûlkirin ‘em’ a wê ye û ev ji bo hemû jiyanê wiha ye, pêşî bi raman û xwestina şexsî dest pê dike û ji bo piştgiriya ‘civakê’ tê ko-kirin, an jî tê veguhestin. Ku ne wiha be nabe ya kesekî û nabe ya me jî, bi vî hawî jî ewê di tenêtiya xwe de her û her bimîne, ji bo wê ye ku ‘estetîk’ dikeve navbera ez û em ê.

Ji bilî van hemû tiştan, dema ku mirov bi kurmancî li jiyanê binêre, an bixwaze xwe û civaka xwe nas bike, pirs ewqas zêde dibin ku mirov nema dizane ji ku hatiye ber bi ku ve. A xerab û xedar ew e ku di rewşa niha de ji bo ramaneke ‘kurmancî’ her tim mirov li ‘destpêkan’ diqeside, dixwaze xwe li destpêkekê bi cî bike, fam bike an bipirse… Weke vê pirsa ‘pêdiviya felsefê’; ma pêdiviya kurda bi çi tuneye? Ne tene bi serxwebûn an jî bi xweseriyê, bi hemû huner û zanînê heye…

Derd û kul ne yek e ne dudo ne… Xwezî bi dilê wan kesên ku serê xwe bi mijarên giştî naêşînin û yên li xwe naheyirin. Nezanîn mirov ji berpirsyariyê xelas dike, pêdiviyekê danayne ber kesan. Her roj bi kuştinê, kavilbûnê dor li ramana kurdî teng dibe, naxwazim vêya zêde dirêj bikim, ji xwe weke her kesê ku bîr dibe, rewşa malkambaxyê li ber çava ye… Di vê rewşê de bi ya min divê mirov motîvasyonên din ji xwe re peyde bike ku bikaribe bi huner û zanîne dakeve.

Ji wan tiştên ku şaş tê zanîn yek jê jî, piranîya çi xwende, çi rewşenbîr an çi hunermend û nivîskaran ew e ku, berê wan ne li erdinîgarî û raboriya wan in, an jî  berê wan ne li hevtayê wan in… Her çiqas weke gelek tiştan li Bakur nû tê dîtin-zanîn, piştî hinek lêkolînan tê dîtin ku li Başûr berî 40-50 salî dest pê kiriye. Ev ji bo felsefê jî wiha ye, bi ya min divê kesên ku serê xwe bi felsefê re diêşînin bala xwe xweş bidin serboriya Başûr û tecrubeyên wan û yên hevtayê xwe, divê mirov hesabê yên beriya xwe û yê nifşê xwe jî bike, ne ku mirov weke “nexweşiyekê” ji xwe û dora xwe pê ve nehesibîne. Baş an xerab, zanîn û hunereke bi kurdî divê ewil di paxila her ‘felsefavanekî’ de cihê xwe girtibe an bigire ku piştre mirov ber bi gerdûniyê ve hewl bide. Felsefe ne tenê bi dîroka Felsefeya Ewrûpî ku bi ravekirina kurdî were kirin, bi hiş û ramanê hemû kelepora cihanî ya felsefê ji bo îro di rewşenbirîya civaka kurdî de, ji bilî ‘agahiyên wikipedia’ weke rengekî ramanê bikaribe bi kurdî jî hebe. Bi zanîna zimên tenê, felsefeyeke bi kurdî helbet wê ji neqilkirin an jî ji dubarekirinê nikaribe xwe xelas bike. Di serdema îro de hemû zanyarî ji kurdî re vekiriye, mesele ew e ku kesê ku bikaribe mesaiyekê lê xerc bike.

Pêşî xwemaliya ramana zimanê kurdî, di hişê mirovên kurd de serdest û zelal be, pişt re ji xwe ew ê felsefeya min û te û me hemûyan jî wê bibe xwedîkarakter û ciyawaz.

Xwedê yardimciyê felsefevanan be, bi xweziya ku wê roja ku me dilê xwe bijand halê wan…

Çetoyê Zêdo / Dramatûrg 

06.03.2016 

Bersivekê binivîsin